Rojnameya Heftane

Keleh û bircên Amedê

M. Alî Ertaş

Gelek cih û şûnwarên dîrokî li ser axa me hene. Dibe ku em di nav van şûnwaran de dijîn lê haya me ji dîroka piraniya wan çênabe. Loma jî em ê hinekî behsa keleh û bircên Amedê bikin.

Amed, bi keleh û bircên xwe tê nasîn. Keleh zêdetirî 5 km dirêj e. Têketina kelehê ji çar deriyan pêk tê: deriyê Çiyê (deriyê Xarpêtê jî tê gotin), deriyê Rihayê, deriyê Mêrdîn  û deriyê Nû. Temenê keleha Amedê digihêje 9 hezar salan. Piştî seda Çînê keleha herî dirêj a cîhanê ye. Keleh di sala 2015’an de jî ket Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê. Keleh bi birc û kîtabeyên xwe bêhempa ye, ji jor ve dişibe masiyê mertalî. Keleha Amedê bi bircan xeml û xêza xwe neqişandiye û bajêr ji êrîşan parastiye.

Li ser kelehê di serdemên cuda de 82 birc hatine çêkirin. Gelek ji wan grover in; hin ji wan çarqozî û pirqozî ne; hin ji wan jî 2-3 qat in. Qatên jêr wekî embar hatine bikaranîn, qatên jor jî ji bo karên leşkerî. Bircên li hemberî êrîşan û xwezayê li ser lingan mane, gelek ji wan rastî texrîbatên mezin hatine. Her çiqas ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û wezareta çandê ve hinek ji wan hatibin restorekirin jî dîsa li benda rastorasyoneke nû ne.

Li ser gelek bircên Amedê çîrok hatine gotin. Bi çîrok û serpêhatiyên xwe di nav rûpelên dîrokê de hatine parastin. Di nav 82 bircan de yên herî zêde tên naskirin, birca Bilind ango birca Ben û Sen, birca 7 Birayan, birca Keçikan, birca Merwanî, birca Keça Qral û birca Tupişkê tên naskirin.

Birca Ben û Senê

Birca Ben û Senê li newala çemê Dîcleyê dinêre. Parastina wê hêsan e. Birc 4 qozî ye. Bircên dora wê dûrî hev in. Li gorî kîtabeyan Artûkiyan ew çêkiriye. Di navbera salên 1183- 1232’yan de, di dema Melik-el Salîh ebû’l-feth Mahmût ve hatiye çêkirin. Mîmarê wê Cafer kurê Brahîm e. Li ser bircê bi tevahî 6 motîfên şêran hene. Motîfên şêran bi tac û bask in. Teriya şêran wekî serê ejderha hatiye çêkirin. Serên şêran, mîna serê mirovan in. Ev fîgurên şêran, fîgurên şêrên li pêş pîramîtên Misrê tîne hişê mirovan. Li aliyê din, li ser vê bircê qertelê duserî heye. Di baskê vî qertelê duserî de 6 per dirêj dibin. Gelek motîfên şêr  û qertelan xurimîne û şikestine. Ji ber ku qertelê duserî pir hatiye hezkirin, li gelek sazî û rêxistinên wekî Şaredariya Amedê, Zanîngeha Dîcleyê  û gelek saziyên din wekî sembol bi kar anîne.

Birca 7 Birayan

Li aliyê başûrê keleha Amedê hatiye çêkirin. Ev birc jî wekî birca Ben û Senê, di sala 1183-1232’yan de ji aliyê Artûkiyan ve hatiye çêkirin. Ji bo hikumranê Artûkiyan Melîk Salîh  ji hêla mîmar kurê Cafer ve hatiye çêkirin. Ev birca grover, bi bilindî û mezinbûna xwe bi heybet e. Li ser vê bircê fîgurê qertelê duserî, şêrê bi bask û sewalên din hatine çêkirin. Kîtabeya li ser sînga vê bircê hatiye nivîsin, wekî bazinekî nexşandî yê gerdenê ye. Mirov li hemberî xeml û xêza wê matmayî dimîne. Ev birc jî wekî birca Bilind ji binî heta jor, bi awayekî estetîk bi aheng hatiye neqişandin. Ji kîtebeya ku wekî gerdenekê pêçaye heta fîgurên heywanan rengê huner û hostatiyek mezin tê xuyakirin. Ev kîtabeya kalîgrafîk ku bircê dike du perçe; li ser kevirên fireh wekî tenteneya bi moriyan hatiye xemilandin. Dîsa li ser vê bircê jî fîgurên şêrê bi bask û sermirov ku teriya wî serê ejderha ye hatiye bicihkirin. Ev fîgurê şêr ê li çep û rastê wechê bircê hatine çêkirin, li binya bazinê kîtabeyê hatine bicihkirin. Dîsa li binya bazinê kîtabeyê û orta her du şêran fîgurê qertelê duserî hatiye çêkirin. Di van nexşe û fîgurên hatine çêkirin de, tê xuyakirin ku wê demê gelek qîmet dane huner û çandê. Her wiha hatiye xwestin ku bi van fîgur û nexşeyan mezinbûn û hêza şaristaniyên xwe nişanî cîhanê bidin.

Li gorî tê gotin, rojeke ji rojan, qralê wê demê pêşbirkekê saz dike. Qral, dixwaze du bircên pir bilind û xweşik bên çêkirin. Li ser daxwaza qral, hosta û şagirtek xwe pêşniyar dikin. Hosta bi vê pêşbirkê dixwaze hunera xwe nîşanî cîhanê bide. Şagirt jî dixwaze bi vê derfeta ku ketiye destê wî ji hostayê xwe derbas bike. Piştî demekê hosta birca 7 Birayan, şagirt jî birca Bilind çêdikin. Bi çêkirina van bircên biîhtîşam hem qral gelekî kêfxweş dibe, hem jî hoste û şagirtê xwe bi berhemên xwe serbilind dibin.

Li gorî rîwayeteke din, rojek ji rojan dijmin dora bajêr dorpêç dike. Piştî şerê roj û mehan, dijmin hemû bajêr dagir dike lê tenê birca 7 Birayan bidest naxe. Qralê dijmin ji bo lihevhatinê nameyekê ji 7 birayan re dişîne. Dixwaze 7 birayan teslîm bigire. 7 bira jî şert û mercên teslîmbûna xwe ji qral re radigihînin. 7 bira dixwazin qral bi xwe were wan teslîm birige. Li ser vê daxwaza 7 birayan, qral daxwaza wan qebûl dike û li gel fermandarê xwe diçe birca 7 Birayan.

Piştî qral û fermandarên xwe dikevin hundirê bircê teqîn çêdibe. 7 bira depoya tije barûd diteqînin. Bi vê teqînê qral û fermandarên wî û 7 bira bi hev re dimirin. Bi vê yekê bajar jî rizgar dibe.

Birca Keçikan

Birc di serdema Hûrriyan de li rojhilatê deriyê Mêrdînê hatiye çêkirin. Beriya zayînê (B.Z) sala 349’an ji aliyê împaratorê Romayê Konstandinos ve û sala 1223’an jî ji aliyê Merwaniyan ve hatiye restorekirin.

Di nav bircan de birca herî kevn û mezin e. Ev birca ku ji 11 kemeran pêk tê, wekî perestgeh jî hatiye bikaranîn. Tê gotin ku serdepa  di bin vê bircê re derbasî derveyî kelehê dibe bi betonê hatiye girtin. Herî dawî sala 2002’an wezareta çandê ew ji nû ve restore kir û ji bo geşt û guzariyê hat vekirin.

Birca Nûrê

Ev birc li rex birca 7 Birayan, di navbera salên 1085-1183’an de, serdema Selçûqiyan, ji aliyê mîmar Selamî kurê Muhamedê Rihayî ve hatiye çêkirin. Kîtabeya li ser vê bircê bi nivîsa Kûfi (Nebatî) hatiye nivîsîn. Li ser dîwarên vê bircê, sûretên hesp, şêr, xezal û fîgurên jinê hatine nexşandin. Bi nivîs û fîgurên sewalan birca herî xweşik û dewlemend e. Di navbera kîtabeyê de bizina qiloçdirêj, ahenga bircê xweşiktir dike. Dîsa hespê ku bi çargaviyan dibeze yê di nav kîtabeyê de bi cih kirine, pêşketina peykersaziyê û di aliyê anatomiyê de çavderiyên xurt nîşan dide. Fîgura kevokê ku li çepê kîtabeyê hatiye çêkirin wekî baskê qertelê duserî 6 per jê diherin. Li biniya vê kîtabeyê peykerê jinek tazî, porkinik ku çarmêrkî rûniştiye heye. Li aliyê rastê dîsa motîfê kevokê û li biniya kevokê jî peykerê jina tazî cih digire. Di serdema antîk de peykerên jinên tazî yên wekî Kîbele, sembola bereket û zêdahiyê ye. Li aliyê rastê yê kîtabeyê peykerê şêr hîn berbiçav e. Li milê çepê peykerê çûkekî goştxwir ku cureyê wî nayê zanîn heye. Di vî peykerê çûkî yê seyda xwe parçe kiriye, hêz û xurtbûnê nîşan dide.

Birca Deriyê Çiyê

Hemû şaristanî û hikumdarên ku serwerî li Amedê kirine, li ser dîwarê birca Deriyê Çiyê kîtabe û sembolên xwe nexşandine. Li gelek cihan fîgur û peykerên sewal û gihayên cur bi cur çêkirine. Ji aliyê kîtabe û nexşeyan ve birca herî dewlemend e.

Kîtabe û figur

Dema mirov li tablet û nivîsên birc û keleha Amedê dinêre, dibîne ku hemû çand û keda mirovahiyê li vir li hev civiyane. Her civakekê bi tablet, nivîs û fîgurên xwe kevneşopiyek li pey xwe hiştiye.

Lê belê ji ber birc û keleh gelek caran hatiye hilweşandin û nûkirin, gelek ji van tablet û nivîsên ku çand û dîroka van civakan gihandiye heta roja îro wenda bûne. Tablet, bi piranî ji fikir û nerînên hostayên ku birc û keleh lêkirine pêk tên.

Fîgur jî sembolên bawerî û çanda civakên wê serdemê pênase dikin. Fîgur û tabletên Roma û Bîzansiyan bi piranî li deriyê Mêrdînê hene. Li gorî lêkolînan di nav yek ji van tabletan de wiha tê nivîsîn: “Împaratoriya ku têk naçe, bi pêşengî û rêveberiya  leheng Velantitianus û Grantianus di bingeha dewletbûnê de hat avakirin.”

Hin nivîs û tabletên dema Abasiyan jî di navbera deriyê Mêrdînê û deriyê Çiyê de hene.Di van nivîsan de jî navên kesên endezyarî li ser vê axê kirine tê nivîsîn.Di serdema Merwaniyan de Amed tê nûkirin. Merwanî bi piranî li ser avakirina birc, bend û piran rawestiyane. Di vê demê de welatiyên vir di nav aramiyê de jiyane. Vê demê Amed dibe mesken û warê zanist, zanyar, endezyarî û çandê. Mirov li ser bircan û kelehê, li gelek nivîsên Mervaniyan rast tê.

Mescîda Mervaniyan a li deriyê Çiyê ye yek ji wan e, îro roj wekî Galeriya Hunerê xizmetê dide. Nivîsa li hundirê derî hatiye nivîsîn wiha ye: “Mescîda xwedê tenê ji aliyê kesên nimêj dikin, rojî digirin, zekatê didin û kesên ji xwedê ditirsin ve tê tijekirin.”

Tableta ku di serdema Selçûqiyan de li ser birca Nûr û Findiqê hatiye nivîsîn wiha ye: “Siltanê mezin, şahê şahan, siltanê welatê xwedê; mezinê ol, welat û cîhanê; kurê Alparslan Melîkşah, emir kiriye ku ji malê xwe çêke.”

Di serdema Eyyûbiyan de keleh seranser ji nû ve tê nûkirin. Li ser bircên dora deriyê Çiyê tabletên Eyûbiyan zêde hene. Di yek ji van tabletan de wiha tê nivîsîn: “Bila xwediyê mezinahiyê siltan Melîk kurê Kamîl, şahê mislimanan û îslamê, stêrka cîhanê  Ebu’l-fet Eyuup Melîk Salîh siltan Ezîz be.”

Gelek fîgurên li ser bircan û keleha Amedê hatine nivîsîn, li benda lêkolîn û vegotina zanistî ne. Ev fîgurên sembolîk, çand û baweriyên gelek serdeman nîşan didin. Di van fîgurên li ser van bircan hatine nexşandin, şopên çand û baweriyên şaristaniyên di dîrokê de hatine li vir jiyane hene.