25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kevneşopiya Ozgur Ulke 27 sal in ronî dike

Di salvegera 27’an a êrişa bombeyî ya li ser rojnameya Ozgur Ulkeyê de, ji bo bîranîna rojnamevan Ersîn Yildiz ê ku di êrişê de jiyana xwe ji dest da, çalakiyek hate lidarxistin. Bîranîn li Kadirga ya Stenbolê ku buroya teknîkê ya rojnameyê lê bû, pek hat. Parlamenter û rêveberên HDP’ê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û gelek xebatkarên çapemeniya azad tevlî bîranînê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Ersîn Yildiz û dowîzên “Ev agir wê we jî bişewitîne”, “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” hatin hildan.

Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay anî ziman ku buroyên Rojnameya Ozgur Gundemê yên li Stenbol û Enqereyê hatin bombekirin û wiha got: “Me Ersîn Yildiz ji dest da. Lê belê kevneşopiya çapemeniya azad bi bi hezaran Ersînan dewam dike. Biryara MGK’ê ya ku wê demê Ozgur Gundem weke hedef nîşan da, nîşaneya herî şênber a polîtîkayên zext, înkar û tunekirinê yên dewletê yên li dijî Kurdan bû. Gunay anî ziman ku zextên li ser çapemeniya azad îro ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve tê dewamkirin û destnîşan kir ku sansur veguheriye polîtîkayeke dewletê, her roj bi dehan rojnamevan têne girtin, rojname û televîzyon têne girtin, zextên li ser Kurdî dewam dike.

Piştî daxuyaniyê wêneyên Ersîn Yildiz û qurnefîl danîn ber avahiya ku êrişa bombeyî lê hate kirin.