spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kefiye

Îngilîziya ku dikare fikrên Hamlet û trajediya Qral Lear bîne ziman, nikare velerzîn û êşa serî vebêje, ne xwediyê gotinên welê ye.’ Vîrgînia Woolf wiha gotiye. Dema mirov gotina; ‘serêş’ ‘headacke/headpaîne’ dide ber hev pir dişibin hev jî. Belam digel ku kurdî dikare bi dirêjiya rûpel û stranên dengbêjan behsa serêşê bike, îngilîzî nikare vê yekê bike. Ev yek jî em nabêjin, ew dibêjin lew encax ew bikarin bibêjin; ziman ê wan e.

Li aliyê din, tu ziman nikare rastiyê bîne ziman. Ji bo ku êş, serdanpê bedenî û kesanî ye ziman encax dikare bike minemin. Lew êş, jan; tê wateya tişta ku nayê ziman, nikare bê ziman. Ji ber ku ew bi xwe (êş, jan) ziman seqet dike, bi berxwedana xwe wî divirvirîne li bin guhê erdê dixe, perçe perçe dike. Jixwe dewlemendiya zimanan jî heta sînorê bûyereke jandar e. Li wê sînorê gotin pelên weşandî ne, tenê dikarin bikin xişexiş lew bagera janê wan bi hewa dixe û me jî bi wan re. Ji ber ku mirov bi qasî ziman qels û neçar e li hember janan. Lê dibêjim qey em gihîştine wê çerxeriyê ku êdî ‘janê’ wek ‘jan’ negirin dest û vê rewşa jiberkirî ku ne tê ziman, ne jî weke bareke li ser milan kêm dibe biguherînin.

Madem ku rastiya jiyanê ne, em wan wekî ‘rastiya jiyanê’ di şexsê kefiyeke kurdî de bidin serê xwe. Yanî bila janên me, kefiyên me, alên me gustîl û demjimêrên me bin, dostên me bin, ne serdestên me yên ku hem me, hem jî xwe dieciqînin. Mînak; Bûdîst wek rêgeza yekemîn bi vê yekê bawer in; ‘jiyan tije jan e, tehl e, demborî ye.’ Dema ku mirov vê yekê wek kefiyeyekê bide serê xwe û wisa bimeşe dê êş-jan, li hemberî mirov nebin ejderha ne? Lew em bi wê zanînê birê dikevin û dizanin ku her tişt îro wiha ye lê sibê dê ne wiha be; îro heye lê sibê tune ye. Ew tunebûn jî guherîn û rêwîngiyeke din e di nava beden û giyana gerdûnî de.
Lê me behsa sînorên ziman dikir an jî nekarîna ziman. Ka em ji lûnûskek kevin mînakek bixwînin û dawî li nivîsa xwe bînin:
Ger me nekuştana me yê
wan gulên
li keviya keviran bi baranê xweş
av bida xêzikên li camên
şibakên dilpaqij bikira
lênûskek vekira pirtûkek bigirta
ger we em nekuştana
me yê ji wî çemî bipirsiya
ka riya wî bi ku ve ye.