25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kî ne û çi ne

Wekî xewnereşkê ye carna jiyan û bûyerên lê diqewimin. Bi giraniya xwe aqil û giyanê însan mijûl dikin, nahêlin dem û jiyan rehet, xwezayî û asayî derbas bibin… Nahêlin; roj û şev bi aramî û xweşiya demên salê werin jiyîn!

Car caran bi hezaran gotinên negotî xwe tînin ser zimanê me. Dixwazin; em bi hevokan wan vebêjin… Raman û hestên me bi wan der bibin… Ji nava qefesa dilê me azad bibin! Lê… Tewş e! Ji sedî dehê wan; ji vegotina me bêpar dimînin, me jî xwe jî bi poşmaniyê re rûbirû dihêlin.

Van rojan qêrîna ji zindanan a negihîje me dibihîsim! Bi roj û şev her kêlî dengê wan tê guhên min, rûyê wan ê roj bi roj, sal bi sal, diguhere tê ber çavên min. Dibêjin; ‘cih û mekan ji bo me bi sînor e… Em zindanî ne, hûn me nabînin, bi saetek sînorkirî ye hevdîtina me û we! Em zindanî ne, berê me li dîwarên herî sar, dilê me dagirtî, hêviya ku bi salan e em li bendê ne, hê pêk nehatiye! Em bêrî û hesreta mezintirîn a vê cîhanê ne.’

Gelo çend kes bêyî ku vê yekê bijîn dikarin hîs bikin? Girtî çi ne, kî ne, ji bo çi ‘li wir’ in? Gelo kî ne yên bi dehan salan girtî… Kî ne yên bedena wan di nava dîwaran de hatiye dîlgirtin? Ka em çavên xwe bigrin û xew bixin cihê wan… Em destên xwe bidin ser dilê xwe û hîs bikin, bedena me dehan salan di qefesê de be, em ê çawa bijîn! Ger em mercên zindaniyan neynin pêş çavên xwe, rojê carek xwe nexin cihê wan; em ê kî bin, çi bin û çawa bin?

Her sal, bi hatina biharê re bendewariya azadbûna ji dojehê dijîn girtî! Her sal bi hêviya gotin û hevokên di cih de ku bi xwe re azadiyê bînin, deriyên wan dojehan vekin dijîn! Lê… Gotin û kirin wisa dubare, wisa qels û wisa bê îsabet in ku; ne ji bo rewşên lezgîn ji bo mijarên din in. Ne ji bo hezaran, ji bo çend kesan daxwaza berdana ji zindanê tê kirin! Di van rojên ku fikara belavbûna vîrusa nebixêr her diçe zêdetir dibe, ‘em ên li derve’ ji bo xwe û derdora xwe tedbîran digrin, xwe diparêzin lê ji derveyî daxuyaniyan an jî axaftina çend kesan, ji bo zindanan em çi dikin? Ew dojehên ku ji xwe bi nexweşî û xeterên mezin dagirtîne; niha jî bi xetera ku ‘derdê ser derdan e’ re rûbirû ne. Helwesta me wisa qels e ku divê dilê me ji me li hev bikeve! Lewre li cihê em bi şev û roj bi hev re ji bo azadiya tevahî girtiyan (bi taybetî yên bi dehan salan girtî û nexweş) bixebitin; em hê jî bi gotinên dubare yên ji 2009’an ve li ser zimanê me bûne nakarat behsa berdana ‘hinek’ girtiyan dikin!

Wijdanê me yê civakî yê bi daxuyanî û bendewariyan bi salan e teviziye û xwe têr dibîne divê bi rexneyên dijwar xwe zelal û paqij bike. Yên girtî xwişk, bira, dê û bavên me ne û her yek ji wan nefereke têkoşînê ye, bedel dide. Heta ku em ‘wekhev’ nêzî kesên di dojeha vê cîhanê de dijîn nebin; em ê şaş û bebes bin. Peywira însanbûn û kurdbûnê ev e, têkoşîn û şoreş ev

bi xwe ye!