23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK’ê encama civîna Konseya Rêveber parve kir

KNK’ê encamnameya civîna xwe ya Konseya Rêveber eşkere kir. KNK’ê bi taybetî plan kir ku di dema bê de ji Amerîka heta Rûsyayê, ji Ewropa heta Rojhilata Navîn pêngaveke dîplomasiyê bimeşînin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 11’ê kanûna 2021’ê de bi beşdariya piraniya endamên xwe civînek li dar xist. Rojeva civînê jî rewşa siyasî ya li Kurdistanê û cîhanê bû. Karên salekê hatin nirxandin û piştre jî rewşa rêxistinî ya KNK’ê, hilbijartina endam û dezgehên nû, amadekariyên civata giştî ya 21’emîn hatin nîqaşkirin. Di encamê de jî plansaziya karê dema nû hate amadekirin. Encamnameya civîna Desteya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Encamname wiha ye:

Bakur

Di merheleya şerê azadiyê de, şerê ji sala 2015’an vir ve merheleyekî nû ye û dijwartire. Ji Tîrmeha 2015’an vir ve, şerekî man û nemanê, şerekî gelek mezin li bakurê Kurdistanê tê meşandin. Ev şer dem dem derbasî Rojava û dem dem jî derbasî Başûr dibe. Di bihara 2015’an de, hikumeta Tirkiyeyê pêvajoya hevdîtinan xetimand, şer rawestandin xilas kir û 24’ê Tîrmehê dest bi êrişên qirkirinê kir. 24’ê Tîrmehê rojeke tesadûfî nîne, roja îmzekirina Peymana Lozanê ye. Di vê rojê de êrişkirin tê wê wateyê ku Kurdistan nîne (Peymana Lozanê wê dibêje) û yên daweya Kurdistanê dikin wê bêne qirkirin.

Ev şereke qirkirinê ye û şereke man û nemanê ye. Di van şeş sal û nîvan de şer û êrişên li Kurdistanê hatin meşandin li ber çavan e. Êrişên li ser bajarên Kurdistanê, êrişên li ser dem û dezgehên (şaredarî, partî, komel û deskevtên Kurdistanî) Kurdistanê, êrişên li ser hemî hêzên Kurdistanî, girtin û cezakirina deh hezaran siyasetvanan, ne ji rêzê ne. Zêhniyeta ku îro Tirkiyê rêvedibe, zêhniyeta Îttîhat Terakî ye. Wê zêhniyetê li ser vê axê gelên ermen, rum, asurî-suryanî-kildanî qirkirin. Îro jî dixwazin gelê kurd qir bikin. Lewra jî ev şer şerê man û nemanê ye.

Di vî şerî de me weke gel û tevgera azadiya gelê Kurdistanê zerer dît û gelek bedelên mezin jî dan. Li gel van zerer û bedelan, li gel hemî kêm û qusûran jî, tevgera azadiya gelê Kurdistanê li her qadê de li ser piya ye, li her tekoşînê bilind dike û karên xwe dimeşîne. Hêzên gerîla bi qehremaniyek mezin li ber xwe didin. Li gel hemî girtin, êşkence û zextan jî, gelê Kurd li îradeya xwe xwedî derkeve û xwedî biryare. Erê di vî şerî de me zererek mezin dît, lê dijminê me jî, ji taqetê ket. Rejîma Tirkiyeyê di gelek waran de bi krîzên kûr re rû bi rûye. Krîza aborî ji kontrolê derketî ye. Sedemên van krîzan, şerê li Kurdistanê ye û berxwedana hêzên Kurdistanî ne. Berxwedana me hêz û cesaretê dide hemî hêzên muxalîf. Rejîma Erdogan li ber têkçûnê ye.

Di şer de demeke ku artêşa tirk çekên kîmyewî dixebitîne. Bi taybetî şerê ku li devera Metîna, Zap û Avaşîn, rojane çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta niha 40 kesan zêdetîr gerîla bi van çekan şehîd ketine û gelek kes jî birîndar bûne. Li seranserê cîhanê, kturd û dostên Kurdan li hember vê rewşê, nerazîbûnên xwe bi hemî awayî tînin ziman. Li gel hemî bang û çalakiyên gelê me jî, heta niha cîhan bê denge. Rêxistina navneteweyî ya dijê çekên kîmyewî OPCW û Neteweyên Yekbûyî û dewletên peywendîdar, xwe nebihîstî dikin. Gelê kurd, li çar parçeyên Kurdistanê birîndar û mexdûrê çekên kîmyewî ye. Birîna Helebce hê sax nebûye. Di vî warî de karekî me yê sereke jî ew e ku em li hember karanîna çekên kîmyewî herdem di nava tevgerê de bin.

Rojhilat

Li Rojhilatê Kurdistanê, siyaseta asîmîlasyon, bê dengkirin, çewsandin, birçîkirin, êşkence û zîndanîkirin ya Dewleta Îranê, bê navber berdewame. Siyaseta Rejîma Îranê ya ku li Kurdistanê bilavkirina madeyên hişbir jî berdewam dike. Siyaseta kuştina kolberên Kurd û îdamê jî berdewame. Îran, bi hemî awayî dixwaze gelê Kurd bê nasname û bê maf bihêle. Di herêmê de weke hêzeke hegemon, destê xwe têxe di nava parçeyên din yên Kurdistanê de jî û bi hêzên din yên dagirker re jî, di nava tifaqa dijî gelê Kurd de ye.

Artêşa Îranê demeke ku ew jî weke dewleta tirk êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê zêde dike. Bi taybetî piştî hatina Îbrahîm Reîsî li ser kar, ev gef û êriş zêde bûne. Niha jî agahdarî têne ku Îran bi rêya hinek rayedarên başûrê Kurdistanê, zextê li ser partî û rêxistinên Rojhilat dike ku çekên xwe danin û çi tevgerên leşkerî li hember Îranê nekin. Ev rewşeke xetere û divê neyê qebûlkirin. Divê çi hêzên Kurdistanî ji vê teleba Îranê re nebin alîkar. Damezrandina hêzên çekdar, weke her miletî mafekî yê rewa yê gelê kurde jî. Kar anîna hêzên çekdar li her çar parêeyên Kurdistanê ne tenê mafekî rewa ye, heman demê de pêwîstiyek mezine û zerûrete. Dijminên me hemî cureyên çekan peyda dikin û li dijî me dixebitînin. Divê hêzên Kurdistanî jî xwe bi çek bikin, gel û welatê xwe biparêzin.

Li hember siyaseta Dewleta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê rêxistinkirina gel karekî sereke ye. Her wiha divê hêzên Rojhilat, ji ezmûnên parçeyên din yên Kurdistanê, tecrûbe bigrin û di nav xwe de yekîtiyekî pêk bînin. Em ê jî weke KNK, di vî warî de hewldanên xwe zêde bikin. Her wiha ji bo teşhîrkirina siyaseta rejîma Îranê û ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî, em ê li gelek deveran rêze semîner û panelan pêk bînin.

Başûr

Her çend bi awayekî destûrî Başûrê Kurdistanê xwedî statûyek federal jî be, lê dîsa jî ev statû di bin gef û xeteriyan de ye. Hedefeke dijminên gelê me jî ew e ku statûya federal li Başûrê Kurdistanê nemîne. Êrişên piştî referandûmê, êrişên Dewleta Tirk û Îranê, bi vê mebestê ne û divê ev rastî bê dîtin û li gorî vê rastiyê jî divê tedbîr bêne girtin. Mixabin rêveberiya başûrê Kurdistanê, di vî warî de xwedî stratejiyeke hevbeş nîne, xemsare û li gorî vê rastiyê tevnagere.

Êrişên vê dema dawî yên DAÎŞ’ê jî parçeyek vê polîtîka li dijî statûya Kurdistanê ye. Heman demê de armanceke van êrişan yek jê ew e ku deverên dabirayî (deverên madeya 140) ji kurdan bê xalîkirin. Ji ber êrişan heta niha sedan gund vala bûne û deh hezaran kurd koçber bûne. Ev mesele tenê ne ya DAÎŞ’ê ye. Di pişt êrişên DAÎŞ’ê de neteweperestên ereb û hêzên dagirker hene. DAÎŞ ji aliyê van hêzan ve tê destekkirin û tê bikaranîn.

Problemên Başûr zêde ne. Di aliyê azadî û demokrasiyê de, mixabin rojbiroj rewş ber bi xirabiyê ve diçe. Li aliyê din gendelî hingî diçe zêdetir dibe. Ev jî dibe sedemê ne rehetî û birçîbûnê. Gelê me yê li Başûr ji paşeroja xwe ne emîn e. Ev jî dibe sedemê koçberiyê. Bi taybetî jî ciwan koçber dibin. Koçberên li ser sînorên Belarusya û Polonya yê, mixabin piraniya wan kurdin. Her meh dehan koçberên Kurd li ser van sînoran jiyana xwe ji dest didin, li derya ya Ege û Manş ê de dixeniqin. Dagirkerên Kurdistanê bi teybetî jî Dewleta tirk, dixwazin Kurd koçber bibin û Kurdistan vala bibe. Ew çete û qaçaxçî bi desteka van dewletan kar dikin. Mixabin heta niha rêveberiya Başûr di vî warî de çi tedbîrên ber biçav negirtine. Ev rewş birîneke û divê di rojeva me hemiyan de be.

Du meh pêş niha li Iraqê hilbijartin pêk hatin. Hem li başûrê Kurdistanê hem li seranserê Iraqê, piraniya gel neçû ser sindoqan û deng nedan. Gelê Başûr û gelê Iraqê bi giştî ji van rêvebiran nerazî ye û qerta sor nîşanê wan daye. Kî bêje em serketî ne, ne rast dibêjin. Hilbijartinê çi çareserî bi xwe re neanîne û heta niha parlamento jî kom nebûye. Lê çi dibe bila bibe hilbijartinek pêk hatiye û hinek kes weke parlamenter hatine hilbijartin. Em ji hemî parlameterên Kurd dixwazin ku li ser xeta neteweyî kar bikin, xwedî li gel û berjewendiyên Kurdistanê derkevin û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin.

Gef û êrişên li ser Şingalê berdewamin. Di roja 05’ê kanûna 2021’ê de, dewleta tirk bi droneyan êrişê Xanesorê kirin û Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd kirin. Piştî wê jî, roja 11’ê kanûna 2021’ê de bi firokan êrişê avahiya Meclisa Gel ya Şengalê kirin. Ev dijmintahiya kûr li dijî gelê Kurd e û di heman demê de kîna li dijî bawermendên Êzidî ye. Ev êriş ne nû ne û berdewama êrişên DAÎŞ’ê ne. Tiştên ku DAÎŞ’ê kêm hiştî, Dewleta Tirk dixwaze temam bike. Di vê derê de Hukumeta Iraqê jî hevkare û zemînê ji êrişên Tirkiyê re xweş dike û bêdeng dimîne. Em ê weke KNK heta dawiyê xwedî li Şengalê û gelê Şengalê derkevin û li hember hemî dagirkeran li gel şengaliyan cihê xwe bigrin. Bi vê munasebetê em carek din dewleta tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Ji malbata Merwan Bedel re, ji bawermendên êzidî re û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Rojava

Li gel hemî gef û êrişan jî li rojavayê Kurdistanê, eve nîzingê deh sala ye ku rêveberiyek Kurdistanî heye û statûyek fîîlî hatiye avakirin. Sêrîde jibo gelê me yê li Rojava û jibo hemî Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan, ev heyîn ev statû bi qîmete û xwedî nirxekî giranbiha ye. Divê ev heyîn ev statû bê parastin û statûya fîîlî vegure statûyek destûrî. Ev kar û wezîfeya hemî hêzên Kurdistanî ye.

Gef û êrişên li ser Rojava jî berdewamin. Dewleta tirk hinek deverên Rojava dagirkirine û hewl dide deverên din jî dagir biki. Herweha gefên Rejîma Sûrî jî berdewamin. Rejîma Sûrî xewnên pêş 2011an dibîni û nayê bazarê û li ser statûya kevin bi israr e. Li hember van gef û êrişan berxwedana Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî berdewame. Ev berxwedanekî serkevtî û pîroze. Herweha di qada dîplomasiyê de jî, Rêveberiya Xweser hingî diçi zêdetir tê muxatabgirtin û zêdetir tê qebûlkirin. Weke KNK, jibo parastina deskevtên Rojava û jibo destxistina statûyek destûrî, di vî warîde emê jî bi hemî awayî di nava xebatan û çalakiyan de bin.

Asûrî-Suryanî-Keldanî

Gelê  asûrî – suryanî – keldanî, gelekî qedîm yê vê axê ye û weke gelê kurd û yên din mafdar e. Vî gelî gelek êş û qirkirin jiyan kirîne. Niha jî êrişên tinekirinê li ser vî gelî têne meşandin. Teybetî hêzên dagirker û hêzên Islamî yên radîkal vî gelî hedef digrin. Van mehên dawî de, li devera Tiltemir ya rojavayê Kurdistanê, gundên Asûriyan dibin hedefa êrişên dewleta tirk û hevkarên wan. Ev polîtîkayek ya dagirkerên tirk e û dixwazin ev herêm bêne valakirin û ev gel cih û warên berdi û bilav bibi. Eve demeke dirêje serê sedan slane di vê erdnîgariyê de hingî diçi nifûsa van hemwelatiyên me kêmtir dibi. Ev jî birînekî ya vê erdnîgariyê ye. Qedera me hemiyan yeke. KNK di hemî waran de jibo pastina mafên gelê asûrî – suryanî – keldanî xwe berpirsyar dibîni û çawa xwedî li Kurdan derdikevi heman demê de xwedî li gelê asûrî – suryanî – keldanî jî derdikevi.

Kampanya ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’

Xalek din ya nîqaşan, qedexeyên li ser tevgera azadiyê û lîsteya terorê bû. Weke hemî rêxistin û saziyên Kurdistanî KNK jî, ji qedexeyên li ser Tevgera Azadiya Kurdistan û lîsteya terorê zerer dibîne û mexdûr dibe. Vê demê de bi pêkêşiya dostên gelê kurd de bi navê Adalet Ji bo Kurdan înîsiyatîfek hatiye avakirin û dijê qedaxe û lîsteya terorê kar dike û kampanyayan dimeşîne. Ev înîsiyatîf daxwaz diki ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û qedexe bêne rakirin. Heman demê de li ser banga vê înîsiyatîfê 1000 kesên navdar yên Cihanê, banga “Bila PKK ji Lîsteya Terorê bê Derxistin” îmze kirin û bilavkirin. KNK van kar û xebatan destek diki û vî karî weke karê xwe dibîni.

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên siyasî

Xalek din jî ya nîqaşan, rewşa Birêz Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên siyasî bû. Weke tê zanîn eve 23 salin Birêz Ocalan di zînadanê de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Jibo rakirina tecrîdê û jibo azadiya Birêz Ocalan, di asta Cihanê de kampanya têne meşandin. KNK xwe weke partnerekî van kampayayan dibîni û cihê xwe di nava van xebatan de digri. Her weha KNK, rewşa girtiyên siyasî yên Kurdistanî jî, ji nîzingve dişopîne û jibo azadiya wan hewl dide.

‘Em dixwazin sala 2022’an bikin sala serkeftina mezin’

Em niha sala 2021’an xilas dikin û dikevin salekî nû. Bi giştî eger em sala derbazbûyî binirxêninû salekî dijwar bû. Di vê salê de me gelek windayî û bedelên mezin dan. Lê bi berxwedana xwe, me dijmin jî xetimand. Ji alê tekoşîn û berxwedanê ve, em dikarin weke salekî serkevtî navbikin. Em niha ber ber bi salekî nû ve diçin. Tehlîke hene lê derfetên serkevtînê zêdetirin. Em dixwazin sala 2022’an bikin sala serketinên mezin. Ev derfet ji hemî deman zêdetirin. Emê gorî vê helwest bigrin û gorî vê bixebitin.

Amedekariyên civata giştî ya KNK’ê

Hilbijartin û kombûna Civata Giştî: Weke tê zanîn KNK her du salan carekî hilbijartinên endaman pêktîne û hemî dem û dezgehên KNKê bi rêya hilbijartinan têne nûkirin. Gorî peymana KNKê, diviya îsal ev hilbijartin pêkbihatan û Civata Giştî (ya 21.) kombibûya. Lê mixabin ji ber sedemên pandemiyê ev kar di wextê xwe de pêknehat. Me pêvajoya hilbijartinan daye destpêkirin. Em hewl didin ku Civata Giştî di meha gulanê ya 2022’an de pêkbê. Eger qedexeyên pandemiyê rabin, emê Cıvata Giştî 21. di meha Gulanê de kombikin. Jibo vê amadekarî têne kirin. Herweha komîteyek hate avakirin ku heta kombûna Civata Giştî, peyman, peyrew û belgeya stratejîk ji nûve destbigri û pêşniyar guhertinan pêkbîni û bêxi berdestê Civata Giştî. Di pêvajoya hilbijartinan de, wê bi hemî partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî re peywendî bêne danîn û li cihê îmkan tê heyî bi kesayetan re jî hevdîtin û kombûn bêne kirin.

Piştî van xalan, li ser plansaziya dema pêş hate rawestandin û palnsaziyek berfireh hate çêkirin. Bi taybetî hate plankirin ku di vê dema pêşya me de, ji Emerîka heta Rusya, ji Ewropa heta Rojhilatanavîn, hemleyek dîplomasiyê bê meşandin.”