24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên Şengal azad kirine diyar in

Di dîroka civaka êzd de heft sal berê Şengal bi destê cinana hat azadkirin û rêveberiyeke demokratîk li Şengalê hat avakirin. Di heman demê de, makîneyên ragihandinê yên PDK’ê û dewleta tirk bi hevkariya hin hêzên herêmî, dest bi ragihandina vê rêveberiya azad kirin. Lêbelê ev heft sal in keç û lawên civaka êzidî li dijî hemû komployên li dijî îradeya Rêveberiya Xweser li ber xwe didin û berxwedana xwe berdewam dikin.
Di 9’ê Cotmeha sala borî de hikumeta El-Kazmî û PDK’ê li ser Şengalê peymanek mohr kirin. Armanca yekemîn a vê hevpeymanê têkbirina rêveberiya xweser û ya duyemîn jî biderxistina hêzên êzîdî ji Şengalê ye, bi mebesta avakirina projeyên aborî yên hevbeş di navbera Tirkiyê û Îraqê de ye. Bi taybet jî dixwazin bendava elFaw ya Îraqî bi Tirkiyeyê ve girêbidin.

Lê vê carê jî PDK’ê dest bi propagandeyek mezin bi riya fînansekirina gran ji şirketên rêzezincîrên erebî re kirî da ku xuya bikin ku pêşmergeyan navçeya Şengalê azad kirine. Di heman mijarê de, tîmên wênekêşiyê, rêzezincîra bi navê (şeva ketinê) li Hewlêrê bi dawîkirin, ew ji hêla senarîstê Misrî Mejdî Sabir ve hatiy nivîsandin. Gelek lîstikvanên Ereb ji Îraq, Sûriye, Urdin, Misir û Tunisê ve dilîzin. Ev rêzezincîr sala bê dê were temaşekirin, têde xuya dikin çawa Şengal û Musil ji hêla pêşmergeyan û artêşa Îraqî ve tê
azadkirin.

PDK bi heman rêbazan hewl dide xuya bike ku wan Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kirine. Di dema hemleyên propogandeyên ji hilbijartinên Îraqê re, hêzeke leşkerî ji pêşmergeyan tevî artêşa Îraqê xwestin bikevin Şengalê. Lê belê keç û kurên civaka êzdî li hember hemû hewldanên PDK’ê li ser piyan bûn. Gelek caran, Nêçîrvan Berzanî, di dema hemleya hilbijartinê de ji partiya xwe re got ku Şengal ji hêla pêşmergeyan ve hat avakirin, û dubare kir ku pêşmerge dê hewl bide bikeve Şengalê. Ev jî her tim niyeta PDK’ê ya bi riya hevpeymanan bi dewletan re weke peymana 9’ê Cotmeha borî dixwazin pêk bînin.
Di rastiyê de, ji komkujiyên di deh salên borî de li ser civaka êzdî pêkhatine, tu proje yan mekanîzmayek derneket da ku civaka êzdî wanêyekî dîrokî jê werbigire, ji bo parastin û bi rêxistinkirina xwe yan avakirina hevgirtinekê di navbera xwe de. Lêbelê, komkujiya dawî ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêkhat ji hemû komkujiyên din qirêjtir bû. Êzdiyan mask û rûyê rast ya dewletan û partiyên Kurdistanî hevkarên dagirkeran akera kirin. Ew Kurdistaniyên revok gelê Şengalê li pêşberî komkûjiyê hiştin. Li ser vî esasî civaka Şengalê bi lez xwe bi rêxistin kirin û yekitiya xwe ava kirin.

Hemû kes baş dizanin ku azadgerên Şengalê ji civaka êzdî ne, bi rêveberiya Ş. Dilşêr Herekol, yê ku bi meşê komek ji 12 kesan ji çiyayên Kurdistanê meşiyan hatin navçeya Şengalê, da ku rê li ber mezintirîn komkûjiya di dîroka serdema nûjen de bigirin. Şehîd Dilşêr Herekol û Egîd Civiyan bingehek xurt ji bo avakirina yekîneyên parastina Şenglê avakirin. Îro jî ew li ser şopa wan in û kes nikare bûyerên li Şengalê bûne û kesên Şengal ji destê terorê rizgar kirine ji bîr bike. Her wiha, dîmenên vîdeoyên li ser setelaytan hatine weşandin, dema artêşa Îraqê û pêşmerge ji Şengalê reviyan û gelê wê li hemberî mezintirîn komkûjî di vê sedsalê de hiştin, piştrast dike kesên Şengal azadkirine kîne. Çawa hêzên komploger bi hevkariya PDK’ê kirin ku xuya bikin wan Şengal ji destê DAIŞ’ê rizgarkirine, lêbelê ew nikarin qehramanên jiyana xwe di rizgarkirina Şengalê de winda kirine înkar bikin û ne jî dîrok dikare rûplên xwe li ber berxwedan û têkoşîna civaka Êzdî veşêre.
Piştî rizgarkirina Şengalê, jinên Êzdî cara yekem tev li hemleyên rizgarkirina Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û bi taybet di paytexta xîlafeta DAIŞ’ê (Reqqa). Tevî avakirina hêzên leşkerî, civaka êzdî weke mêşên hingiv xebitîn. Bênavber xwe bi rêxistin kirin da ku îradeyek xwe ya siyasî avabikin. Wis rêveberiya xweseriya demokratîk li Şengalê di nav binmayên komkûjiyê de avakirin. Ev heft sal in bênavber kar dikin. Bi şev û roj bi armanca parastina civaka êzdî da ku bighêje îradeyek êzdiyane kar û xebatên azadiyê dikin.
Rêveberiya xweser li Şengalê gihişt asteke pir girîng di dîroka civaka Êzdî de. Di kongreya wê ya çaremîn de ya ku di 24’ê tîrmeha borî de li dar ketibû pêkhateyên ereb jî tev li rêveberiyê bûbûn. Bi vê rêveberiya ji êzdî û ereban pêk tê, bû nimûneya pêşengtiya civaka êzdî û ev rêveberî bû rêveberiya îdeal a herî serkeftî li qada Îraqê.

Tevî gelek êrîş û komployên li dijî Şengalê digerin hê jî keç û kurên civaka êzdî berxwedan û têkoşîna xwe li hemberî hemû hêzên dixwazin rêveberiya wan a xweser têk bibin berdewam dikin. Her wiha, rêveberiya xweser bû hêzeke siyasî û bingehîn di navçeya Şengalê de. Her çiqas PDK û hevkarên wê yên komploger hewl bidin vê rêveberiyê ji hev belav bikin jî lê hemû rastiya “kê Şengal ji terorîstan rizgar kir” baş tê zanîn.