20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kemîna nobedar

Rojekê lojîstikçiyê erzaq êdî bêzar dibe, ji ber ku her şev hinek dikevin mitbexê û erzaqan dibin. Ji ber vê lojîstîkçî dibêje ez ê kemîn deynim, kîjan heval were ez ê wî zeft bikim. Planek wisa çêdike, dibêje ez ê herim xwe bixim bin çadira ku avêtiye ser tenekeya penîr, zeytûn û tehînê. Bi şev saet dibe dozdeh, lojîstîkçiyê me diçe xwe  dike bin çadirê. Dibêje hebe nebe her seatê nobetê nobedar tên erzaqan dibin. Kîjan were ez ê wî zeft bikim. Saet dibe yek kes nayê, dibe dudu kes nayê; êdî xew zorê dide wî, hewl dide ku rabe guhê xwe dide derva, meyze dike deng tê, zûka bêdeng guhdarî dike ku deng nêz dibe piştî du sê deqîqeyan ew kes dikeve hundirê mitbexê. Lojîstikçiyê me jî di bin çadirê de bê deng di kemînê de ye lê guhdarî dike.

Lojîstîkçî dişopîne ku ew kes êdî ketiye mitbexê bi torbeyê şekir û rûnê xwarinê re mijûl e. Êdî lojîstîkçiyê me dibejê ez ê hem sizmacî deşîfre bikim hem jî piçekî wî bitirsînim û bêyî ku çadira ketî bin  rake bang dike û wisa dibêje: “Xwe newestîne penîr, zeytûn, tehîn li wir in lê berî her tiştî tu rapora xwe ya rexnedayînê binivîse.” Çawa wisa dibêje hirçê ketiye hundir dike kufînî. Lojîstikçiyê me jî di heman demê de fêm dike ku ev ne heval e lê hirç e û ji tirsa heya ku hêza wî heye dike qêrînî. Bi qêrîniya heval re hirç jî vediciniqe û dibe orîniya wî. Xirecirek dikeve nav mitbexê hirç ji tirsa direve lê lojîstîkçiyê me hîn jî dike qêrînî û hawar. Vêca nobedarê şevê hema bi lez tê hawara lojîstîkçiyê me û dibêjê, “Heval heval çi bû ji te.” Lojîstîkçî tê ser hişê xwe û dibejê, “Tu zanî heval gavek din min ji hirçekî rapora rexnedayînê xwest.”  Nobeçiyê me jî  bi kenekî bilind dibêje, “Dibe ku tu pir hişk bi ser de çûyî heval, ji ber wê rexneya te qabûl nekiriye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê