19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kesên demokrasiyê diparêzin girtî ne’

Girtiyên siyasî yên PKK’ê û PJAK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi greva  birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Di destpêkê de komên çalakgeran 5 rojan carekê grev dewir dikirin. Lê ji 14’ê Tîrmehê vir ve êdî kom ji 15 rojan carekê greva birçîbûnê dewrî koma din dikin.

Em li ser greva birçîbûnê bi rojnameger Hakki Boltan ê ku niha kurê wî Ciwan Boltan di girtîgehê de ye re axivîn. Rojnameger Haki Boltan ewilî li ser rewşa girtîgehan axivî û wiha got: “Dema em dibêjin girtîgeh bila cîhên ku tê de sucdar cih digirin neyê fikirîn. Girtîgeh ew in ku muxalefetê dikin û mafên xwe diparêzin. Kesên girtî ji ber ku temsîla demokrasî û azadiyê dikin tên girtin.”

Grev bi ruhê 14’ê Tirmehê didome

Rojnameger Hakki Boltan li ser mijara greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku êdî 15 rojan careke kom diguherîne wiha got: “Ev 256 roj in greva birçîbûnê didomin. Ev grev du merhale guhertin. Grev niha di merheleya duyemîn de ye. Herdu merhale jî ji aliyê destpêkirina dîrokanên xwe ve xwediyê wate ne. Lê dewlet naxwaze van wateye bibînê. Heke gotin di cîh de be dewlet bi binpêkirina qanûnên xwe ji dewletbûnê derketiye. Girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê dixwazin bêjin li qanûnên xwe vegerin. Lê dewlet heya niha bersiveke erênî neda û her diçe zêdetir êrişên girtîgehan dike.”

Boltan diyar kir ku girtî bi merhaleya duyemîn a ku di 14’ê Tirmehê de destpêkirin dixwazin dewlet li qanûnên xwe vegere û bi vê gavê wiha hişyar dikin: “Heke dewlet li qanûnên xwe venegere em ê greva birçîbûnê bi ruhê 14’ê Tirmehê ya greva mezin bidomînin.”

‘14’ê Tirmehê dîrok e’

Boltan bal kişand ser grevan birçîbûnê ya mezin a 14’ê Tirmehê û wiha pê de çû: “Bi teybetî greva 14 Tirmehê dîrok e. Xwediyê wateyeke mezin e. Ev grev ne tenê di dîroka kurdan de di heman demê de di guhertina Tirkiyeyê de jî xwediyê wateyekê ye. Guhertina ku bi 14 Tirmehê di dewletê de çêbû niha ji ber desthilatdariyê nema ye. Desthilatdarî dixwaze van destkeftiyan tune bike.”

Haki Boltan diyar kir ku grevên di girtîgehan bi armanca rakirina tecrîda li ser civakan hatiye despêkirin û wiha berdewam kir: “Piştî dewletê dît ku  helwest li hember binpêkirinan nayê nîşandin vê carê di nav kurdan de dest bi kiryara kirin. Tecrîda li ser Ocalan, piştî bêdengiyê bû tecrîda li ser civakan. Grevên birçîbûnê bi teybetî jî grevên niha ji bo tecrid ji ser civakan were rakirin didome. Muxalefeta Tirkiyeyê ya esasî ew kesên di girtîgehan de di grevên birçîbûnê de ne. Kesên ku xwedî li grev û girtîgehan dernakevin dibên em xwediyê tu maf nînim em demokrasiyê naxwazin û bi bêdengiya xwe alîgiriya xwe ya dewletê nîşan dide. Ev jî xetereyeke mezin e. Hewceye em di ferqa vê yekê de bin. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser me hemûyan e. Bi vê zanînê divê em xwe bi rihê 14’ê Tirmehê tev li xebatan bikin.”

‘Em di vir de helwesteke azad pêş dixin’ 

Rojnameger Haki Boltan greva Leyla Guven a 200 rojan bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Piştî greva mezin greva ku Leyla Guven dabû destpêkirin 200 roj dewam kir jî encam girt û hem di desthilatdariyê de hem jî di raya giştî de guhertineke çêkir. Ew guhertin çavên desthilatdariyê tirsand. Ji ber wî ye ku desthiladarî pêkanîna qanûnan ji bo xwe wek tunekirênê dibîne.”

Boltan bi lêv kir ku gel dibê girtî ji ber neçariyê dikevin greva birçîbûnê, rastiyeke xwe heye lê mijar çewt tê xwendin û wiha domand: “Di tiştên ku  ew ji me re dibêjin ango mirov ji axavtinên wan derdixe ev e: ‘Em di vir de helwesteke azad li dardixin lê li derve hûn nikarin helwesteke azad li darbixin. Em ji were ji bo azadî û edaletê deriyeke vedikin hewceye hûn di vî deriyê de herin û azadiya xwe bixwazin.’ Ew bi sansor nêzikê fikren xwe nabin lê em li derva tim fikren xwe sansor dikin û nikarên bêjin em hiqûq û edaletê dixwazin. Di hevdîtinan de piştî em wan guhdar dikin mecbûrê rexne dayînê dibin. Îro berdevkiya daxwazên girtiyan tenê ji bo azadiyê têr nake û desthilatdarî jî nahêle tecrîd bibe rojeva sereke. Heke em bi aqilê manuel yê bere ku me rastiyê yeka yek ji hev re digotin vegerin em dikarin daxwaze girtiyan hem di kesayeta xwe de hem jî di raya giştî de bi cih bikin.”