Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Keçelê guriyê gemarî

Hebe nebe, dilê wî heye navenda çandina por, li Amedê veke!

Meriv nizane; kî aboriya xwe bi çi awayî bi dest dixîne û reklama karê xwe yê nû jî bi çi awayî dike!

Her ku destên wî ji kar kiribûn,  çavê xwe li karekî nû yê domdar digerand. Reben ez im, xaniyê wî jî bi kirê bû. Hibir li pênûsê çikandibû; lê dîsa jî kiribû nekiribû kuleka wî, dû negirtibû…

Kes naxwîne xwedê jê razî, kes naxwîne! Her kes dinivîsîne. Wext namîne ji xwendinê re. Tu nirxek bi xwendin û nivîsê ve nehiştine. Ê dixwînin ya bêkar in ya jî ên qevd bi girêdan in

Ne bi tirkî ne jî bi kurdî,  êdî nivîsên kesî bi pere nakin. Ji bilî nivîsên melayê cîranê me yê xerzî.

Melayê cîranê me niviştvan e. Ji bo dildaran niviştan çêdike. Jin û mêrên cihê li hev tîne. Ên li cem hev jî  diqetîne. Ê wî êdî ne pênûs e, şûr e. Derd û xeman ji kokê da dibirîne. Û perê ku ji niviştan bi dest dixe, xwediyê pirtûka xelata wêjeya nobelê jî bi dest naxîne.

Wan rojan, dinya bi berf û şepe bû. Li ser nivîsê; pişta wî xûz, çokên wî ragirtibûn. Nikaribû ji ber tifikê rabe here ser sefikê. Porê wî dirêj û gur lê bi dahfên spî bû. Xwe dabû ser qenepa ber şibakê û kûr û dûr ponijîbû:

“Çi bikim çi nekim, ez ê çawa ji bin barê van deyn û xercan derkevim?”

Ji mêj ve gotibû: “Qinyata min, bi kaxiz û niviştan nayê, ev yek. A din jî; qedera, xweda li jor nekiribe, bi kaxiz û niviştên şêx û melan naçe serî!

Êdî nabe, kumikek spî bide serê xwe û li ber misfehekê jî rûnê. Ji xwe ew ê gulişkên porê wî di bin kumik de daketina ser cênîkên wî. Û heye; wan jinên ji niviştan bawer dikin, qîma xwe bi porê wî bînin, lê bi niviştên wî neynin jî.

Roj bi ser rojan, hej li bin bajaran û vîrusa koronayê  ji rişk û spiyan bigire heta bi gur û roviyan jî ket, lê  hê hefteyek bi ser neket, yekî di rengûrûyê Jul Birayn de û dîsa wekî  wî wêrek, navê wî da û lê kir rexneyek!

Xwedê da porgulîşkê me û di bin rexneyên wî de nema, şev û rojek. Bi sê çar peyvan keysê lê anî û jê re got: “Keçelê guriyê gemarî ! ” Bi kevnebiwêjek.

De keçel, ne yek in ne dudo ne. Not û neh (,) nehsed û not û neh ji sedî, ( Ji ber gulîşkên porê wî, hejmar nagîje sedî) nake têrî vegotina hejmara keçelên vî

welatî. Hin irsî hin jî ji ber kul û xemên

dinyevî!

Lehiya kul û xeman, li kevçîka dilê gelê me rabûye. Hêvî, li ser baskên qaqlîbazên  peravên behra dil bin jî; porê

şirtînî û lawazokî, li serê xwediyê xwe

nesekinîn!

Piştî rexne û bersivan, niha hemû keçel telefonî navendên çanda poran dikin. Ji bo nekevin devê porgulîşkên ku;  xwedê bişirînek şîrîn jî para wan nexistiye û heye ku porê wan jî bûbin kewara rişk û spiyan.

Heke; te, navenda çanda por venekiribe an nebûbî şîrîkê wan; de ka çima dev davêjî  keçel û guriyan?

Ne, kalê min jî keçel bû. Di qileqija çilê havîna navîn de jî;  tu car kum û şewqe ji sere wî kêm nedibû. Şirikên xwêdanê di bin kum de davêtin rûyê wî. Heke sax bûna, ew ê bigotina: Selîmo lawo! Qey tu bîrekor î? Çawa, halê keçelan bîr nabî? Bi Şêx Hadîkê Melekê Tawis kim, tu ji destê min xelas nabî!