spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kêla Memê

Li vî warî her çiya, zinar, geliyek; dîrok û xwezaya xwe di navê xwe de pênase dike. Çîroka Kêla Memê jî yek ji van e. Mem, şivanekî çeleng, bejinbilind, lihevhatî ye. Her êvara payîzê pezê xwe ji alincê radike û berê wî dide vî çiyayî. Kî dizane belkî jî çiya bang dike bi zimanê ku her kes nabihîze. Bêrîvanên vî warî, bejn û bala wan, esilzadebûna wan ji xemla wan diteyise.

Mem dil berdide bêrîvanekê. Dil û awirên her duyan li hev dialiqin. Li vî welatî evîn bi çavan tê jiyîn, zêde bi gotina nayê ziman.

Mem û bêrîvana nazenîn jî bêyî gotinekê, dilê wan dikeve hev. Kî dizane, belkî jî ev evîn e her êvar Mem bi keriyê wî ve vedixwîne vî çiyayî.

Ji ber xêr û bêra axa vî çiyayî, keriyê Mem ji keriyên dî çêtir e. Ev rewş bala şivanên dî û gundiyan jî dikêşe. Ji mereqê zêdetir dibe weke kulekê di dilê wan de. Lê belê dikin û nakin Mem tiştekî ji wan re nabêje, weke wî çiyayî hiş dibe.

Dilê bêrîvaneke dî jî dikeve Mem. Lê belê çi dike Mem rû nadê. Reşka çavên wî yên belek her ku diçe evîna dilê xwe mezin dike. Berê evîn wiha dihat jiyîn. Dema awirên evîndar li keseke/î dî biketa, evîn, heram dibû, dihat kuştin. Evîn sêhr e, evîn efsûn e, evîn niyaz û lavaya xwedayî ye. Mem bi vê evînê dil dabû. Dilê wî niyaza evînê dikir.

Bêrîvana bersivek ji Mem negirtî, dilê wê bi agirê hesûdiyê dikele û ji temtêla Mem evîndariya wî ferq dike. Dema Mem û bêrîvana xwe tên beranberî hev, bêrîvana hesûd fêm dike ka çima Mem rû nadê. Hesûdî, nexweşiyek e ku dilê mirovan reş dike.

Mem weke her rojê, berê keriyê xwe dide deştê. Divê beriya ku roj biçe ava kerî bê ber bêriyê. Lewre evîna ew anî vî çiyayî, dîsa bi lez û bez wî û keriyê pêz tîne ber bêriyê. Bêrîvana hesûd, dikeve pey Mem ji bo kêmasiyeke wî bidest bixe. Lê heta çavê xwe digire û vedike, Mem û keriyê wî ji ber çavan winda dibin. Ev bêrîvan bi qasî hesûdiya xwe ewqas jî jîr e û fêm dike ku sireke Mem heye.

Bêrîvana hesûd, dikeve pey dek û dolaban ku vê sira wî bizanibe.

Bêrîvana hesûd, ji bêrîvana evîndara Mem dora wî fêr dibe. Evîndara dilşewat çi dizane ku bi devê xwe fermana mirina Mem mohr dike! Bêrîvana hesûd dizanî ku yê sira xwe bide, dest lawaz dibe. Lewma demildest planekê çêdike ku her kes pê bihese. Dibêje qey sira Mem aşkera bibe, dê Mem ji evîna xwe vegere û ji wê re bimîne! Diçe Kulîlkeke Guldexwîn ku tenê li navsera Kêla Memê çêdibin, dixe ber şaxê beranekî ku her kes bibîne.

Guldexwîn, guleke ji nizar hez dike, qurmê wê rojê nabîne, bi qasî nîv bejnê bilind dibe, belgên wê bi qasî tiliyekê, gulên wê bi rengê sorê xwînî û serberjêr vedibin. Mirov bi bêhna wê sermest dibe.

Mem, berê ku reşahiya êvarê bikeve erdê, weke her carê bilûra xwe ya awaz-zîz, dixe nav lêvên xwe û dilorîne. Bi newaya bilûrê, kerî fêm dike ku dema çûyînê ye. Bi zeraqên rojê yên dawî re keriyê Mem digihîje cihê bêriyê. Gundî û bêrîvan li benda Mem in ku pêz bîne, bidoşin û bixin hewşê. Dema dakirina pêz a hewşê, gundiyek Guldexwîna bi şaxê beran ve dibîne…

Çawa gundî gula bi şaxê beran ve dibîne bi matmayî gulê radike û diqîre, ‘ev çawa dibe, Mem çawa kariye pezê me bibe serê wî çiyayî çêrandiye? Ne pêkan e pez bikare biçe serê wî çiyayê asê.’

Gundî bi şaşwazî li guldexwînê dinêrin. Mem, ‘bêkesekî wê dera hanê bû, ev çiya nas nedikir ma!’ Ti kesî zêde Mem nas nedikir. Lê comerdî, dilsoziya wî hiştibû ku her kes baweriya xwe pê bîne.

Mem bi qîrewîra gundiyan li mijarê dihese û agir bi dilê wî dikeve. Dema şewat bikeve dil, heta ew dil lê bide dişewitîne! Dilê Mem dişewite ku sira xwe daye dest! Lewma bi şerm û şewata dilê xwe ve berê xwe dide çiyê û heta navsera çiyê diçe. Mem, li çiyayê cemedîn bilûra xwe dixe nav lêvên xwe yên bikeser û pif dikê. Newaya bilûra wî ya şewat li çiya û geliyên Kato Jîrkan, Kato Marînos, Qaplanê Tenîn, Cûdiya Miraza pêkve di şikêrên wan de deng vedide.

Li navsera çiyê taveheyîv weke elmasekî diçirise li ser berfa pûk, hindik maye ji hilatina rojê re. Heta tiliyên Mem diqerisin, li ser bilûrê dilivin. Newaya bilûrê awazên ku sira xwe daye dest dilorîne…

Gundî sibehê radibin ku pezê xwe berdin, dinêrin ku ne Mem heye, ne jî pez heye. Gundî bi şaşwazî li hev dişêwirin ka çi qewimiye lê kes jê fêm nake. Li van gundan her kes pêz xweyî dike, jê fêm dike, lê tenê şopeke pêz nabînin ka bi ku ve çûye.

Keriyê pêz dikeve pey dengê efsûnî yê bilûra Mem; diçe li dora Mem dizivire û weke niyazekê wî tewaf dikin. Mîna perperokên li dora agir digerin!

Ne tenê pez bû yê bi dengê bilûra Mem ve çûyî, bêrîvana evîndar jî çûbû bûbû mêvana dildarê xwe. Mem, bêrîvana dildar û keriyê pez, di niyaza evînê de dibin kevir, sireke dîtir jî li vî çiyayî zêde dikin; da ku sir careke dîtir aşkera nebe.

Piştî gundî li bûyerê dihesin û diçin dibînin, careke dîtir li sira vî çiyayê razber dibînin û navê wî dikin “Kêla Memê”. Ji wê rojê heta niha xelkê herêmê her sibeh berê xwe dide Kêla Memê û jê re niyaz dike.