spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Êrişên li ser Şengalê dewama komkujiyên DAIŞ`ê ne

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrişa li dijî Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û êrişa li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ku ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hate kirin, daxuyaniyek weşand. KNK’ê êrîş şermezar kir û wiha got: “Di roja 16.tebaxa 2021’an de, firokeyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê, weke carên berê êriş birin ser navenda bajarê Şingalê û pêşengê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Fermandar Seîd Hesen û hevalê wî Îsa Xwudêda şehîd kirin û sê kes jî birîndar kirin. Ev êriş sûîqest e û cinayeteke mezin e. Rojek piştî vê sûîqestê, vê carê jî êrîşê Nexweşxaneya Sikêniyê kirin û bi firokeyên şer nexweşxane bombabarankirin û şewitandin. Di vê êrişa hovane de jî gelek kes şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn. Em carek din van êriş û êrişkaran şermezar û mehkum dikin. Ji bo ev cinayetkar bêne darizandin, em ê heta dawiyê, vê dosyayê bişopînin û hesab ji cinayetkaran bipirsin.”

‘Em li dijî van êrîşan bibin yek dil’

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî daxuyanî da û êrîş şermlezar kir. Meclîsê wiha got: “Ev bi hefteyan e ku em wekî civaka Êzidî şîna şehîdên xwe dikin. Ji ber ku desthilatdarên cîhanê û dijminên Êzdiyatiyê meha Tebaxê li me kirine meha fermanê. Ev êrîş li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hat. Kazimî wek Serokwezîr li Şengalê bû. Lê der barê vê êrîşê de ne Serokwezîr Kazimî ne jî hikumeta Iraqê tu daxuyanî nedan. Peymana 9’ê Cotmehê xist rojevê û got ew dixwazin vê peymanê bixin meriyetê.”

Meclisê di berdewama daxuyaniyê de bibîr xist ku ev hemû êrîş hewldanên fermanên nû ya li ser Êzidiyan e û wiha lê zêde kir: “Tiştê ku ji van hemû êrîşan re dibe zemîn jî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta tirk, hikumeta Iraqê û PDK’ê de ye. Gelê me ji destpêkê ve vê peymanê wekî peymana fermanê binav kiribû.”

4 xizmetkarên tenduristiyê hatin kuştin

Meclîsê herî dawî wiha got: “Di encama van êrîşên hovane de hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûn. Ji duh ve ye ku em hewl didin nasnameya şehîd û birîndaran zelal bikin û ragihînin. Lê ji ber bombebarana giran, teşhîskirina cenazeyan û zelalkirina nasnameya şehîdan dereng ket. Bi giştî di encama êrîşên duh yên li hemberî Nexweşxaneya Sikeniyê 8 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in. Ji 8 kesên şehîd 4 kes şervanên YBŞ’ê ne ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. 3 şehîd xebatkarên tenduristiyê ne ku xizmeta civaka Êzidî dikirin. Şehîda bi navê Muhlîse Sîdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye jî (Bakurê Kurdistanê) di salvegera fermana 2014’an de dema bangawaziya seferberiyê hate kirin, ji bo birînên civaka Êzidî derman bike wekî bijîşk hatibû Şengalê û ji wê demê ve ye ji bo xelkê xizmeta tenduristiyê dikir. 4 kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macîd ku di bombebaranê de birîndar bûne jî, hemû xebatkarên tenduristiyê ne. Di êrîşê de şervanên YBŞ’ê Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Xidir Şeref (Pîr Xidir), Ramî El Salim (Ronî), yê Ereb ji Baacê, Meytem Xidir Xelef  (Serhed Zemar) yê Ereb, xizmetkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir,  Muhlise Sîdar jiyana xwe ji dest dan.”