19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koalisyona li Dijî Çekên Kîmyewî: Tirkiye çekên kîmyewî bikar tîne

Hêzên Çekdar ên Tirk, ji 23’ê Nîsanê de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiriye. Li gorî daneyên Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di 6 mehên êrîşan de Tirkiyeyê zêdeyî 323 caran bi çekêm kîmyewî êrîşî herêmê kiriye. Li gorî daxuyaniyê ji meha gulanê heya niha 33 HPG’iyan bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.

Li dijî çekên kîmyewî Koalîsyona li Dijî Çekên Kîmyewî hat avakirin. Navenda Koalîsyonê li Îngîlîstanê ye. Koalîsyon, ji aliyê Hewldana Aştiyê ya ji bo Kurdistanê, Kampanya li Dijî Krîmînalîzekirina Civakê û Hewldana Parastina Kurdistanê ya li Îngîlîstanê ve tê destekkirin. Koalîsyonê diyar kir ku dê di rojên pêş de heyetekê bişîne Herêma Federe ya Kurdistanê û bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nijtimanî ya Kurdistan (YNK) û rayedarên payebilind ên Sefaretxaneya Îngîlistanê re hevdîtinan bike.

Dê lêkolîn bikin 

Koma ku ji rojnameger, siyasetmedar û zanyaran pêk tê, armanc dike ku li herêma tê gotin çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn lêkolînan bike. Dîsa ev kom armanc dike ku bi kesên ketine bin bandora êrîşan re jî hevdîtinan bike. Heyet piştî van ziyaretan bike, dê encama lêkolînên xwe bike rapor û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bike.

Koalîsyona Li dijî Çekên Kîmyewî ya li Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî avakirina xwe ragihand û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên din kir û xwest li dijî sûcê ku Tirkiye dike dest bi lêkolînê bikin û bêdeng nemînin.

Koalîsyonê da zanîn ku hikûmeta Îngîlîstanê 70 lîsansên çekên kîmyewî yên fosfora sipî têde heye dane Tirikyeyê û Îngilîstan wekî hevkarê êrîşên çekên kîmyewî binav kir. Koalîsyonê di daxuyaniyê de wiha got: “Tirkiye ya ku endamê NATO’yê ye, li dijî gelê kurd gazên kîmyewî û çekên kîmyewî dibarîne. Bêdengiya Îngîlîstanê ya li dijî vê yekê nayê qebûlkirin. Divê Îngîlîstan bi lez hemû peymanên bi Tirkiyeyê re kirine fesih bike. Divê bi lez firotina çekan a Tirkiyeyê rawestîne.”

Tirkiye Duhok dagir kir 

Koalîsyonê  bi van gotinan avakirina xwe aşkere kir: “Tevgera Birûsk-Pençe ya Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de bajarê Duhoka Kurdistanê ji bejahî ve dagir kirin. Ev şer li dijî gelê kurd hatiye destpêkirin. Li hemberî vî şerê cemaweriya navdewletî bêdeng e û ev şer 6 meh in bênavber didome.  Tirkiye kampa penaberan a di bin kontrola NY’ê de bombe kir. Nexweşxane bombe kir. 4 xizmetkarên tenduristiyê bi giştî 8 kes hatin qetilkirin. Fermandarê Ezidî Said Hesen di êrîya hewayî de hat kuştin. Tevî vana gelek sûcên şer hatin kirin. Tirkiye mutefikê NATO ye. Endamê NY’ê ye. Peymana Çekêm Kîmyewî îmze kiriye. Aşkere kiriye ku çekên kîmyewî stok nake. Lê em dibînin ku di êrîşa li dijî Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar tîne. Hem mirovên herêmê û hem jî Yekîneya Navbênkariya Rêxistina Xiristiyanan (CPT), diyar kir ku Tirkiye di meha îlonê de li dijî karkerên çandiniyê çekên foskor bikar anîne.

Di meha gulanê de vîdeoyên ku bikaranîna çekên kîmyewî nîşan didin hatin parvekirin. Dane û belge nîşan dide ku li dijî hêzên kurdan çekên kîmyewî têne bikaranîn. Ji ber vê yekê divê li Meclisa Tirkiyeyê jî komîsyona lêpirsînê bê avkakirin. “

Bêdeng nemînin 

Koalîsyonê xwest hesap ji Tirkiyeyê bê pirsîn û bang li hemû medya cîhanê û civaka navneteweyî kir ku li dijî vî sûcê şer bêdeng nemînin û wiha got: “Dîsa xwest OPCW, ji bo lêpirsînê biçe herêmê lêkolîn bike. Divê milet û NATO êdî Tirkiyeyê rawestînin. Ji kerema xwe re îmzeyên sazî û tekakesî bişînin navnîşana nochemicalskurdistan@gmail.com.”