23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kevneşopiya Çanda Danûkan

Şervan Çîçek,

Em dikarin bibêjin beriya şerê civakan û piştre destpêka desthilatdariyan her netew bi rengê xwe dijiya. Lê desthilatdaran bi tenê axa me talan nedikir. Yên jê re hewce bû bi xwe re dibirin yên mayî jî diguherand feslî xwe. Dixwestin em jî bi her awayî wekî wan bijîn û tevbigerin. Li gor hişmendiya wan pêşketina me texlîtkirina wan bû. Di destê wan de çek, rîm, tîr û pirtûkên xwestekan hebûn an em ê bibûna wekî wan an jî tune bibûna. Wêrektî, zanyarî, çandinî ji axa bê ser û binî, çemê li çar parçeyên welat bala desthilatdaran kişand. Ew ji bo xwe dikirin xaka pîroz a ku di 5 pirtûkan de wek bihûstê dihat pênasekirin, dest bi talan û wêranê kirin.

Lê gelê ku hebûna xwe ji axa xwe ya pîroz girtibe li hemberî her mêtingeriyê dertê û xwe diparêze. Kurd jî wek gelê herêmî di Rojhilatê Navîn de li hemberî mêtingeriyê li ber xwe didin. Bi çand, huner û folklora xwe, xwe li ser piya dihêlin û bicihanîna pîrozbahiyên xwe xwediyê rengê xwe ne.
Wekî her qewmî kevnoşopiyên kurdan jî hene. Her kurd di nav jiyanê de heta mirina xwe xwediyê çandeke xwezayî ye. Ji pêşiyên xwe heta niha çi girtibe di nûjeniya xwe de pê aram dibe û tevdigere. Bi stran, çîrok, govend û leyîstikên xwe, xwe didin nasîn û mîhrîcanan li dar dixin, xwediyê baweriyek kevnar û hunereke têr û tijî ne. Zarokên kurdan dema ji dayîk dibin; dabûna wan, diranderxistina wan, rêveçûna wan, daweta wan ku dimirin jî şîna wan tê kirin.

Zarok dema diran derdixin ji xeynî şîrê dayîkê êdî dikarin xwarina nerm bixwin. ev roj pîroz tê dîtin û ji aliyê dê, bav û malbata zarokan tê pîrozkirin.Dê û bav dema zarokên wan diran derdixin dest bi amadekariyên denûkê serê zarokên xwe dikin. Xwarinên xweş tên çêkirin, danûk tên kelandin, zarokên cîranan tên mala ku zarok diran derxistiye lê dicivin, dora wî/wê digirin. Pîra malê denûkê ji nokan, gûzan, behîvan, meşlûr, şekir û mewijan pêk tê li ser serê zarokan belav dike. Zarokên dorê denûka berhev dikin û dixwin. Pîra malê li zarok dinêre, li pêşiya zarok: şe, pirtûk, meqes, tizbîh, pênûs, kêr, çetel û hin tiştên din hene. Li gorî rîvayetê kî çi rake ew ê li ser wî emel bike. Heke şe rake ew ê bibe porbir, pirtûkê bigire ew ê bibe zanyar, alim, meqesê bigire ew ê bibe terzî, tizbîhê bigire ew ê bibe mele, pênûsê bigire ew ê bibe nivîskar an jî çîrokbêj, kêrê bigire ew ê bibe qesab, çetel bigire ew ê bibe xwarinpêj û hwd..
Dê û bavê zarokan di heman xwestekê de ne ku zarokên wan jiyana xwe aram derbas bikin û xweş bijîn…