spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kerê te pîr e

Riza Uyar

Zilamek ji xwe re li kerekî digere ku ji xwe re bikire. Diçe navçeyeke Amedê, vir de û wê de dipirse. Gelo kerê firotinê li vir hene an, na? Mirovek jê re dibêje kerek li filan derê heye. Tu dixwazî here bibîne. Ku te eciband, ji xwe re bikire.

Zilam diçe ber deriyê xwediyê kerê û dibêje: “Bihîstina ku min bihîstiye dibêjin kerê we yê firotinê heye. Gelo ez dikarim wî bibînim? Xwediyê kerê dibêje: “Lê çawa” û diçe kerê ji axurê dertîne û dibêje: “Kerê min ê firotinê ev e.”

Zilam li devê kerê dinihêre û dibêje: “Xalo welahî kerê te pir pîr e, ji min re nabe. Bibore!”
Xwediyê kerê: “Xwarzê welahî min digot qey tu ji jehrekê fêm dikî. Lê ne wisa ye. Binihêre ev ker bû bîst sal ku li ber deriyê min e. Lê rojekî kerekî wekî te negot ev ker pîr e.”