18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KDP çima û çawa teslîmî Tirkiyeyê bû: Divê helwesta gelê kurd çawa be?

H.Halît Alaçati

Dewleta tirk û îdeolojiya fermî ya tirk ji roja avabûyî heta niha hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd û Kurdistanê ava kiriye. Gelê kurd û tevahiya cîhanê vê yekê dizane. Heta Serokê DYA’yê berê ku tiştak ji polîtîkayê fam ne dikir jî di çend hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re ev rastî fam kir. Trump diyar kir ku dewleta tirk tevahiya kurdan wekî dijmine xwe dibine. Jixwe dewleta tirk jî vê yekê înkar nake.

Ligel vê rastiyê KDP ev demek e îdîa dike ku pirsgirêka Tirkiyeyê bi kurdan re nîne. Gelo bi rastî KDP û serkirdeyên wê ji vê yekê bawer dikin? Ez bi xwe nebawer im. Kêm be jî KDP jî rastiya Tirkiyeyê dizane. Ji ber ku di nav rêxistinên kurdan ên siyasî de ya herî zede bi Tirkiyeyê re nêzîk dixebite KDP ye. Her wiha KDP dizane ku polîtîkayên niha dimeşine kêrî gelê kurd û Kurdistanê neyê.

Baş e KDP îro çima bi KDP’ê re peyman û têkiliyên kurd û Kurdistanê tune dike, dimeşine?

Yek: KDP wekî partiyek perçeyê hate avakirin. Ji xwe feraset û çarçoveya wê li gorî polîtîkayên neteweyî nebû. Piştre jî malbata Barzanî bi darê zorê dest danî ser vê partiyê. Polîtîkayên partiyê jî ji çarçoveya perçeyekê daxistin çarçoveya eşîrê. Piştî di 1992’yan de bû îktîdar jî vegeriya partiya malbata Barzanî. Derdekî wan ê wekî kurd û Kurdistan nîne.

Didu: KDP ji roja ketî destê Barzaniyan heta niha tu carî ji hêza gelê kurd bawer nekir. Her tim hêviya xwe bi hêzên derveyî re girêda û bi Peyman û têkiliyan li ser tawîz dayînê hewilda xwe li ser piyan bigire. Ev heman demê feraseta axayên feodal ên Kurdistanê ye. Barzanî îro jî temsîliyeta vê polîtîkaya bi dehan caran kurd di komkujiyê re derbas kirî temsîl dike û dimeşîne.

Sisê: Karektera malbata Barzanî li ser çanda hevkariya bi dagirkeran re teşe girtiye. Heta dawiya sedsala 18’emîn jî eşîrek wekî Barzaniyan li Kurdistanê tune ye. Yekem car di destpêka sedsala 19’emîn de ev malbat dikeve nav siyaseta Kurdistanê. Dema Mihemed Paşa mîrektiya Soranê mezin dike û piraniya Kurdistanê digire bin hikimdariya xwe bi Osmaniyan re tê hember hev. Artêşa Osmaniyan têk diçe. Artêşa Mîr heta sînorên Amedê tê.

Tam di vê demê de Şêx-ûl Îslamê Mîrektiya Soran Mela Hadî fetfayekî dide. Şerê li hemberî Osmaniyan wekî guneh bi nav dike û bang li artêşê dike ku li hemberî artêşa Xelîf (Osmaniyan) şer neke. Mixabin beşek artêşê bi gotina Mela Hadî dike û artêşa Mîr gelek zeîf dibe. Mela Hadî li hemberî vê îxanetê xurcikek zêr ji Osmaniyan digire. Malbata Barzanî wekî neviyên Mela Hadî ji wê rojê pêve dikevin nav dîroka Kurdistanê û heta îro jî vê karektera xwe didomînin.

Çar: Malbata Barzanî Kurdistanê wekî milkê xwe û rêvebirina kurdan jî wekî heqê xwe dibîne. Ji bo vê hemû kurdên hewil didin xwe bi rêve bibin di hedefa Barzaniyan de ne. Li gorî Barzaniyan Kurdistanek ne di bin destê wan de, bêwate ye. Ji bo vê ji dagirkeran zedetir dijminiya rêxistin û tevgerên kurd dikin. Du hefte berê Rojnameger Kemal Çomanî vîdeoyek dengê Mesut Barzanî weşand. Dema mirov guhdar dike çavên mirov tarî dibin. Barzanî hemû partiyên kurdan wekî dijmin pênase dike û wiha dibêje: “Ku em bi van partiyan re peymanan çê bikin jî guh nedin van peymanan. Her tim şerek derbixin û wan têk bibin.” Hûn dikarin li ser hesabên sanal ên Çomanî xwe bigihînin vê nûçeyê û dengî.

Pênc: Peymanên aborî yên malbata Barzanî bi tirkan re çêkirîn hene. Li ser petrola Kurdistanê peymanek ji bo 50 salan hatiye îmzekirin. Ji sedî 70’ê hatiniya petrola ji bo tirkan, ji sedî 30 jî ji bo malbata Barzaniyan diçe. Ev petrol di ser Tirkiyeyê re derbasî Îsraîlê dibe. Ev peyman ji hêla Parlementoya Kurdistanê ve nehatiye çêkirin û erêkirin. Raste rast bi malbata Barzaniyan re hatiye çêkirin. Parlemento nikare hatiniyên ji vê petrolê kontrol bike û bipirs e.

Şeş: Ligel welatên Ewropa û Amerîkayê beşek mezin a razemenî û serweta Barzaniyan li Tirkiyeyê ye. Ji Dîlokê bigire heta Mêrsîn û Antalyayê şirketên gida, malzemeyên înşaatê, çandinî, lojîstîk û petrolê, otelên turîzmê hene. Yekem car mijara şirketên malbata Barzanî bi boneya bibû mijara dadgehê li Tirkiyeyê hatibû holê. Ji ber ku çekên bihayê 10 milyon dolar ên Şirketa Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hilberînên Petrolê Pentayê sexte derketin, mexdûran li Dadgeha Bazirganiyê ya Antalyayê doz vekiribû û derketibû holê ku şirket aîdî malbata Barzanî ye.

Heft: Di dema Referandûma Başûr de navbera Tirkiye û malbata Barzanî xirab bû. Wê demê gelek rojnameyên tirkan de nûçeyên xwe de behsa qasetên zilamên malbata Barzanî yên li van otelan dikirin û ev yek wekî gefekê bikar dianîn. Bi taybetî navê Nêçîrvan Barzanî destnîşan dikirin. Elbette ev rêbazek ne exlaqî ye lê tê zanîn ku Barzanî gelek caran betlaneyên xwe li Tirkiyeyê derbas dikin û qeydkirina qasetan rêbazek ji hêla hemû îstîxaratan û bi taybetî ji hêla îktîdarên tirkan ve tê bikar anîne.

Mirov dikare gelek xalên din li van xalan zêde bike. Lê tikiliyên malbatî yên aborî bi dewletên biyanî ve xetereya herî mezin e. Ji bo vê tevahiya dewlet têkiliyên aborî yên kesên di rêveberî û saziyên îstîxbarat û artêşê de cih digirin bi dewletên biyanî re qedexe dikin. Heta gelek dewlet zewaca van kesan a bi kesên biyanî re jî qedexe dikin. Rusya mînaka vê ya herî sereke ye. Mixabin tevahiya malbata Barzanî di rêveberiya Başûr de cih digirin û lê hem têkiliyên wan yên razemenî hem jî yên aborî bi Tirkiye û gelek dewletên din re hene.

Ev têkiliyên malbata Barzanî yek jî di bin kontrola Parlementoya Kurdistanê de nîne. Hatin û çûyîna bûtçeya Kurdistanê ji hêla malbata Barzanî ve tê rêvebirin. Heta niha di serî de Tevgera Goran partiyên din ên Başûr gelek caran ev mijar anîn rojeva parlementoyê. Sedemek qrîza siyasî ya li Başûr ev e. Lê malbata Barzanî tu carî hesap neda parlementoyê û bersiv neda pirsan.

Heta niha îtîrafa herî ber bi çav duh ji Berpirsyarê Tikiliyên Derve yê KDP’ê Safîn Dizayî hat. Wekî tê zanîn ev hefteyek e mijara talankirina daristanên Başûr di rojevê de ye. Li ser bertekan Wezareta Karên Hundir a Tirk diyar kir ku wan ev dar bi îhaleyê kirin e. Dizeyî di roportaja dayî Dengê Amerîkayê de bi neçarî li xwe mikur hat û daxuyaniya rayedarên tirk piştrast kir û wiha got: “Agahiya me bi birîna daran heye. Tirkiye ji bo operasyonê pêwistî bi riyan dibîne. Daran ji bo çêkirina riyan dibirin lê şîrketa îhale girtî daran ji peymanê zêdetir dibire.”

Bi gotinek zelaltir Dizeyî diyar dike ku li hemberî PKK’ê bi Tirkiyeyê re Peyman çêkirine. Ji bo vê axa Kurdistanê bi îhaleyê firatone tirkan. Xema û nerazîbûna Dizeyî ew e ku şirketa axa Başûr kirî ji peymana hatî çêkirin zêdetir daran dibire. Nexwe ji bo wî firotina axa Kurdistanê û hevkariya partiya wî ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê ne pirsgirêk e. KDP û Dizayî ji bo vê rûreşiya xwe veşêrin wekî henekên xwe bi aqlê kurdan bikin dibêjin “Pirsgirêka Tirkiyeyê bi kurdan re nîne. Bi PKK’ê re heye.”

Tê gotin ku dema kesên bêşerm mêrxasiya xwe dibêjin diziya xwe aşkera dikin. Dizayî jî dema dixwaze qebaheta xwe veşêre îxaneta li gelê kurd û Kurdistanê kirî îtîraf kir. Kesek kêmek aqil û hestên neteweyî pêre heyî divê li hemberî vê bûyerê rabe ser piyan. Bertek nîşan bide û kesên vî sûcî dikin rawestîn e. Gelê kurd demek dirêj e ji ber van îxanetên navxweyî bi komkujiyan re derbas dibe û êşan dikişîne. Daxwaza wî ya yekitiyê gelek rewa ye û tê zanîn. Derketina wî ya li dijî şerê birakujiyê helwestek rast û di cî de ye.

Lê divê her kurdek şerê birakujiyê û îxanetê jî baş ji hev cuda bike. Şerê birakujî ji bo pevçûnên di navbera du hêzên ji bo heman gelî û welatî têdikoşin de çê dibe tê gotin. helbet divê hemû kesên xwedî hestên neteweyî û welatparêz li dijî vê derkevin. Lê şerê di navbera hêzek welatparêz û hêzek bi dagirkeran re hevkarî dike ne şerê birakujiyê ye. Şerê bi dagirker û hevkar û îxanetkaran re ye. Nexwe ev hestên sadiqane, paqij û hêja dê bên îstîsmarkirin û li dijî gelê kurd û Kurdistanê bên bikar anîn.

Tişta îro çê dibe jî ev e. Peymanên KDP’ê yên bi Tirkiyeyê re zelal in. Razemenî, mal û milkê Barzaniyan ên li Tirkiyeyê li ber çavan in. Baregehên leşkerî yên tirkan ên di nav axa kurdan de ji hêla KDP’ê ve tên parastin li holê ne. Êrîşên ji van baregehan li ser kurdan û xwezaya wan tê kirin aşkeran e. Ligel vê hevkariya KDP’ê ku sibê şerek derkeve ev ne şerê birakujî, şerê li hemberî dagirker û hevkaran e. Şerê li hemberî yên kurd û Kurdistanê difiroşin û tune dikin e.

Wekî encam divê kurd tespîta xwe baş bikin. Bi hevkariya KDP’ê Tirkiye dixwaze hêviya Kurdistanê tune bike. Dixwaze tevkujî û komkujiya kurdan a çandî, civakî û fîzîkî temam bike. Kîjan kurdê di vê pêvajoyê de alîkariya van polîtîkayan bike û li hember bêdeng bimîne nîvekarê vê komkujiyê ye. Kesên bi rastî dilsoz û welatparêz divê li hemberî vê rewşê bêdeng neminin. KDP ji vê bêdengiyê hêzê digire û zêdetir teslîmî tirkan dibe. Helwestek wekî “Bila şerê birakujiyê çê nebe. Em li dijî şerê birakujiyê ne” xizmeta tunebûna kurd û Kurdistanê dike. Polîtîkayên hevkariya bi dagirkeran re rewa dike.

Divê tu kurd destûr nedin ku hestên wan ên nirxbûha û paqij ji bo veşartina vê hevkarî, bazar, talan û îxaneta qîrêj bên bikar anîn. Tenê gelê kurd dikare vê bazara qirêj xirab bike. Divê kes xwe nexapîne ji rastiyê re rastî ji xirabiyê re xirabî bêje. Nexwe wisa biçe ne di deme, gelek dirêj, di demek kin de dê hemû îdealên ‘Kurdistaneke azad’ bibin xeyalên vala. Welatekî ku  êdî em bi hesreta wî dijîn jî namîne. Dibe malbata Barzanî biçe li welatên biyaniyan debara xwe bi milkên kirîn bike, lê dê bi deh milyonan kurd bi mirin, girtin û koletiyê re rû bi rû bimînin.

Demek dirêj li benda me nîne. Divê her kurdê welatparêz di navbera şerê azadiyê û hevkariya bi dagirkeran re helwesta xwe zelal bike û aliye xwe kifş bike. Nexwe di pêşerojê de dê zarokên ku em çîroka Mihemed Paşa û îxanetkar Mela Hadî jêre bêjin tune bin.