spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK’ê ji bo astengkirina Şandeya Aştiyê daxuyanî da

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî astengiyên ku rêveberiya PDK’ê li pêşiya dostên kurdan datîne, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye;

“Weke tê zanîn nêzî 50 roj e ku dewleta tirk êrişî başûrê Kurdistanê dike. Li herêmê gundan vala dike, bax û baxçe jî di nav de xwezaya herêmê dişewîtîne û talan dike. Êrişî penaberên Mexmûrê dike û mirovên bêguneh dikuje. Gelê herêmê û gelek rêxistin bang dikin ku gel û dostên gelê kurd li hember dewleta tirk helwest bigrin û xwedî li gelê herêmê û berxwedêran derkevin.

Li hember vê rewşê, gelê me û dostên gelê kurd, dikevin nava lêgerînan û li gorî xwe li çareseriyan digerin. Yek ji van lêgerînan jî ew e ku ji bo xwedî derketina gel û ji bo li hember êrişên dewleta tirk helwest bigirin û dengê xwe derxin, hinek dostên gelê kurd çûne başûrê Kurdistanê. Çûna van dostan ji bo piştgirî û xwedî derketina gelê Kurdistanê ye. Ji bo hevdîtin, aştî û diyalogê ye.

Lê mixabin hinek rayedarên Hewlêrê van dostan asteng dikin û nahêlên rehet karê xwe bikin. Bi navê wezareta navxwe daxuyanî têne dayîn ku ev daxuyanî van dostan reş dikin û wan weke çalakvanên dijê asayîşa herêmê didin nîşan. Bi tevahî ew daxuyanî û ew îdîa ji rastiyê dûrin û ne li xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de ne. Tiştekî bi wî rengî nîne û ew kes bi tamamî ji bo piştgiriya gelê kurd çûne wê derê.

Ew kesên çûyîn Başûr, dostên gelê me ne. Wan kesan û hevalên wan, di berxwedana Kobanê de, şerê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de û li berxwedana Şengal û gelek deverên din ên Kurdistanê, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên kurd girtine û bedel dane. Her weha van kesan di asta cîhanî de doza gelê kurd bi awayekî pozîtîf dane nasîn û weke dîplomatên kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê yekê, bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêhavanên ezîz ên Kurdistanê ne. Pêwîst e em mêhvanperweriya xwe li hember wan bidin nîşan, pêwîst e ew weke mêhvan bêne pêşwazîkirin û bêne hembêzkirin.

Bi vê munasebetê, em bang li hikumet û asayîşa herêma Kurdistanê dikin ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn.

Em bang li hemû hêz û rêxistinên kurdistanî û gelê başûrê Kurdistanê dikin ku van dostan têxin mêvan û xwedî li wan derkevin. Her wiha em hemû bi hev re bi dostên xwe re, li hember êriş û dagirkeriya dewleta tirk, helwestê nîşan bidin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin.”