spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koalisyona Navneteweyî der barê êrîşa Hewlêrê de daxuyanî da

Serokê Hêzên Koalisyona Navneteweyî ya li balafirgeha Hewlêrê Scott Desormo diyar kir ku êdî çi balafira bê mirov a ku di ser balafirgeha Hewlêrê re bifire ew dê were xistin.

Desormo destnîşan kir ku dê di dawiya vê mehê de pergaleke parastinê ji bo parastina baregeha Koalisyonê ya li balafirgeha Hewlêrê bikin.

Tê payîn ku Hêzên Taybet ên Amerîkayê ji balafirgehê derkevin lê beriya derketina wan dê pergala parastinê li wir were bicihkirin.

Beriya vê êrîşa dawî ya li ser balafirgeha Hewlêrê par jî êrîşek bi balafirên bê mirov hatibû kirin.

Di heman çarçoveyê de artêşa DYA’yê êrîşa li ser balafirgeha Hewlêrê şermezar kiribû û dabû xuyakirin ku hêzên koalisyonê 2 balafirên bê mirov ên Îranê beriya ku êrîşa xwe pêk bînin anîne xwarê.

Beriya niha balafirgeha Bexdayê jî ya ku Hêzên Koalisyonê lê hene ji alî balafirên bê mirov ve hatibû êrîşkirin.

Wekî tê zanîn ev êrîş ji alî milîsên girêdayî Îranê ve tên kirin ku zorê bidin hêzên DYA û Koalisyona Navnetewî  da ku hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.

Hêjayî gotinê ye ku balafirên artêşa tirk bê navber li gelek deverên Iraq û başûrê Kurdistanê û bi taybetî li dijî Mexmûr û Şengalê êrîşên bi vî rengî pêk tîne.  Lê ne Hêzên Koalisyonê ne jî hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê der barê wan êrîşan de bertek û nerazîbûnan tînin ziman.