19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kê çek da destê wî?

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Roja 17’ê hezîranê serê sibehê kesê bi navê Onur Gencer tevî çeka di destê xwe de bi çend kesan êrîşî avahiya HDP’a Îzmîrê kir.

Di vê êrîşa hovane de endam û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz hat qetilkirin û avahî jî hat şewitandin. Şêwazê êrişkariya tetîkkêş Onur Gencer dide diyarkirin ku ev êrîş ji berê ve hatiye plankirin. Jixwe dema mirov li daxuyaniya HDP’ê dinêre armanca vê êrîşê çi ye hîn baştir tê famkirin.

Rêveberiya HDP’ê da zanîn ku li avahiya HDP’ê civîna rêveberiya HDP’ê hebû. Lê ji ber plansaziyeke din, saeta civînê hatibû guhertin. Bi vî awayî tetîkkêş û aliyên wî li ser mijarê sor kirine negihaştin armanca xwe. Lê di encamê de li ser partiya siyasî ku li gor pîvanên hiqûqê û di çarçoveya zagonan de hatiye avakirin êrîşek hovane heye. Ji êrîşê wêdetir kuştinek heye.

Denîz Poyraz bi salan di nava xebatên ciwan û jinan de cih girtibû. Malbata Poyraz ji ber zextên dewletê ji Mêrdînê hatine û li Îzmîrê bi cih bûne. 3 birayên Denîz jî ji ber xebatên siyasî di zindanên dewleta tirk de dîl hatine girtin.

Ev êrîş çawa pêk hat?

Polîsên ku her roj û gav li dora avahiyê HDP’ê ne û her kesê ku dikevin hindur ji aliyê wan tên tespîtkirin çawa çêbû ku ev kesê êrîşkar nedîtin. Ev jî hevkariya polîs û êrîşkar radixe ber çavan. Di gelek êrîşên bi vî rengî de piştre derket ku polîsan beriya êrîşê bi tetîkkeş re wêne kişandine. Sibê dusibê wêneyên polîsan û hin aliyên siyasî bi vî kesî re derkevin jî divê em şaşwaz nebin. Me ev mînak di kuştina Hrant Dink de dît. Piştî wê wêneyên Ogun Samastê tetîkkeş bi polîsan re çawa derket holê wê wêneyên vî kesên tetîkkêş jî derkevin holê.

Der barê êrîşê de waliyê Îzmîrê di daxuyaniya xwe de hewl da ku kesê êrîşkar weke kesekî bêhna wî teng bûye nîşan bide.

Tiştê balkêş, televîzyona A Haberê ku di weşanên xwe de her tim HDP’ê hedef nîşan dide bi 3 kamerayên xwe û weşana xwe ya zindî li ber avahiya HDP’ê bû. Piştî bihîstina êrîşê bi hezaran kesî berê xwe da ber avahiya HDP’a Îzmîrê. Polîsên hatin cihê bûyerê dora avahiyê girtin. Nehiştin kes nêzî avahiyê bibe. Piştre jî êrîşkar ji avahiyê weke ku birevînin, birin.
Ertugrul Kurkçu der barê êrîşê de agahiyeke balkêş parve kir. Kurkçu destnîşan kir ku Onur Gencer tevî du tetikkêşên din hatine avahiyê lê her duyên din reviyane.

Bêguman ev êrîş rewşa siyasî ya Tirkiyeyê aşkera dike. Jixwe serçeteyê tirk Sedat Peker di dîmenên xwe yên li ser tora dijîtal belav dike de balê dikşîne ser çeteyên ku di nav dewletê de bi cih bûne. Êdî desthilatdariya AKP-MHP’ê ji aliyê çeteyên di nav dewletê de bi cih bûne ku ev jî ji şer, pevçûn û kaosê sûdê digirin tê rêvebirin. Erdogan û Bahçelî jî li bo li ser postê desthilatdarê bimînin çavê xwe ji wan re digirin û şirîkatiyê bi wan re dikin.

Dixwazin bi cînayetên siyasî emrê xwe dirêj bikin. Ji xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî gotibû: “Ger hevdîtinên li ser vê masê bi dawî bibin wê dest bi cinayetên siyasî bikin.”
Li Tirkiyê bi zanebûn dijminatiya kurdan pêş dixin. Divê ev êrîş û kesên ku ev êrîş plan kirine bi awayekî zelal werin aşkerakirin. Di vê ji tetîkkêş zêdetir yên çek daye destê wî bên zelalkirin. Di vir de ji şexs zêdetir têgeh û pêşxistina dijberiya kurdan mijara esasî ye.