19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Keştiya Azadiyê” bi rê dikeve

Bi daxwaza ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî di navbeyna 8-12’ê mijdarê de çalakiya ‘Keştiya Azadiyê’ tê li darxistin. Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî diyar kir ku bername ji Yewnanistanê dest pê dike û li Îtalya bi dawî bibe.

Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî bi dirûşma “Dem hatiye – Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin.

”Keştiya ji Ocalan re azadî” dê di 8’ê mijdarê de ji Yewmenîstanê derkeve rê û di 12’ê mijdarê bigihije Îtalyayê. Ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Brezilya, Spanya, Swêd, Îtalya, Yewnanistan û Ingilistanê wê nûçegihan, akademisyen, siyasetmedar, nivîskar, nûnerên tevgerên jinan, nûnerên saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê, hunermend û siyasetmedar 50 kes tevlê çalakiyê bibin.

Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî di daxuyaniyê de got: ”Rêber Ocalan dema ku hate Ewropayê Yewnanistan û Îtalya du rawestgehên sereke bûn. Rêbertî beriya 23 salan 12’ê mijdarê ji ber ku hatibû Îtalyayê Însiyatîfê plansaziya wê daniye ku bi navê ‘Keştiya ji Abdullah Ocalan re Azadî’ 12’ê mijdarê li Îtalyamê be.

Der heqê naveroka bernameyê, Însiyatîfê ev agahî da:

”Bi çarçoweya kampanyaya ‘Dema wê hatiye, ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’, armanca ‘Keştiya ji Ocalan re azadî’, di navbeyna 8-12’ê mijdarê de, di roja pêşî ya bernameyê de li Yewnanîstanê komploya navneteweyî nîqaş bike. Piştre di gera 3 rojan a keştiyê de kesên ku tevlê gerê bûne wê paradîgmaya Abdullah Ocalan, felsefeya wî û kampanyaya Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî nîqaş bikin û ramanên Abdullah Ocalan bigihînin her kesî.

Herî dawî 12’ê Mijdarê ew roja ku Rêbertî gihaştibû Îtalyayê, dema ku keştî gihaşte perava Napolî ya Îtalyayê bi hezaran dostên Îtalî wê keştiyê pêşwazî bikin. Piştre bi bernameyên siyasî û çandî bi dawî bibe.”

Bernameya keştiyê

*Li Yewnanistanê bername 8’ê mijdarê wê dest pê bike. Çalakger li vir wê bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan bikin.

*Êvarî li Atînayê têkilî komploya li ser Abdullah Ocalan wê panêlek were lidarxistin. Cih: Stavropolou 33 Ayhens. Saet 18:00.

*Li kampa penaberan a Lavrîo ya Yewnistanê wê bernameyeke çandî were lidarxistin. Cih: Danoukara1 Lavrîo. Saet: 21:00

*9’ê Mijdarê keştî ji Yewnanistanê wê ber bi Îtalyayê ve biçe. Li perava li Yewnanistanê wê mîtîngek û civîna çapemeniyê were kirin.

*Dema gerê wê du bername çêbibin. Derheqê tecrîda li Îmraliyê û paradîgmaya konfederaliya demokratîk û ‘Kampanyaya ji Ocalan re azadî’ çalakiya bernameya agahdarkirinê û bernameyeke çandî were kirin.

*Keştî 12’ê Mijdarê wê bigihije Îtalyayê û li peravê bi mîtîngekê were pêşwazîkirin.