25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KDP bi şûrê tirkan êrîşî kurdan dike

H. Halît Alaçati

Têkiliyên KDP’ê yên bi Tirkiyeyê re tên zanîn. Êdî pêwistî nîne ku mirov van têkiliyan dubare bike. Li tevahiya cîhanê li dîroka şer û têkoşînên rizgariya neteweyî binêrin. Têkiliyên hêzekê bi dagirkeran re çawa hatine pênasekirin pir zelal e. Peymanên polîtîk, aborî û leşkerî yên bi dagirkeran re li hemberî hêzek neteweyî re tên çêkirin bi teqez wekî îxanetê hatine pênasekirin. Ev yek di makezagonên hemû welatan de wekî zagon hatine derxistin.

KDP îro hêzek bi dewleta dagirker a tirk re peymanên aborî, leşkerî û siyasî yên li dijî berjewendiyên kurdan û hêzên kurd ên siyasî çêkirine. Ji dagirkeran hêz digire û bi vê hêzê hewil dide hêzên din ên kurdan tune bike. Ev Peyman ne nepenî ne. Ne KDP ne jî dewleta tirk a dagirker vê têkilî û van peymanan naveşêre. Heta KDP ji dagirkeran zêdetir van peymanan bi awayek bêşerm diparêze.

Gelo KDP çima êrîşî hemû hêzên kurd, hêviyên gelê kurd û pêşeroja Kurdistanê dike? Ev yek jî gelek zelal e. KDP teslimî dewleta tirk bûye. Ji bilî talîmatên dagirker zêdetir tiştek nikare bike. Ji xwe polîtîkayên wê yên li hemberî hemû hêzên kurd û bi taybetî Tevgera Azadiya Kurdistanê li gorî polîtîkayên dewleta dagirker teşe digirin.

Sedema rageşiya li Başûr ku ev hefteyek e vegeriyan e êrîşan jî ev talimatên dewleta tirk in. Ev ne şîroveyek e û ne jî texmînek e. Ev agahiyek dagirker û çapemeniya wê vedibêje ye. Çawa? Îktîdara faşist a AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîn û berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn winda kir. Ligel hemû hêza xwe ya dewletî jî nekarî bi ser bikeve. Hemû derfetên xwe yên aborî di vê riyê de xerc kirin.

Qrîzek hundirîn a kûr dijî. Her roj beşek jê vediqete. Mafyaya li hemberî kurdan bi kar anîn êdî derdikevin televîzyonan û sûcdarên li dijî mirovahiyê yên AKP-MHP’ê vedibêjin. Çeteyên li hemberî kurdan bi kar anîn li Libya û Suriyeyê Erdogan şermezar dikin. Di hundir de qrîza aborî, siyasî û civakî kûr dibe. Tiştek Erdogan bike êdî nemaye.

Pêwistiya Erdogan bi serkeftinekê heye. Lê ji ber ku li Lîbya, Deryaya Spî, Sûriye û Iraqê winda kir, niha tenê riyek di deste wî de maye. Ji bo vê dixwaze tevkujiya kurdan pêk bîne û vê yekê wekî serkeftinekê nişan bide. Li ser vê yekê bi zêdekirina nijadperestiyê li ser piyan bimîne. Erdogan-Bahçelî dizanin ku vê yekê nekin dê serê wan bê firandin.

Ji bo serê wan nefire dixwazin komkujiyê li ser kurdan pêk bînin. Ev gelek zelal e. Lê bi hêza xwe nikarin. Di van çend salên dawiyê de ev pir zelal derket holê. Herî dawî li Garê têk çûn. Niha pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Ji ber ku têkçûye wekî berê nikare hêz û alîkariyê ji derve bistîne. Ji bo wê dixwaze komkujiya kurdan bi deste KDP’ê pêk bîne.
KDP jî bûye dildarê vê yekê. Niha bûye şûrê tirkan û dixwaze li ser navê Erdogan-Bahçelî serê kurdan bifirîne. Hêzên wekî Gulan û Zêrevan ên ji aliyê tirkan ve hatine perwerdekirin û çekên tirkan li milan e êrîşî şervanên azadiya Kurdistanê dikin. Dewleta tirk ji hewa ve bombeyan li şervanên azadiyê dibarîne, xwefiroşên KDP’ê jî ji bejahî êrîşî şervanan dikin.

Ji ber ku dewleta dagirker talîmat daye. Erdogan-Bahçelî ji bo canê xwe xilas bikin, dixwazin di demek kin de komkujiya gelê kurd pêk bînin. Nexwe dê di demek kin de têk biçin. Ji bo wê ji KDP’ê û xwefiroşên wê re dixwazin êrîş bikin. Ew jî niha êrîşê dibin ser sengerên şervanan. Ji ber ku KDP jî hêzek gendêlî kirî, zengîniyên gelê kurd pêşkêşî dewleta tirk kiriye. Heta qirika xwe ketiye nav çala herî û qirêjiyê. Ketiye destê dagirkeran. Ji ber qirêjiyên li hemberî gelê kurd pêk anî, xwe spartiye dagirkeran.

Xuya ye ku KDP dê vê îxanetê ranewestîne. Bixwaze jî êdî nikare. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî çewa heta niha li hemû qadên heyîn li dijî dagirkeran heta guleya dawiyê têkoşiya ye, dê li hemberî îxanetkar û xwefiroşan jî têbikoşe. Ji bo wê divê kes xwe nexapîne. Vê rewşê wekî “Şerê birakujiyê” bi nav neke. Ev ne şerê birakujiyê ye. Ev şerê welatperwerî û îxanetê ye. Îxanet ser bikeve dê dagirker serbikevin û Kurdistan winda bike. Welatperwer jî ser bikevin dê dagirker û îxanetkar têk biçin.

Bi vê boneyê divê hemû kurd hişyar bin. Divê helwesta xwe zelal daynin holê. Aliyê xwe zelal bike. An alîgirên îxanetê ne an jî alîgirên azadiyê ne. Her tişt gelek zelal e. Tiştek pir hêsan heye. Ew jî divê her kurdek bêje, “Hêzek li ser navê kurdan êrîşî hêzek din a kurdan dike îxanetkar e.” Kesek vê pênaseya herî hêsan neke ew jî bi bêdengiya xwe hêz dide îxanetkariyê. Bila kes nebêje şer naqewime. Hind sînor hene. KDP bi êrîşên xwe yên dawiyê ev sînor derbas kirin.

Tenê hêzek heye ku pêşiya vê yekê bigire. Ew jî bertek û helwesta gelê kurd e. Bêdengî û bêalîtî xizmeta îxanetê dike. Ji bo vê divê herkes aliyê xwe zelal bike. Destê xwe danê ser wijdana xwe û bersiva vê pirsê bide “Gelo çima KDP niha bi çekdarî li pêşiya leşkerên tirk êrîşî gêrilayên HPG’ê dike?” bide. Li gorî vê bersivê jî divê helwesta xwe zelal bike. Ku hema niha, îro rewşenbîr, hunermend, nivîskar, sîyasetmedar, karker, karmend, dayîk û bavên kurd vê helwestê nîşan nede. Hemû destkeftiyên gelê kurd dê tune bibin.

Roj roja deng derxistinê, helwest nîşan danê û xwedî li hebûna xwe derketinê ye.