Sunday, December 5, 2021

Kobanê cihê têkçûna DAIŞ û dewleta tirk e

Ji destpêka krîza Sûriyê ve hemû dewletên herêmê û navneteweyî destwerdan li ser Sûriyeyê bi rêya wekaletê kirin. Çima van dewletan destwerdan li erdnîgariyeke ewqas biçûk kirin? Aşkera ye ku destwerdana dewletên herêmê û yên derve, ne ji bo azadiya gelê Sûriyeyê çêbûn. Lê ev yek bi salan plankirîbû. Sedsal di ser peymana Sykes- Pico re derbas dibe, Sûriye jî di nava vê peymanê de ye û ji ber wê hêzên hegemon careke din dixwazin herêmê dîzayn bikin.

Şoreş û krîza Sûriyeyê

Bi destpêkirina tevgera Sûriyeyê û xwepêşandanên gel re, dewletên herêmê û yên derve bi destwerdanan şoreş veguherîn krîzê. Her dewletekê ajan û wekîlên xwe ji berê de çêkiribûn û bi krîzê re aktîf kirin. Berê şoreşa gelê Sûriyeyê veguherandin şerekî naxweyî û şoreş ji wateya wê dûr, pûç û vala kirin. Qaşo li dijî rejîma Baasê kom û artêş ava kirin lê berê wan dan herêmên Rojava ku di wê demê de şênî û ciwanên Rojava parastina xwe ya cewherî dikirin. Hêzên xwe yên bi navên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. Wan herêm ji êrîşên li dijî gel parastin. Bi rojane ew hêz mezin dibû û êdî gel diparastin lê vê yekê têrê nekir ku pêşiyê li destwerdanên kûrkirina krîza Sûriyeyê bigire. Dewletên herêmê komên tundraw ava kirin û bi ser herêmê de şandin. Serê ewil Cebhet El-Nusra bû û piştre DAIŞ ava kirin. Çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ji hemû dewletan pêk dihat, her wiha ji pisporên şer û radîkalên îslamî û hwd. pêk dihatin.

Berê xwe dan xweseriyê

Li beramber rewş û krîza Sûriyeyê şêniyên herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya xwe ya Xweser a Demokratîk ava kiribûn. Herêmên navborî ji aliyê ewlehî û aramiyê ve ji herêmên din ên Sûriyeyê baştir û cudatir bûn. Piraniya welatiyên Sûriyeyê ku li cihên wan şer û pevçûn hebûn, berê xwe didan herêmên Rêveberiya Xweser.

Êrîşên 15’ê îlona 2014’an

Bi avakirina Rêveberiya Xweser re, rêveberiyê xwest herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihîne hev da ku şêniyên wan herêmên ji şer û krîza li Sûriyeyê biparêze. Lê çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya yekser a dewleta tirk a dagirker kantona Kobanê bi fermanên dewleta tirk dorpêç kirin û êrîşeke hovane li dijî sivîlan di 15’ê Îlona 2014’an de pêk anî. Ne dar, ne kevir, ne zarok ne jî jin ji êrîşan difilitîn. Di wê demê de çapemenî û hemû dezgehên ragihandinê yên dewleta tirk û serokkomarê tirk Recep Teyyîp Erdogan bi xwe jî tevî ku Kobanê û şêniyên li hember DAIŞ’ê li ber xwe didan, digotin “Kobanê ket ha dikeve, Kobanê ji terorê rizgar bû.” Armanca dewleta tirk a sereke ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ew bû ku vîna gelê Kurd têk bibe û herêmên Rojava ji hevûdu qut bike. Bi êrîşên hovane yên DAIŞ’ê re zêdetirî 300 hezar şênî koçber û penaber bûn, gelek ji wan şehîd, birîndar û astengdar bûn.

Keç û xortên Kobanê

Li dijî van êrîşan kurdistaniyên li derve û hundir li ser pêyan bûn û şervanên YPJ û YPG’ê li dijî mezintirîn û xetertirîn rêxistina terorê ya cîhanê li ber xwe didan. Bi saya fedekariya keç û xortên Kobanê û hemû ciwanên çar parçeyên Kurdistanê ku bersiva banga seferberiya giştî ya ji bo Kobanê dabûn, Kobanê bi piştgiriya balafirên Koalîsyona Navneteweyî di 27’ê Çileya 2015’an de ji qirêjiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Bi fedekariya jin û keçên Kurd, mîna Viyan Peyman, Viyana Amara û Arîn Mîrkan Kobanê ji çete û qirêjiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Di şexsê wan şehîdan de maske û rûyê DAIŞ, kapîtalîzm, hêzên hegemon û dewleta tirk piştgirî didan radîkalîstan û tundrawan ku şerê gelê Kurd bikin, aşkera bûn. Keçên leheng hemû cîhan ji xetereya DAIŞ’ê rizgar kirin.

Rizgarkirina Kobanê

Berxwedan û rizgarkirina Kobanê bû stasyona têkçûyîna çeteyên DAIŞ û hevkarên wê. Destekdayîn û perspektîfên yekser ên Erdogan didan DAIŞ’ê hemû cîhan ditirsand. Bi vî awayî gef li her kesê dixwar
Piştî ku Erdogan di Kobanê de şikest, bi çi awayî dibe bila bibe dixwaze herêmê dagir bike. Di van demên dawî de ji bo dagirkirina herêmên Til Rifet, Minbic û Kobanê, her wiha Til Temirê êrişên xwe û gefên xwe zêde kirine. Di 20 û 23’yê cotmehê de bi balafirên bêpîlot erebeyên sivîl li Kobanê bombebaran kirin, di encamê de sivîl şehîd û birîndar bûn.
Armanca gefên dewleta tirk a dagirker û Erdogan ew e ku krîz û qeyranên xwe yên aborî, siyasî û civakî yên hundirîn derxin derve û beriya hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyeyê destkeftiyan qezenc bikin.

Çima Kobanê?

Dewleta Tirk a dagirker di şexsê DAIŞ’ê de di 2015’an de li Kobanê şikest, dixwaze şikestina xwe bi êrîş û bombebarankirina sivîlan bi firokeyên bêpîlot qezenc bike. Dewleta tirk a dagirker bi hemû çekên xwe yên teknolojîk û kîmyewî nikare vîna gelê Kurd têk bibe, berovajî vê gef û êrîşên wan dê dawî li wan bînin. Ji ber di Kobanê de şikest dixwaze Kobanê careke din dagir bike, heke karî. A din jî dixwazin nasîna Rêveberiya Xweser a ji hêla parlamentoya Katalonayayê ve û geşedanên siyasî yên ji bo Rojava sabote bikin û tevliheviyê li herêmê çêbikin. Dixwazin bi vî şêweyî bibêjin Rêveberiya Xweser bikêrî birêvebirina herêmê nayê.

Naveroka berê7 roj in di bin çavan de ne
Naveroka ya piştî vêDara kêmnar