Duşem, Çile 25, 2022

Kî, çawa û çima Sûriyeyê ji tecrîdê derdixe?

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratên Yekbûyî yên Ereb Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed re hevdîtin pêk anî. Serdana wî li Rojhilata Navîn wek “dîrokî” hat binavkirin ji ber ku ev cara yekem bû ji destpêka şerê li Sûriyeyê di sala 2011’an de. Îmarat têkiliyên xwe bi Şamê re di sibata 2012’an de qut kiribû. Û niha, li gorî medyaya Sûriyeyê, “alî li ser peywendiyên dualî yên welatên bira û awayên berfirehkirina hevkariyê di warên cuda yên berjewendiya hevbeş” de gotûbêjê dikin.

Al Nahyan behsa “berjewendiya Îmaratê ji bo dabînkirina ewlekarî, aramî û yekîtiyê dike”, piştgiriya xwe ji bo “her helwestên ku ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê, pêkanîna aramiyê li vî welatî û bicihanîna daxwazên gelê Sûriyeyê ne.” Di heman demê de Esed bi bîr xist ku têkiliyên biratiyê di navbera welatan de ji serdema Şêx Zayid Bin Sultan Al Nehyan ya nemir ve pêş ketine û tekez kir ku “Îmarat her dem helwestek objektîf di warê Sûriye û gelê wê de digire.”

Di heman demê de, aliyan li ser berdewamkirina şêwirên dualî li ser mijarên cuda “bêyî destwerdana derve” gotûbêj kirin. Di encamê de, li gorî Associated Press, Nehyan û danûstandinên wî bi serokê Sûriyeyê re “dawî li dûrxistina Esed ya deh salan ji aliyê cîhana erebî ve anîn”, tevî ku serkirdeyên welatên din ên erebî vê dawiyê derbasî Şamê bûne.
Qralê Ûrdinê Ebdullahê Duyem jî piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê cara yekem bi Esed re bi telefonê hevdîtin pêk anî. Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî li ser pêwîstiya “ji nû ve entegrekirina Sûriyeyê di nav civaka ereban de”piştgirî da. Di sala 2018’an de, Îmarat balyozxaneya xwe li Şamê vekir û di sala 2021’î de di lûtkeya Cezayîrê ya ku di adara 2022’an de bê derbaskirin daxwaza vegerandina Sûriyeyê ji bo Yekîtiya Ereban kiribû.
Her wiha li gor rojnameya Amerîkî Foreign Policy, Îmarat di asta herî bilind de li Washingtonê hema hema wek lobiya sereke ji bo redkirina cezayan li dijî Sûriyeyê “xebat kir” û “got” ku pêwîstiya bi rêvebirina prosedûra nûavakirinê li wir pêwîst e bi hevbeşî bê kirin bi armanca lewazkirina rola Îranê û Tirkiyeyê li Sûriyeyê.”
Her wiha versiyonek heye ku rêveberiya serokê amerîkî Joe Biden “amade ye ku çavên xwe bigire” li ser çawaniya vegerandina peywendiyên dewletên Ereb bi Esed re ji ber derketina hêzên amerîkî ji Sûriyeyê ji ber a niha projeya “Rêya Erebî ya Çareserkirina Sûriyeyê” amade dike.

Di vî warî de, gelek pisporên amerîkî, li ser asta komployê, hemfikirin ku welatên Ereb “Piştî hevditinên ku di havînê de di navbera Joe Biden û Vladimir Putin li Cenêvrê hatin kirin, ber bi Şamê ve çûn”. Lê em bala xwe bidinê ku ev çend sal in axaftinên bi vî rengî li Rojhilata Navîn didomin li hemberî vê yekê ku wek ku çapemeniya lûbnanî ya El Mayadeen destnîşan kir “Esed meşrûyetê bi dest dixe”.
Her wiha wek tê destnişan kirin Amerîka dest bi lewazkirina cezayên li dijî Şamê kiriye û projeyek pêşniyar kiriye ku li gorî wê projeyasayê gaza xwezayî ya Misrê bi rêya boriya di ser Ûrdun û Sûriyeyê re ji bo Lubnanê were şandin. Ev bûyera ku li herêmê ji bo asayîkirina têkiliyên bi Sûriyê re ji bo Emerîkayê wek “ronahiya kesk” tê dîtin. Bi vî awayê, rêveberiya Biden peymana di navbera Ûrdun û Sûriyê de ya ji nû ve destpêkirina seferên rêwiyan ku ji sala 2012’an ve hatibû qutkirin pejirand.

Lê eger wisa be, çima berdevkê Wezareta Derve Ned Price, li ser serdana Al Nahyan bo Şamê, got ku “em ji raporên vê civînê û sînyala ku dişîne bi fikarin” û ku “rêvebiriya niha naxwaze piştgirî bide hewldanek ji bo asayîkirina peywendiyan an jî rehabîlîtkirina Esed.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî heman daxuyanî da. Her wiha, li gor rojnameya Amerîkî The Washigton Post, Washington heta dest bi tehdîdkirina welatên Ereb bi cezayan kir. Bi îhtîmaleke mezin, di kombînasyona ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatî fikirîn, tiştek wekî ku hatî plansaz kirin xelet çû. Ji ber vê yekê, hestek heye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo vekişîna hêzên xwe ji Sûriyeyê amade dike di pêş de dixebite.
Û dîsa, argumanên ji rêze ji teoriyên komployê: helwesta niha ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê îdiakirin ku bi vegerandina muhtemel a muzakereyên li ser mijara nukleerî ya Îranê ve girêdayî be heger cezayên diyarkirî yên rêveberiya Biden di derbarê Sûriyeyê de bê betalkirin. Wê demê tê fêhmkirin ku çima daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê dibêje ku Tehran serdana Al Nahyan bo Şamê “gaveke erênî dibîne”, lê di Tebaxa 2020’an de Îranê asayîkirina peywendiyên di navbera Îmarat û Îsraîlê de rexne kiribû û ev yek weke “ehmeqiya stratejîk” bi nav kiribû.

Herî dawî rojnameya Rusya “Pravda.ru” ragihandibû ku “di demeke nêzîk de cîgirê wezîrê derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Verşînîn û Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê ji bo Sûriyeyê Alexander Lavrentyev bi koordinasyona Polîtîkaya Rojhilata Navîn a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brett McGer muhtemele hevdîtin pêk were.
Rojnameyê tekezî li ser wê yekê dike ku “danûstandinên muhtemel ji bo Tirkiyeyê sinyale ji ber ku amadebûna xwe ji bo operasyoneke leşkerî li dijî kurdên Sûriyeyê dike û ev danûstandin li dijî berjewendiyên wê tên kirin.”

Moskowa dixwaze hebûna Ereb, Îran û Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê hevseng bike û welatên ereb jî dest bi çêkirina piran kirine. Xuya ye ku ew ne tenê ji bo guhertinên di lîstika jeopolîtîk a li ser Sûriyeyê de, lê her weha ji bo guhertinên girîng ên li Tirkiyê jî ku dibe ku di demek nêzîk de biqewimin xwe amade dikin.