Monday, September 27, 2021

Keremê Qolaxasî

Ayhan Erkmen
Ax! Welato

“…
Lo Axayo weleh nabe bileh nabe
Îşev sê şev û sê roj in
şer ketiye ser milê Keremê Qolaxasî
Mêrekî çê tê kuştinê
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sond xwariye
Tê kuştinê lo bira jê venabe
…”
Rehma xwedê li dengbêjên nemir Reso, Şakiro, Huseyno, Ehmedê Bertî, Miradê Kinê û yên din be. Bûne bîra civaka me ya ku dîroka wê nehatiye nîvîsîn. Çend deh sal in bi rika neyaran û salan egîdiyên mêrxasên me yên sedsal in bi dengên wan deng vedide, didomînin.
Ji şêr û şepalan şêrgele dikevin. Keremê Qolaxasî jî ji wan Şêrgeleyan e ku dengbêjan stran avêtine ser. Hem Ehmed Begê bavê wî hem jî Cewê Xanima diya wî weke şêr û şepalan e. Ehmed Beg di dema xwe de giregirê eşîra Zirkiyan e û di alaya eşîrê de Qolaxasî ye. Cewê Xanima diya wî li dema serhildana 1925’an û piştî wê dema ku mêrên eşîrê qismek tên kuştin û qismek fîrar in, wek xwedawendekê, malbatê hildide bin per û baskên xwe, diparêze, nahêle jin û zar şerpeze bibin.

Keremê Qolaxasî di sala 1880’yî de li gundê Qiskaniya Qereyaziyê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li Xinûsê dixwîne, dûre li Erziromê îdadiyeyê dixwîne. Ji xwendinê zef hezdike girîngiyê dide xwendinê. Piştî mezin dibe li gundê Qiskaniyê dibistanê dide vekirin.
Mistefa Kemal dema di sala 1916’an de li Amedê dibe fermandarê Qolordiya 16’emîn, bi kurdan re têkîliyên xurt çêdike û bi propagandaya xwe ya ‘ku em nebin yek welatê we dê bibe Ermenîstan’ piştgiriyê ji kurdan dixwaze. Ev hesabê wî li hev tê, kurd jî herêmên Mûş û Bedlîsê ji rûsan şûnve digirin. Keremê Qolaxasî jî wê gavê li herema Gogsiyê li hember rûsan şerdike.

Rayedarên tirkan di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de her çiqas alîkariya wan jî kiribin hêzên alayên eşîrên kurdan ji bo pêşeroja xwe wek xetere dibînin. Zanin aramî dest pê bike ev hêz wê serên wan biêşînin û alayên eşîran belav dikin û dixwazin çekên wan jî berhev bikin. Keremê Qolaxasî bertek nîşan dide, çeka xwe radestî wan nake; dixwazin wî bigirin ew jî çendekî fîrar digere, xwe nade dest.

Xalit Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg wan dema ku di bin serweriya Xalit Begê Cibrî de bi giregirên kurdan re tevgera azadiyê ava dikin, Keremê Qolaxasî jî di nav de cih digire.
Pir nakişîne xebera devletê jê çêdibe ewilîn Yusuf Zîya Beg digirin. Çil roj piştî wî mifreze leşker tên mala Xalit Begê Cibrî ya li Erziromê, qaşo yê ji bo karekî leşkeriyê wek peywirdar here Sariqamişê wî digirin û di ser Panosê re berê wî didin Bedlîsê.
Xalit Begê Hesenî, Keremê Qolaxasî û Ferzende Beg amadekariyê dikin ku wî xelas bikin. Lê mixabin dereng dimînin. Pir nakişîne der barê Keremê Qolaxasî, Xalit Begê Hesenî û Şêx Seîd de jî biryara girtinê dertê. Şêx Seîd ji Xinûsê dertê.
Leşker ji bo Keremê Qolaxasî bigirin diavêjin ser gundê Qiskaniyê lê Keremê Qolaxasî xwe nade dest, ji gund dertê bi tevî yekîneya xwe diçe digihîje Xalit Begê Hesenî.
Şêx Seîd di 4’ê çileya 1924’an de li Qirikanê bi sê sed kesî re civîna xwe ya ewilî li dar dixe. Beşdarvan du rojan nîqaşên dîrokî dikin û biryarên girîng digirin. Ji wê şûndatir êdî Şêx Seîd serokê tevgerê ye. Li gorî biryarên hatine girtin her kes bi ber xwe ve, di herêmên xwe de rêxistinên xwe ava bikin. Şêx Elî Riza, Xalit Begê Hesenî û Keremê Qolaxasî jî dê berpirsyariya herêma Serhedê bikin.

Li gorî salixdayînan, dema ku Şêx Seîd ji Qirikanê vediqete, li Ezîzanê di mala Sehdînê Telhê de der barê revandin û xelaskirina Xalit Begê Cibrî de bi Şêx Elî Riza, Keremê Qolaxasî, Kamil Beg û Mehemed axa re nîqaşan dike. Biryarê digirin ku yê Selim û Ehmed Begên birayên Xalit Begê jî bitanişin û ji bêderfetiya zivistanê dê benda biharê bimînin.
Lê di 13’ê sibatê de li Pîranê bi provakasyona leşkeran serhildan bê wext dest pê dike. Hemû endamên Tevgera Azadiyê ji cihê lê ne dikevin nav liv û tevgerê. Şêx Elî Riza, Xalid Begê Hesenî, Keremê Qolaxasî jî li herêma Xinûs û Milazgirê şerekî dijwar dimeşînin. Lê belê dema ku Şêx Seîd ji Amedê vedikişe ya wan jî ji per û baskên wan dişikê. Biryara derbasbûna Rojhilat digirin; Şêx Elî Riza, Xalit Begê Hesenî, Keremê Qolaxasî, Ferzende Beg, Bavê wî Silêmanê Ehmed bi jin û zar û zêç sed û pêncî kes derdikevin rê.
Leşkerên romê li dû wan in, hin eşîrên hevkarên romiyan jî bi wan re şer dikin. Bi rojan li Çiyayê Tenduregê asê dimînin. Xwarina wan xelas dibe. Ji bo hespan serjê bikin ji Şêx Elî Riza îcazetê digirin. Li du xwe kuştiyan dihêlin û ji sînor derbas dibin lê li wî aliyê sînor jî leşkerên eceman pêşî li wan dibire.

Ji ber ku herdu dewletan li hev kirine. Leşkerên eceman sîlahên wan ji wan dixwazin, şervanên kurd vê ji xwe re heqaret dibînin û napejirînin, giregira tomotîk û makîneyan dest pê dike, Keremê Qolaxasî, Evdalê Pismamê wî, Silêmanê Ehmed, Şêx Diyadîn û nêzî çil kesî tên kuştin.Wan li Kîlîsekenta Makuyê dispêrin axê.

Nîşe: Kesên ku di wêneyê de: Yên runiştî û qamçî li ser çokan Keremê Qolaxasî û yên li rex Faîqê Evdo, yên pê û rastê Ehmedê Orê û Dengbêj Huseyin