Wednesday, December 8, 2021

Kirasekî kurdî li têgehên felsefeyê dike

Di berhemên me yên klasîk de, gelek ramanên felsefeyî hene. Mixabin, hê baş nehatine vekolandin. Lê hîna nû dertên ber ronahiyê. Beriya demekê, der barê Zerdeşt Pêxember û postmodernîzmê de, min hinek lêkolîn kirin û ez bi xwe jî ji tesîra wî ya li ser feylesof, ramanwer û ruhnasên naskirî, şaş û ecêbmayî mam

Di mijara fikrandin û bingeha fikrînê de her çiqas ku li ser axa qedîm, kurd xwedî bingeheke xurt bin jî ev bingeh wek felsefeyeke bi rêk û pêk û nivîskî derneketiye pêşiya me. Îro li çar parçeyên Kurdistanê (her çiqas ku hin cerebeyên li ser çavkaniyên felsefeya cîhanê hebin jî kêm in) kurd ji bo felsefe, feylesof û têgehên felsefeyê çavkaniyên ji zimanê erebî, farisî û tirkî dixwînin. Di van salên dawî de gelek nivîskar êdî berê xwe didin xebatên li ser felsefeyê û her diçe hejmara van kesan jî zêdetir dibin. Alî Gurdilî jî yek ji wan kesên ku kedeke 20 salan daye xebata bi navê ‘Ferhenga Felsefeyê’ û di rojên borî de pirtûka wî çap bûye. Ji bo xwînerên Xwebûnê em bi nivîskar Alî Gurdilî re axivîn.

Tu ji beşa sosyolojiyê mezûn bûyî. Lê te berê xwe da felsefeyê; hem jî ji beşeke ku têgehên felsefeyê zêde di kurdî de nehatine nîqaşkirin! Te gelek pirtûkên felsefeyê yên wek ‘Dengê Felsefeyê’, ‘Rêwîtiyeke Zanistî’, ‘Destpêka Felsefeyê’, ‘Antolojiya Feylesofan’ û hwd. derxistin. Tu dikarî qala zor û zehmetiyên vê rêwîtiya xwe bikî?

Belê, rast e. Lê dikarim bibêjim ku meyla min li ser felsefeyê jî zahf bû û mamosteyên dersên me yên felsefeyê jî felsefenasên serkeftî bûn. Rehmetiyê Kurşat Bumîn yek ji wan kesan bû, ku felsefe zêdetir bi min daye hezkirin. Dîsa Prof. Ahmet Arslan jî bi heman awayî. Dema meriv ji rojavayê cîhanê mêze dike, meriv dibîne ku gelek civaknas, di heman demê de felsefenas yan jî em bibêjin feylesof in. Jixwe ji ber têkiliiya felsefe û zanistên civakî, ez vê yekê xerîb nabînim. Ji ber ku mirovên têgihiştî dizanin ku felsefe jî wekî huner, zanist, wêje û hwd. parçeyeke jiyana me ye û di demajoya xwenasînê de, rêhevaltiiya meriv dike û qet nebe. Hêviya meriv a xwegihandina ‘heqîqetê’ xurt dike. Piştî ku min zaningeh qedand, min dest ji xwendinê berneda û min xwest ez bi zar û zimanê xwe, li ser van mijaran bixebitim. Lê mixabin ji ber tunebûna çavkaniyên bi zimanê kurdî, min zahf zehmetî dîtin. Piştre, min biryara xwe da ku ez hinek kar û xebatên destpêkî bikim. Wê demê, min dest bi xwendina kovar û kitêbên kurdî kir û piştî 2-3 salan, kitêba min a yekem (Dengê Felsefeyê. Weşanên Doz) di sala 2006’an de li Stenbolê hate weşandin. Di sala 2007’an de jî min Malpera Felsefevanê vekir û me, dest bi weşanê kir. Armanc ew bû ku me xwest em bi zimanê kurdî, li ser mijarên felsefeyî û zanistên civakî, kar û xebatê bikin. Du caran, êrîşî malpera me kirin û malper, hate rûxandin. Hinekî me navber dabê jî xizmeta malperê hin jî berdewam e. Ji ber ku navê malpera me jî felsefevan bû, ligel çend hevalên xwe di bîrûraya kurdî de, em jî wekî felsefevan hatin nasîn û me xebatên xwe, berdewam kir.

Wê demê gelek nasên min digotin, tu dîn î û tu yê bikaribî çi bikî? Digotin, kurd çîrokan bi zimanê xwe naxwînin û tu dibêjî, ez ê bi zimanê kurdî li ser mijarên felsefeyê bixebitim. Lê diviyabû min dest pê bikira, ji bo ku em derengtir nemînin; û min ji xwe dest pê kir. Tiştê min dinivîsîn, min ew li ser malperê jî diweşandin û her wiha li ser medyaya dijîtal jî. Bi saya piştgiriiya gelek kesên kurdîziman, dildarên zimanê kurdî û hezkarên felsefeyê, bi hewar û qêrîn be jî axirê dengê me çû bîr û raya kurdî û felsefehêzên kurd gotin ku ‘felsefe, bi kurdî xweş e.’ Bêguman, rêya me dûr û dirêj e û em hîn jî di asta destpêkê de ne.

Gelo di nav kurdan de xebatên li ser felsefeyê kengî dest pê kirine û di rewş û asteke çawa de ne?

Zehmet e ku meriv bikaribe tarîxeke berbiçav nîşan bide û bibêje ku felsefeyê wê demê dest pê kiriye. Haya min zêde ji Başûr tune ye, dibe ku bi zaravayê soranî hinek xebat hatibin kirin. Lê mixabin. Li Bakur jî ji bilî çend hewldanên şexsî, xebatên bi rêkûpêk, nehatine kirin. Her wiha, dem û dezgeheke me ya ku bikaribe xweyîtiyê li xebatên felsefeyî bike jî mixabin tune ye. Min gelek dixwest ku saziyeke me, di van xebatên min de piştgiriya min bike û xwedî li xebatên min derkeve. Lê mixabin, kesî dengê min seh nekir û ez bi serê xwe mam. Heke piştgiriyeke pozîtîf hebûya îxtîmal e ku min dikaribû gelek xebatên din jî bikira. Ji ber ku karê min kir ne tenê amadekarî ye, di heman demê de karê wergerê ye jî. Çimkî zanînên ku ez wan bi kar tînim, bi zimanê me tune nin. Mecbûr dimînim ku ji gelek zimanan wan wergerînim û kirasekî kurdî, li wan zanînan bikim. Ev jî di vî warî de zehmetiyeke din a mezin e. Lê ne xem e, bi hemd û sebr, ez ê xebatên xwe bidomînim.

Li vir dixwazim hinekî behsa ferhenga felsefeyê a bi zimanê tirkî bikim: Prof. Macît Gokberk di pêşgotina kitêba xwe ya ‘Dîroka Felsefeyê’ de ku çapa wê a yekem di sala 1961’ê de hatiye çapkirin, wiha dibêje: ‘Ev kitêb, encama xebata min ya pazdeh salan e. Di kitêbê de, helbet hinek kêmasiyên me hene, bibexşînin. Ev kêmasî çawa ku yên min in, wisa jî yên zimanê tirkî ne ku hêdî hêdî dixwaze bibe zimanê kulturê û ketiye wê rêyê.’ Li gel hebûna dewletê jî encax di sala 1961’ê de, ferhengeke felsefeyê bi zimanê tirkî hatiye weşandin. Lê li gel hemû tehde û qedexeyan, li gel hebûna polîtîkayên asîmîlekar û nebûna saziyeke me ya navendî, îro ferhengeke me heye û di xizmeta kurdan de ye.

Pirsgirêkeke mezin a xebatên li ser felsefeyê jî ew e ku têgehên felsefeyê zehmet tên wergerandin. Di pêvajoya amadekirina ferhengê de te rêyeke çawa da ber xwe û gelo te ji zaravayên din ên kurdî jî sûd wergirt?

Felsefe, berî her tiştî çalakiyek e, rahişmendiyeke aqilî ya mirovî ye. Kesên ku felsefeyê dikin, lazim e xwedan awireke gelemperî (tevbar, tumel, universal) bin. Dema felsefeyê dikin jî, têgihan bi kar tînin û bi vî awayî, metnên felsefeyî derdikevine holê. Pêşî divê meriv bifikire, hinek rûdan, serpêhatî û bûyeran bide ber lêpirsînê, pirsên xwe bike, xwedan awireke şikwer be û bikaribe xwe ji pêşhukmiyan rizgar bike. Hingê dikare bi her awayî ramanên xwe bibêje, bikeve guftûgoyan û rêya xwe bidomîne. Rast e, wergerandina têgehan zehmet e. Lê ya girîngtir ew e ku meriv bikaribe felsefeyê bike û bixwîne. Hingê, meriv bi maneya wê têgihê dizane û heke hebe, dikare di şûna wê têgeha (têgih, kavram, concept) biyanî de, têgiheke bi zar û zimanê xwe, bi kar bihîne. Lê heke tune be, hingê ne mesele ye ku meriv têgiha resen bi kar bîne. Ji xwe em dizanin ku pirraniya têgihên felsefeyî, eslê wan yewnanî ye û ji wir ketine zimanê latinî, fransî, îngilizî û hwd. Mesela di şûna felsefeyê de, bi hêsanî em dikarin bibêjin ‘philosophia’ jî, ne pirsgirêk e. Di amadekirina ferhengê de, heta ji destê min hat min têgihên kurdî yên ku hene û berbelav in, bi kar anî. Lê min bi xwe, têgih çênekirine û têgihên ku di berhemên kurdî de cih girtine, bi kar aniye. Di gelek cihan de jî min têgihên yewnanî û îngilizî jî daniye. Li ser vê xalê, wekî gotina dawî dikarim bibêjim ku şertê pêşîn ew e meriv bikaribe bi zimanê xwe bifikire. Piştî vê yekê, meriv dikare têgihên ku dê bi kar bîne ji bo xwe peyda bike.

Gelo di pêvajoya dîrokî ya kurdan de felsefe cihekî çawa dadigire û di nav vê dîroka qedîm de felsefeya kurdan heye? Ku hebe çiqas kevnar e ango koka wê digihîje heta ku?

Felsefe, malê tevahiya mirovahiyê ye û di pêşketina çanda cîhanê de, xwediyê roleka girîng e. Bi saya felsefeyê, medeniyeta Rojavayê îro li ser xwe ye, zindî ye û karibûye her bi pêş bikeve. Kurd jî parçeyeke çanda cîhanê ne û di demajoya xwebûn û xwenasînê de, dikarin ji felsefeyê sûdeke mezin bigirin. Lê mixabin, rê li ber me hatiye girtin. Ev ne bes, welatê me jî li herêmeke wiha ye ku jêdera piraniya zanînan (bilgi, knowledge) raman û kitêbên pîroz in. Dema meriv bi xwe lê venekole, nede ber lêpirsîne û jê nekeve gumanê, nikare rastiya wê arîşeyê bizanibe. Çimkî zanînên heyî, zanînên kitêbî ne û li ber destan in. Di rewşeke wiha de kes serê xwe pê naêşîne, jê gumanê nake û ew çawa be, wiha dipejirîne. Di rewşeke wiha de guherîn, lêpirsîn û pêşketin, rû nadin. Loma ez ji rewşa Rojhilata Navînî a niha qet şaş nabim. Dema meriv li medeniyeta yewnanî mêze dike, meriv dibîne ku wan dîwarê xwe bi xwe lê kirine. Hostayê dîwarê xwe, ew bi xwe ne. Loma karibûne bibin çavkaniya medeniyeta Rojava. Bi aqilê xwe, bi hiş û zêhna xwe, bi zimanê xwe felsefe kirine û bi vî awayî, xizmeta tevahiya mirovahiyê jî kirine. Ev xal, girîng e.

Li ser pirsa we a ‘felsefeya kurdan’ jî dikarim bibêjim ku belê felsefeya kurdan heye. Felsefeya kurdan aştîxwaz, xwezaparêz û mirovhez e. Terz û awayê jiyana kurdan, bi serê xwe jî felsefeyek bûye. Loma, em hewqasî di bin zilm û zorê de mane. Lê heke mexseda we felsefenas û feylesofên kurdan bin, belê ew jî hene. Şihabedînê Suhrewerdiyê kurd, damezirînerê ekol û felsefeya îşraqî (ronahîdarî) ye, lê mixabin cezayê mirinê lê hatiye birrîn û hatiye kuştin. Di berhemên me yên klasîk de, gelek ramanên felsefeyî hene. Mixabin, hê baş nehatine vekolandin. Lê hîna hîna, dertên ber ronahiyê. Beriya demekê, der barê Zerdeşt Pêxember û postmodernîzmê de, min hinek lêkolîn kirin û ez bi xwe jî ji tesîra Zerdeşt Pêxember, a li ser feylesof, ramanwer û ruhnasên naskirî, şaş û ecêbmayî mam. Lazim e, em bixwînin û lê bikolin. Li vir ez nabêjim Zerdeştê Kal, kurd e. Na. Lê em dizanin ku tesîra wî, li ser çanda kurdan zahf hebûye û di siberojê de, lazim e em lê vekolin.

Li gor Deleuze felsefe çalakiya afirandinê ye. Yanî felsefe hunera afirandin, kifşkirin û hilberandinê ya têgehan e, feylesof jî têgehên kifş dikin û li ser wan difikirin. Lê belê dema em li civaka cîhanî dinihêrin em dibînin ku di vê mijarê de zêde navûdengê me tune ye. Ango felsefe di nav civaka me de zêde ne berbelav e. Li gor lêkolîn û xebatên te yên li ser felsefeyê sedema tunebûna feylesofên kurd çi ye?

Gelek kurdan felsefeya xwe bi zimanên serdestên xwe, yan jî bi zimanên ku bazara wan hebûye kirine. Lê, ne tevahiya wan. Feylesofên kurd, hene û em nikarin bibêjin ku tune nin. Çimkî, ew pênaseya ‘feylesof’ bi xwe jî, mijara nîqaşê ye. Lê heke were gotin ku ramanên xwe sîstematîze nekirine, dê ev yek rast be. Ji ber tesîra dîn, me gelekên wan wekî şêx yan mela, qebûl kiriye û me, ramanwerî yan feylesofiya wan, red kiriye. Vê yekê jî rêya vekolanan girtiye. Kesên bixwazin dikarin ji malperên me, xwe bigihînin gelek zanînên der barê vê meseleyê de.

Li ser vê xalê dixwazim hinekî behsa Hegel bikim: Jêdera felsefeya Friedrich Hegel a sêqolî (tez, dijtezî û sentez), sêmediya pîroz a xiristiyaniyê (Bav, Kur û Rihê Pîroz) ye, ku wan jî ji teoriya Hînweriya Rêzepergala Xwedayî (Doctrine of Divine Hierarchy), girtine. Lê kes ji Hegel re nabêje, bes te çi kiriye û îro, wekî damezranerê Îdealîzma Diyalektîk (Diyalektik İdealizm, Dialectic Idealism) tê pejirandin. Wekî din jî dema meriv dikeve nav wê çalakiya felsefeyî, pirsan ji xwe dike. Li ser armanca xwe ya jiyanê difikire û dixwaze ku bi ‘xwe’ û xwe binase. Di rêya jiyaneke bextewar û dilpak (xwedanfazîlet) de, felsefe rêhevaltiya meriv dike û hêviya meriv a xwegihandina heqîqetê xurt dike. Mixabin, zilm û zordestiya cîranên kurdan û erdnîgariya me, gelek caran me ji wesfên me yên resen dûr kiriye û em mecbûr mane, ku fikr û ramanên xwe, di bin kirasan de veşêrin. Vê yekê jî, kompleksekî xwekêmdîtinê li cem me afirandî ye. Beriya çend mehan, min der barê kozmopolîtîzm û êzdayetiyê de, gotarek nivîsî. Lê baş dizanim ku nehatime têgihiştin. Çimkî ta nuha kesî li ser vê meseleyê nenivîsiye. Lê bi rêya wê gotarê, min felsefe kiriye. Divê em baş têbigihêjine ferqa xebatên zanistî û yên felsefeyî. Ev xal jî gelek giring e.

Xebateke te li ser Mensûrê Helac jî heye. Yek ji wan kesên ku bi awayekî pirr berfireh li ser Helac xebitiye jî rojhilatnasê navdar Louis Massignon e. Wekî tê zanîn Massignon ji berhema Bazîl Nîkîtîn re jî pêşgotinek nivîsiye. Di berhema xwe de Massignon destnîşan dike ku yek ji çavkaniyên wî yên li qadê jî gelê kurd bûye ku der barê Hellac de agahi dane wî. Gelo tu li ser Hellac çi difikirî û têkiliya wî û kurdan çi ye?

Belê, der barê jiyan û felsefeya Hellacî (Hallacvan) de kitêbekê min heye: ‘Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac’ (Enel Heq) – Weş: Evrensel. 2015. Di kitêbê de, min behsa jiyan, berhem û felsefeya Hellacî kiriye. Wekî we jî gotiye, çavkaniya piraniya zanînên derbarê Hellacî de, Louis Massignonê fransî ye ku 30 salên xwe, daye xebata xwe û kitêba wî jêderke muhîm û alînegir e. Ne tenê di civaka me kurdan de, di civaka tirkan de jî Hellac zahf nayê zanîn. Çend kitêbên hatine nivîsîn jî, jêgirtin û xulaseyên berhema Massignonî ne. Lê gelek zanînan jî, berevajî kirine. Lê min wekî jêdera sereke, berhema Masignonî bikar aniye û bi awirekî neterefgir, wan raber kiriye. Kurdan, qedr û qîmeteke zahf mezin dane Hellac, ku ew bi xwe jî ji binemaleke mazdeîst hatiye dinyayê. Piştre, hatiye gotin ku piştgiriya serîhildana Karmatî (wekî serîhildana kurdan hatiye zanîn) kiriye û ev yek jî, bûye yek ji wan sebebên kuştina wî. Em bi xwe nizanim bê ka Hellac kurd e yan na, lê dikarim bibêjim ku gelekî piştgiriya kurdan kiriye û tesîra wî, li ser çanda me zahf e. Mixabin wekî gelek peyayên hêja, haya me zahf ji Hellacî jî tune ye û divê em bi zar û zimanê xwe bêtir li ser wan peyayan vekolînan bikin.

Alî Gurdilî kî ye?

Ali Gurdilî di sala 1966’an de li bajarê Sêrtê li navçeya Misircê (Gurdilan) hatiye dinyayê. Di sala 1980’î de malbata wî koçî bajarê Tirkiye- Îzmîrê kiriye. Li Zanîngeha Egeyê beşa civaknasiyê xwendiye. Di warê zanistî û felsefî de xebatên xwe didomîne. Heta niha gellek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Xwenas, Felsefevan û Ajdayê de hatine çapkirin. Alî Gurdilî heta niha bi navê ‘Dengê Felsefeyê’, ‘Rewîtiyeke Zanistî’, ‘Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’, ‘Destpêka Felsefeyê û Antolojiya Feylesofan’ pênc berhem nivîsandine.