25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kîn û nefret

Newaf Mîro

Cihê kîn û nefret lê rewa be, heta serdest û serbest be, ew civak û dewlet, weke bombeyeke atomî ye, ew dikare tim biteqe. Helbet gava biteqe, ne ji yek alî kuştin û qirkirin çêdibe, ji her alî dibe. Em gelek carî tenê ziyanên canî, dibînin û dihesibînin.
Lê ev ji wê bêhtir e. Kîn û nefret mirov û mileta dikare bike robotê kuştinê. Tevî ku em îro dibînin, robot, çek û her cûre amûrên kuştinê hene, helbet ew me ji bo jiyanê, ji bo kuştinê ne. Yê vê diafirîne, bikartînin dîsa mirov in. Ew hêrs û kîna mirov, hest, hezkirin û hisa êşê dikuje, berevajî ew kêfê ji kuştinê, êşê û ezab distrînin. Ew kîn û nefret mirov dike sadîst. Mirovên serdest, ev kîn û nefret ji bo xwe bikaranîne û hê jî tînin.

Karê bi rikabetê pêk naynin, bi nefretê pêk tînin. Ew kirine weke çekê, û her carê li dijî hin alî, netew û ola bikartînin. Ne tenê ji bo netew û olên din, di nav xwe de, li dijî jinan û hevzayendan jî bikaranîne. Nefret di makezagonên gelek dewletan de tewankarî ye. Helbet mirov di xweza xwe de fenek û keyskar e. Gava zagon û civak, berjewendiyên civakê yên, ewlehî, aborî, etîk û exlaqî rê û derfetê bidin mirova, ew bi çeka nefretê carê beşekê dide ber tîrên xwe. Di destpêkê de “dijber û dijminê” xwe bi demê re yên nava xwe pûç dike. Ez nabêjim; ola, lê hêzên olî, netewperest, û siyasî ev nefret kirine nan, av, çek, huner, ticaret û pere û bi her cûreyî bikaranîne.

Ne tenê serdesta, bindesta jî, li dîjî hêza serdest, nefreta xwe parastinê û têkbirina nefreta serdest vehemandine. Ew dihêle, ku mirov çalak bibin, li dijî hêz û nefretê. Ji bo pûçkirina, nefreta bindest, peyv û têgeheke di nav bindestande tê bikaranîn, ku kujer û kuştî “bira” ne. Ev dike ku hêza serdest, xurt bibe û şaşî di kuştî û mexdûr de bête dîtin. Helbet mirova hêza nefretê, li dijî nefretê bikaranî ba, dê aştî û azadî ne di kuştinê, şer û tunekirinê de bihata dîtin.

Nîkola Tesla dibêje: “Ger meriv karîbûya, kîn û nefreta mirovan, veguherta elektrîkê, dê dinya gişk pê ronî biba.” Helbet ger mirova li şûna nefret, kuştinê û şerê serê xwe bi afirandinên nû yên ku xizmeta mirovahiyê, lawir û siruştê re biêşanda dê rewşa mirovan cûda ba. Weke ku Nîkola Tesla kiriye, derdora 120 patentên wî hene û afirandinên wî, hê jî kêrî jiyanê tên, lê gava mir deyndar bû. Ew dibêje; “min bi perê patenta patent/îcadên nû diafirîndin”.

Helbet hêz, têgeh û siyaseta me jî bi qasî şer, nefret û kîna hev dikin, bi hêz, hizr û dewletên li ser nefret û tunebûna wan, xwe saz, dê rewşa me cudatir ba ji îro.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê