spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kelema li ber çavê Talîban: Selîme Mezarî

Selîme Mezarî jineke ji Afganistanê ye û li wîleyeta Belix ya Afganistanê hêzek leşkerî ya bi navê ‘Tevgera Gel’ li dijî Talîbanê avakiriye. Selîme di çeperên pêş, li hember Talîban şer dike.

Selîme Mezarî di sala 1971’an de li paytexta Afganistanê li Tehranê hatiye dinê. Piştî li zanîngehê beşa civaknasî di qedîne, di sala 2011’an de vedigere Afganîstanê. Li wê derê di nava saziyên hikûmetê de dest bi kar dike. Di sala 2017’an de li wîlayeta Belix di encama hilbijartinekê de dibe qeymeqama bajarê Çihar Kinitê. Dema Selîme di hilbijartinê de qezenc dike ji ber bandora hişmendiya baviksalar sazî û dezgehên wîlayeta Belix û bajarê Çihar Kinit li dijî hilbijartina wê derdikevin û qebûl nakin jinek bibe qeymeqam. Bi qasî 15 rojan rê nadin dest bi kar bike.  Piştre bi rêya serokomarê Afganîstanê destûr pê tê dayîn û dest bi karê xwe yê qeymeqamtiyê dike.

Mezarî dema dest bi kar dike pêngava destpêkê li dijî gendeliyê diavêje û gelek berpirsên gendeliyê dikin, dide dadgehê. Her wiha rêxistina Talîbanê piraniya gundên Çihar Kinit xistibû bin kontrola xwe û bacek zêde ji xelkên wir, werdigirtin. Kesên ku bac nedidan ji aliyê Talîban ve bi awayek hovane dihatin kuştin.

Selîme Mezarî her diçe dibîne ku hêzên ewlehiya wîlayeta Belix û Çihar Kinit li dijî van kiryarên Talîbanê bêdeng dimînin, daxwaz ji xelkê Çihar Kinit dike ku çek hilgirin û li dijî Talîbanan şer bikin. Ji bo gel bi vê daxwaza wê razî bibe, ew bi xwe jî diçe di çeperên pêş de li dijî êrişên Talîban şer dike. Di nava sala borî de 20 welatiyên wîlayeta Belix di şerê li dijî Talîbanê de jiyana xwe ji dest dane û gelek êrişên Talîban jî têk birine.

Piştre Selîme Mezarî biryar dide hêzek parastinê ya bi navê Tevgera Gel ava bike. Piştî ku ev hêz tê avakirin û ji sedî 70’ê deverên Çihar Kinit dixe bin kontrola hêzên Tevgera Gel û tenê ji sedî 30 ên di bin kontrola Talîbanê de dimînin. Ev jî demeke ku li wîlayetên din ên Afganîstanê ji sedî 10 dever, di bin kontrola hêzên Afganîstanê de maye.

Niha jî xelkê Çihar Kinit ji heft salî ta heftê salî piştgiriyê didin Selîme Mezarî û hêzek mezin a parastinê avakirine. Her wiha Selîme ji xelkê Çihar Kinit re gotiye: “Heta bijîm, ez ê gelê xwe bi parêzim û di çeperên parastinê de cih bigrim. Ger we dît ez ketim destê Talîbanan min tîrbaran bikin.”

Hewceyî gotinê ye ku piştî berxwedana Kobanê ya bi pêşengtiya jinên kurd ku êrîşên DAIŞ’ê têk birin û bandorek mezin a jinên azadîxwaz a kurd li ser jinên cihanê bi taybetî jî jinên Afganî yên hatine çewisandin kir. Ji ber vê yekê jî Hizba Hembestekî ya Afganîstanê hem ji bo piştgiriya Kobanê hem jî ji bo Efrînê gelek caran li Afganîstanê çalakî û xwepêşandan li darxistin.

Çavkanî: Rojnews