19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kêmkirina ava çemê Firatê bandoreke nebaş li cotkariya Rojava dike

Ji destpêka sala 2011’an şerê navxweyî yê Sûriyeyê vir ve, dewleta tirk ava çemê Firatê li hemberî gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek çekekê bi kar tîne. Li cihê ku divê di çirkeyekê de 500 metrekab av berde lê tene 200 metrekab berdide. Ji ber vê bandoreke pir nebaş li rewaşa cotkariya li herêmê û gelê herêmê dike.

Kêmkirina avê ya ji aliyê dewleta tirk ve berê jî gelek caran dubare kiriye lê bi taybetî salên dawî zêdetir bûye. Ev pêkanîn binpêkirina peymana di navbera hikûmeta Şamê û dewleta tirk de ye ku sala 1987’an hatiye îmzekirin.

Mihemed Terbûş

‘Ava bendavan kêm bûye’

Gerînendeyê Giştî yê Bendava Tişrînê, Mihemed Terbûş têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Rêjeya ava ku ji axa bakurê Kurdistanê ya ber bi axa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diherike, zêdetirî 2 meh in guheriye. Rêjeya ava bendavê zêdetirî 4 metereyan kêm bûye û rêjeya ava bendava Firatê ji 3 metereyan zêdetir kêm bûye.” Terbûş diyar kir ku rêjeya ava tê, di navbera 200 û 2020 meterekabî de ye.

‘Em ê ji neçarî avê qut bikin’

Gerînende Terbûş destnîşan kir ku ew niha rojê tenê 8 saetan ceyranê didin herêmê û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Heke rewşa heta mehekê wiha bidome, em ê neçar bibin ku ceyrana ji 3 bendavan Firat, Tişrîn û Huriyê tê qut bikin, da ku rêjeya avê ya ji bo pêdiviya cotkaran a avdana zeviyan biparêzin.”

Kêmbûna rêjeya avê, bandoreke neyênî li jiyana cotkarên li ser keviyên çemê Firatê dike û yên ku pişta ji bo avdana zeviyan didin ava çem gelek zehmetiyan dikişînin.

Şeiban Hesen

‘Ava bîran kêm bûye’

Şêniyê bi navê Şeiban Hesen ê ji gundê Qomlix ê rojavayê Kobanê yê li nêzî çemê Firatê anî ziman ku av pir kêm bûye û wiha got: “Av ne wek berê ye, her wiha ava bîran jî ji ber bandora çem, kêm bûye. Li aliyekî din jî bandor li ceyranê jî dike.” Şeiban Hesen bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin da ku rêjeya avê bibe wekî berê.

Mûsa Mihemed

Şêniyê bi navê Mûsa Mihemed yê ji gundê Qomlix jî diyar kir ku kêmbûna asta avê bandoreke mezin li wan kiriye û wiha domand: “Av reha sereke ya bîrên avê ye û me pişta xwe ji bo avdana zeviyên dayê. Berê me av ji bîran bi hêsanî dikişan, lê niha lêçûna jeneratorên ceyranê ku li ser mazotê dixebitin, zêde bûye. Ew jî ji ber qutbûna ceyranê ye.”