19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Birayê wekîlê AKP’yî gefa kuştinê li malbata Şenyaşar xwar

Çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurê wê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dabû destpêkirin di roja 119’an de didome.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew di 2’yê tîrmehê de ji bo piştevaniyê çûne Amedê û her kes doza wan dişopîne. Şenyaşar da zanîn ku sibê roja 120’emîn a çalakiya wan e û 4 mehên wê diqede.

Malbata Şenyaşar rastî gefan tê

Şenyaşar destnîşan kir ku qetlîama esil ew e ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatiye û wiha got: “Der barê bûyerê kamerayên ewlehiyê, beyanên doktoran û teşhîsa dayika min hene, lê kesên qetlîam kirine bi rehetî di nava xelkê de digerin. Birayê wekîlê AKP’ê, Suleyman Yildiz ê ku ji polîtîkaya bêcezatiyê sûd werdigire hêj gefa kuştinê li me dixwe. Me cara duyemîn der barê Suleyman Yildiz ê ku di medyaya dijîtal de gef li me xwar, gilî kir.”

Dozgerê 8’emîn dê li dozê binere

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî ev tişt parve kir: “Dozgerê dozê yê 7’emîn çû. Wê dozgerê 8’emîn îro li dozê binêre diyar bibe. Sûcek mirovahiyê li holê heye, em tenê dixwazin tişta pêwîst a hiqûqî were kirin. Dozgerek nû! Hêvîyek nû!”