25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keştiya Azadiyê li Napolî ye

Keştiya Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ket, gihîşt bajarê Napolî yê Îtalyayê. Aktîvîstên ‘Keştiya Azadiyê’ ku 9’ê Mijdarê ji herêma Lavrîo ya paytexta Yewnanistan Atînayê bi rê ketin, îro di salvegera 23’an a hatina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Îtalyayê, gihîşt bajarê Napolî yê Îtalyayê. Ji Arjantînê heta Spanya, Fransa, Swîsre, Îtalya û Yewnanistanê, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, nûnerên civaka sivîl, parêzer, xwendekar û aktîvîst piştî rêwîtiyê gihîşt Napolî. Aktîvîst li vê derê ji aliyê girseya gel û nûnerên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.

Ji çalakgerên keştiyê Sylive Jan beriya ku ji keştiyê peya bibin got, Kurd ‘hêza çareseriyê’ ye û destnîşan kir ku Kurd pirsgirêk nîne, Kurd çareserî û bersiv e.’

Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, piştî gihişt bendera Napolî daxuyanî da çapemeniyê. Endamê însiyatîfê Yuksel Koç daxuyanî xwend û wiha got: “Em dikarin bi hêsanî bêjin; Rêber Apo yê ku beriya 23 salan bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, êdî navneteweyî bûye.

Bi navê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re û gelê Kurd em Şaredariya Napolî û şaredariyên din ên Îtalyayê yên ku welatîbûna rûmetê dane Rêberê me, her wiha gelê Îtalyayê silav dikin. Eger şaredariyên din ên Îtalyayê û welatên din vê helwesta bi rûmet a Şaredariya Napolî bişopîne, ev yek wê tevkariyeke mezin li azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd bike. bi navê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, em careke din daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo ji cîhanê re radigihînin. Dem dema azadiya Ocalan e. Azadiya Rêber Apo hem wê şer û komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bike, hem jî wê jiyaneke azad û bi hev re ya gelan bîne Rojhilata Navîn, demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Parastina azadiya Ocalan çareseriya li dijî şer e, azadiya li dijî zextan e, biratiya li dijî wêderkirinê ye, jiyana hevpar a li dijî cihêkariyê ye. Yek ji daxwazên me yên girîng jî ew e ku tevgera azadiyê ya Kurd PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, ku li dijî DAÎŞ’ê bi lehengî şer kir û gelên cîhanê ji belayekî mezin rizgar kir. Em bang li tevahiya Kurdistaniyan, gelên cîhanê û dostan dikin ku vê kêliya dîrokî mezin bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi biryardarî têbikoşin.”

Piştî axaftinan girseya gel dest bi meşê kir. Di çalçakiyê de posterekî mezin ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankarta bi daxwaza azadiya Ocalan hate hildan û dirûşmên “Terorîst Tirkiye” û “Azadî ji Ocalan re” hatin qîrîn.

Çalakger ber bi avahiya walîtiyê ve dimeşin.