25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kî rewa ye?

Hisên Çatikkaş

Di roja me de peyv û têgeh li gorî kes, partî, îdeolojî, dewlet û hwd. tên guherîn. Her kesek an jî îdeolojiyek dikare têgehekê li gorî xwe pênase bike, bêyî ku li dîrokçe yan jî çavkaniya têgehê binihêre. Ev jî tevliheviyekê bi xwe re tîne ku ev tevlihevbûna têgeh û wateyên wan e. Lê di eslê xwe de têgeh an jî wateyên wan ne evqas tevlihev in. Ên ku tevlihev dikin, kes, partî, îdeolojî yan jî dewlet in. Ji ber ku ew dixwazin têgehan li gorî berjewendiyên xwe şîrove û pênase bikin. Dixwazin xwe wek ên herî demokrat, azadîxwaz, biedalet û rewa nîşan bidin. Di fîlozofiyê de têgeh pir girîng in. Lewra fîlozofên wek Deleuze û Guattarî dibêjin ku ‘fîlozofî karê avakirina têgehan e.’ Lê dema em li siyasetê dimeyzênin, siyaset dibe karê bikaranîna têgehan. Kî karibe çiqas têgehan şolî bikar bîne, ew kes ewqasî jêhatî û serkeftî dibe! Bêguman têgeh tenê têra serkeftin û jêhatîbûnê nakin. Lê têgeh di siyasetê de weke amûrekê tên bikaranîn. Di rastiyê de kesên otorîter, xwedîhêz an jî ‘xwediyê dewletê’(!) vê yekê dikin. Kesên vê yekê dikin, ‘legalîzma otorîter’ ji xwe re kirine mertal û di bin navê hiqûq û dewletbûnê de xwe mafdar nîşan didin. Ev destpêk tev ji ber gotina serokê CHP’ê Kiliçdaroglu yê ku çend hefte berê li ser rewabûna PKK’ê û birêz Ocalan bû. Helbet heke em bi çavên Kiliçdaroglu û li gorî qanûnên dewleta wî ku kurdan bi tu awayî di nav xwe de nahewînin li ser meselê bifikirin, Kiliçdaroglu dê mafdar be. Lê li aliyê din rastî û heqîqet dê kenê xwe bi me bikin. Dema em li makeqanûna dewleta tirk bimeyzênin em ê bi tu awayî kurdan di nav de nebînin. Li gorî makeqanûna dewleta wî, kurd tune ne ku mafên wan hebin û rewa bin. Lê divê em bibînin ku PKK û birêz Ocalan ji ber vê tunehesibandina kurdan a dewleta dagirker rabûn û li hemberî wê şerê hebûn û tunebûnê dan û didin meşandin.

Bi saya PKK’ê û birêz Ocalan e ku Kiliçdarogluyê asîmîlebûyî îro hinek kurdan meşrû dibîne, hinekan jî ne meşrû bi nav dike. Heke birêz Ocalan jî Kiliçdaroglubûn(!) qebûl bikira, bêguman dê li cem dewleta wî meşrû bûya. Lê ji ber ku rastî û heqîqetê li nav çavên Kiliçdaroglu û dewleta wî daye îro ji aliyê wan ve ne meşrû tê pênasekirin. Vêca em vegerin ser gotinên Kiliçdaroglu ku birêz Ocalan gelek caran gotibû. Kiliçdaroglu: ‘Em dikarin pirsgirêka kurd bi HDP’ê re li meclisê (TBMM) çareser bikin.’ Jixwe dema pêvajoya çareseriyê jî birêz Ocalan çend caran gotibû ku divê ev pirsgirêk li meclisê çareser bibe. Nexwe tişteke nû ya ku Kiliçdaroglu dibêje çi ye? Ka dê çawa çareser bike? Welhasil pirs zêde ne lê bersiv tune ne. Helbet kurd êdî bi hêsanî nabin nêçîra nêçîrvanan. Em dizanin ku dema nêçîrvan diçe nêçîrê bi xwe re gelek xefk û fêlan dibe. De vêca em ji nêçîrvan re bibêjin: Rojbaş…

Li gorî ferhengê peyva rewa di nav xwe de rastiyê, mafdariyê û qanûnîbûnê dihewîne. Wateyeke wê ya din tiştekî ku li gorî wijdana civakê be, meşrû ango rewa ye. Dema mirov analîza tiştekî bike, hewce ye ku mirov hemû wateyên wê li ber çavan bigire. Lê tenê ev pênaseyên li jor jî têra pûçkirina gotinên Kiliçdaroglu dikin. Ewilî em weke Kiliçdaroglu bifikirin ku li gorî qanûnên wan PKK û birêz Ocalan ne rewa ne. Baş e! Qanûn ên kê ne û kê ew çêkirine? Qanûn ji ber çi hene? Ji ber ku bersivên van pirsan beloq in, hewcedarî pê nabînim ku bersiva wan bidim. Heke mirov berê xwe bide wateyên pênaseya peyvê, em ê bibînin ku PKK û birêz Ocalan di çavên piraniya kurdan de mafdar in, li gorî wijdana civaka kurd tevdigerin û ji bo kurdan rastiyê diparêzin. Heke em weke Kiliçdaroglu bifikirin, divê em ewqasî xwe li erdê nexin, diviyabû li hemberî zilmkar û dagirkeran kesî serî hilnedaba ji ber ku yê qanûnan çêdikin ew in. Dema em li dîrokê jî binihêrin em ê bibînin ku gelek mirovan li hemberî qanûnên zilmkar û dewletan serî hildane ku yek ji wan Antîgone ye. Ev tragedyaya berxwedanê behsa têkoşîna di navbera edalet û qanûnan de ango têkoşîna di navbera Antîgone û Qral Kreon de dike. Li gorî fermana Kreon dide, diviyabû ji birayê Antîgoneyê yê mirî re tirb nehatiba çêkirin. Lê Antîgone li hemberî fermana ango qanûna Kreon derdikeve û ji birayê xwe re tirbê çêdike. Ji ber ku Antîgone bi zanebûn qanûnê bin pê dike û berpirsiyariya binpêkirina qanûnê bi awayekî aşkera werdigire ser xwe, lewra di dîrokê de wek yekem çalakvana bêîtaetiya sivîl tê qebûlkirin. Bi heman awayî gelek netew li hemberî qanûnên dagirkeran derketine û azadiya xwe bi dest xistine. Weke me li jor diyar kir HDP, PKK û birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd aktor in. Lê rolên wan ên cuda hene. Kesên dixwazin ev şer raweste, nikarin wan her sê hêzan ji hev cuda bikin an jî divê nekin. Çawa em li mirovekî/ê bimeyzênin, em nikarin bêjin ev dest, ling, serî yan jî zik e, ew jî tişteke wiha ye. Wek mînak; em dikarin Hindistana di bin dagirkeriya îngilîzan de doza serxwebûnê dikir, bigirin dest. Wê demê li Hindistanê du aktorên bihêz hebûn ku bi awayê cuda li hemberî dagirkeriyê têkoşîn dimeşandin. Yek ji wan ku Gandhî pêşengtiya wê dikir, bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl li ber xwe didan û dixwestin dagirkeran ji welatên xwe derînin. A diduyan jî aliyê çekdarî bû ku dixwestin bi şerê çekdarî dagirkeran ji welatên xwe derînin. Li gorî hinduyan her du jî rewa û berxwedêr bûn. Divê em ji bîr nekin ku dagirker bi dilê xwe ji welatê dagirkirî dernakevin. Lewma her cureyê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê, li gorî neteweya ku welatê wan hatiye dagirkirin, rewa ye. Ji ber vê yekê li gorî kurdan HDP, PKK û Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de aktorên meşrû ango rewa ne. Yên li Kurdistanê ne meşrû nin bêguman dagirker û hemû amûrên wan ên şer in. Lewra weke Arjen Arî gotiye ‘Hûn ê biçin, hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin.’