spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kevirên sûrên Amedê tên dizîn

Navçeya Sûrê ya Amedê ku navê xwe ji sûrên xwe digire, tê texrîbkirin. Li navçeyê, beriya 4 salan di 2’yê kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve îlan bû û heta bihara sala 2016’an ev qedexe berdewam kir. Li 6 taxên navçeyê hê jî qedexe didome. Bi van qedexeyan re şerekî dijwar li navçeyê pêk hat. Ji ber vî şerê dijwar xesareke mezin gihîşt berhemên dîrokî yên li navçeyê. Li gorî raporeke Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), li 6 taxên navçeyê 87 avahiyên tescîlkirî jî di nav de bi giştî 4 hezar û 985 avahiyên dîrokî hatine rûxandin.

Li Sûrê rewş bi vê tenê re ne bi sînor e. Di nav hefteyê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Lezgîn Akdenîz bi nûçeyekê derxist holê ku kevirên sûrê tên dizîn û firotin. Li gorî nûçeya Akdenîz, sûrên ku hin derdorên wan ji ber bêxwedîtiyê hindik mane hilweşin, li hêla Deriyê Mêrdînê hin kevirên sûran hatine rakirin. Hin kevirên li ser wan wêne hene jî ji cihê xwe hatine leqandin.

Li ber Dîcleyê difiroşin

Selîm Çanak ku çayxaneya wî nêzî sûran e, got ku bi şev gelek kes tên ber sûran, lê belê gava dibe bi roj kevir ne li cihên xwe ne. Çanak, destnîşan kir ku ji zû de kevirên sûran tên dizîn lê belê niha jî kevirên li ser wan şikil û remz hene hatine derxistin. Tê gotin ku di bin kontrola polîsan de bi qamyonan kevir hatine kişandin û li hêla Deriyê Mêrdînê li qeraxê çemê Dîcleyê hatine valakirin. Qamyona van keviran bi 8 hezar TL’yî tê firotin. Qamyona kevirên bijartî jî bi 15 hezar TL’yî tê firotin.

Avahîsaz Arîf Îpek jî têkildarî mijarê got ku di demên dawî de li kafeyên Sûrê ev kevir tên bikaranîn û li hin cihan jî ji bo dekorasyona hundir wan bi kar tînin.  Îpek, destnîşan kir ku heke tevdîr neyên girtin wê ev texrîbat zêdetir bibe û ev tişt got: “Divê derbarê firotina van keviran de cezayên giran bên dayîn. Divê saziyên berpirsiyar rojek berî rojekê tev bigerin.”

Tu agahî neda

Li gel ku ev dizîn di bin kontorala polîsên dewletê de hatiye kirin jî walîtiya Amedê, piştî derketina rewşê bi çend rojan daxuyaniyek da û angaşt kir ku kesên ku kevirên sûrê didizin û difiroşin binçav kirine. Lê balkêş e di daxuyaniyê de têkildarî nasnameya van kesan de tu agahî nehat dayîn û her wiha nehat aşkerakirin ku çend kes hatine binçavkirin.

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dersim Dag û Semra Guzel, dizîn û firotina kevirên sûrê Amedê bi pêşnûmepirsan birin rojeva meclisê.  Her du parlamenteran ji wezîrên berpiryar pirsan kirin û xwestin ku hîn bibin der barê kesên keviran dizîne de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na. AMED