18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kilîda çiyayan hebûn e, ji dest nedin!

Nurhaq Gulbahar

Pêşengek ji pêşengên serhildana Dêrsimê ku tê gotin ji eşîra Demenan e, piştî şikestina serhildanê wekî ravekirina sedema şikestina serhildanê dibêje: “Me kilîda çiyayan ji dest da.” Ev gotin ji bo wê baweriya qedîm a ku li pey heqîqetê ye, vê yekê bi me kurdan dide zanîn bê ka şîfreya serkeftin û têkçûnê çi ye. Ji ber di tevahiya dîrokê de gelê kurd çiyayên xwe yên serberz ji bo xwe wekî starekê dîtiye û wê zanyariya qedîm ji nifşê xwe yê nû re ragihandiye. Ruxmî hemû êrîş û daxwazên tunekirinê, gelê kurd her dem pişta xwe daye çiyayên bilind û bi vî awayî hebûna xwe parastiye. Ji bo gelê kurd dikare bê gotin ku hebûn û çiya, bi awayekî din xwebûna gelê kurd e. Kilîta çiyayan jî di nav dil û mêjiyê her ferdekî/a kurd de veşartî ye.

Bidestxistina kilîda heqîqetê

Ev rastî ne tenê ji bo dîrokeke dûr derbasdare ku em karibin bibêjin di roja îro de zêde wateya xwe nîne. Na, ji her demê zêdetir ev heqîqeta qedîm ji bo îro derbasdar e. Rojane di nav rastiya şerê li çar parçeyên Kurdistanê de em vê heqîqetê dibînin. Kurdistan çawa ku berê jî her di bin gef, êrîş û daxwaza tunekirina dagirkeran de bû, îro jî bi awayekî dijwartir em vê rastiyê dibînin. Helbet ji bo bicîhanîna vê daxwaza tuneker, têkşikandina kilîta çiyayan û her wiha rêxweşkeriya hêzeke ji nav kurdan wê ji daxwazên dagirkeran re bêhtir alîkar be. Û ev yek îro bêhtir di nav axa başûrê Kurdistanê de an jî bi gotineke din li ser sînorê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de, li devera Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê de derbas dibe. Ji şeva 23’yê nîsana îsal û heta îro Tirkiye bi hêzên xwe yên bejahî û hewayî, bi armanca dagirkeriyê êrîşeke dijwar pêk tîne. Bêguman ev herêmên navborî, berê jî pêrgî êrîşên dewleta tirk bûne, ne xerîbê vê yekê ne. Heta dikare bê gotin ku ji sala 1995’an û şûn ve heman hêza dagirker li gelek deveran bi armanca kontrolkirina herêmê xalên xwe yên mayînde bi cih kirine. Niha tişta ku Tirkiye ji vê pêla dagirkeriyê hêvî dike, bidestxistina qadên di navbera van xalên kontrolan ango bi gotineke din desteserkirina herêmeke tampon e ku karibe xwe bigihîne hin deverên din ên stratejîk. Yanî bi gotineke din dagirker dixwaze heqîqeta kilîda çiyayan bi dest bixe.

Berxwedaneke bêhempa (he)ye

Helbet li hemberî vê, berxwedaneke bêhempa ya şervanên Kurdistanê jî heye ku plana Tirkiyeyê têk dibe. Em rojane encamên vê berxwedanê û rêbazên şerên dijwar dişopînin. Lê xaleke din ku divê bê destnîşankirin û her wiha bi mijara nîvîsa me ve girêdayiye, hevkariya hêza herêmî yanî rêxweşkeriya PDK’ê ye. Bûyerên ku diqewimin, tevgera hêzên çekdarî yên girêdayî PDK’ê, alîkareke bêhempa ye ji bo ev plana qirêj û dijminane baştir armanca xwe pêk bîne. Bi taybetî tevgera hêzên çekdar a girêdayî PDK’ê xeteriyeke mezin e li ser şerê ku diqewime û palpiştiyeke bêhempa ye ji bo dewleta dagirker. Her wiha divê em gelê kurd ji bîr nekin ku ev rastiya em tê de dijîn ne rastiyeke demkî ye, karîgeriyeke xwe ya dîrokî heye. Li ser dahatûyê rasterast wê bandora xwe bike. Ne tenê weke cografya di heman demê de weke hest û çarenûsa hevbeş jî wê kurdên ji parçeyan ji hev dûr bixîne. Berpirsiyariyeke mezin e.

Stara gelan e çiya

Her wiha heke ev qadên ku niha şerekî dijwar li ser diqewime bi tevkariya aliyekî kurdî bikeve bin destê hêzeke dagirker, di hêla wateya dîrokî, felsefî û hebûnî de jî ji bo dijmin, bi destê xwe, radestkirina kilîda çiyayan e. Li wan herêmên çiyayî ku her dem û di her cure pêwîstiyê de, ne tenê gelê kurd, gelên din ên herêmê jî weke aşur, ermen, kildan û hwd. xwe spartine stara çiyayan, wê bike ku kilîda hebûna xwe ji dest bidin. Lewma jî jidestdayîna kilîda çiyayan, jidestdayîna kilîda hebûna gelan e. Û di vê serdemê de dubarekirina şaşiyên berê an jî leyistina rola hilweşîner divê bê zanîn ku wê neyê jibîrkirin, wê kesek nikaribe ser rastiyê binuxumîne.

Em kurd weke taybetmendiya hebûna neteweya xwe, li ber werçerxeke dîrokî ne. Werçerxa me ev e; Gelo em ê kilîda çiyayan bi destê xwe bidin dijmin û dagirkeran an jî em ê heqîqeta çiyayên xwe ji hev re bikin qada şer, jiyan û serfiraziyan? Pirs ev e, bersiv li gel her yekê/î ji me ye.