20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koç: Dê fikr û paradîgmaya Ocalan li cîhanê belav bikin

Keştiya Azadiyê di 9’ê mijdarê de ji Yewnanistanê da rê û di 12´ê mijdarê, ango roja ku di encama Komploya Navneteweyî de Ocalan çû Îtalyayê gihişt bajarê Napoliyê Îtalyayê. Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di çarçoveya kampanya “Êdî wext e, Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” meşa Keştiya Azadiyê li dar xist û meşê 4 rojan berdewam kir.

Di çarçoveya vê kampanyayê de ji Almanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Spanya, Swêd, Yewnanistan, Îtalya û Ingilîstanê, akademîsyen, hunermend, nivîskar, parêzvanên aştiyê, nûnerên tevgera jinan û aktîvîst wê li Keştiya Azadiyê suwar bûn û ji Yewmenistanê hatin bajarê Napoliyê. Beşdarên rêwîtiya keştiyê xwestin bi vê çalakiyê fikrên Ocalan bigihîne her kesî. Di rêwîtiyê de paradîgmaya Ocalan, felsefeya wî û kampanyaya Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî niqaş kirin.

‘Her kes dibêje dê bi azadbûna jinê civak azad bibe’ 

Ji beşdarên çalakiyê ya Keştiya Azadiyê, hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç pirsên Xwebûnê bersivandin. Koç, anî ziman ku Înîsiyatifa ji Ocalan re Azadî, di çarçoveya kampanya “Êdî wext hatiye, ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşti” ev çalakî organîze kir û gelek rewşenbir û akademîsyen beşdar bûn. Koç, da zanîn ku 40 kes beşdarî çalakiya Keştiya Azadiyê bûn û wiha got: “Ev kesên beşdar bûn ji Arjantîn, Brezilya, Îtalya, Îspanya, Katalanya, Almanya Fransa, Swîsre û gelek welatên cûr be cûr hatin. Dîsa kesên di qadên civakî yên cûr be cûr de cih digirin ên wekî hiqûqnas, fîlozof, rojnameger, bijîşk, sînemager, parazvanên mafên mirovan û nasnameyên cuda amade bûn. Ji nava 40 kesan 10 kes endamên rêxistinên kurd bûn. Yên din kesên biyanî bûn. Kesên beşdarî çalakiyê bûn gotin ‘Komplogeran di dema komploya navdewletî de xwestin Ocalan û gelê kurd ji hev qut bikin. Xwestin Ocalan îzole bikin. Xwestin navbera gelê kurd û cîhanê qut bikin. Lê Ocalan bi paradîgmaya xwe ya nû hemû gelê cîhanê wekî miqnatîsê dikişîne ba hev. Ji ber ku pergalek nû afirand. Bi vê pergalê ne tenê çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya mirovahiyê jî pêş dixe. Pergala konfederalîzma demokratîk ji bo her kesî çareseriyê pêş dixe. Îro her kes dibêje azadiya jinê dê azadiya civakê pêş bixe û azadiya  civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Kesên beşdarî vê çalakiyê bûn, li ser vê fikrê tev li çalakiyê bûn. Yek jê ji bo azadiya serokê gelê kurd, ya duyemîn jî 12’ê mijdarê roja ku Ocalan hatibû Îtalyayê wateyek wê ya sembolîk hebû. Çalakî bi vê armancê hat amadekirin.”

‘Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê PKK ji lîsteya terorê derkeve’

Koç, bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan û wiha axivî: “Çima azadiya Ocalan ji bo me girîng e? Hemû kesên di qadên civakê yên cuda de pêşengiyê dikin û ji welatên cuda hatin di keştiyê de cih girtin, bawer dikin ku çareseriya pirsgirêka gelê kurd û pirsgirêka gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Çareseriya hemû pirsgirêkan bi azadiya Ocalan ve giredayî ye. Li ser esasê ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye ev kampanya hat destpêkirin.”

Di rêwîtiyê de 3 mijar hatin axaftin

Koç bal kişand ser mijarên di keştiyê de hatin axaftin û wiha lê zêde kir: “Di rêwîtiya keştiyê de gelek tişt hatin axaftin. Lê bi piranî her kesî li ser 3 xalan fikrên xwe parve kirin. A yekemîn mirov dikare çawa tora kampanya Azadiya Ocalan li hemû cîhanê belav bike. Ya duyemîn mirov dikare çawa rê li pêşiya bikaranîna çekên kîmyewi bigire. Hem kesên van çekan bikar tîne çawa teşîr bike, hem jî çawa rêxistinên civakî li dijî van hêzên çekan bikar tînin bi rêxistin bikin. Ya sêyemîn jî ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe divê PKK ji lîsteya terorê derkeve. Ji ber PKK di lîsteya terorê de ye, ev li pêş çareseriyê astengiyek mezin e. Ji ber PKK li dîsteya terorê de ye, rê vedike ku dewleta tirk li ser kurdan qirkirinê pêş bixe. Ji ber vê yekê jî divê berî her tiştî ev sazî û rêxistinên kurdan ji lîsteya terorê derkeve. Ji ber ku êdî di asta hemû cîhanê de tevgera kurdan a azadiyê tevgerek mirovahiyê ye. Ên ji bo mirovahiyê şer kirine ên li dijî DAIŞ’ê rûmeta mirovahiyê parastine ev rêxistin e. Ji ber vê yekê ev rêxistin divê ji lîsteya terorê derkeve. Lîsteya terorê hem rê li pêş çareseriya pirsgirêka kurd digire, hem rê li pêş qirkirina kurdan vedike. Di keştiyê de beşdarên meşê herî zêde li ser paradîgmaya Rêber Apo axivîn.”

Paradîgmaya Ocalan heviyek mezin daye gelê cîhanê

Koç li ser bandora paradîgmaya Ocalan a li ser gelê cîhanê jî rawestiya û wiha got: “Padadîgmaya Ocalan hevî û baweriyek mezin di nava gelên cîhanê de çêkiriye. Lê her kes vê paradîglayê nizane. Ev felsefeya civakî, ev felsefeya azadiya jinê û ekolojiyê, mirov çawa dikare bi hemû gelên cîhanê bide naskirin û belavkirin. Mirov çawa dikare alîgir û xêrxwazê vê felsefeyê zêde bike. Mirov çiqas vê felsefeyê belav bike ew qas dikare zûtirîn azadiya Ocalan pêk bîne.”

Çalakvan bi coş hatin pêşwazîkirin

Koç, destnîşan kir ku ev çalakî hem li Yewmenîstanê û hem jî li îtalyayê pêşwazîkirin gelek germ û bi coş bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rêxistinên civakî û siyasî re gelek hevdîtin hatin kirin. Li Îtalyayê di aliyê pêşwazîkirinê moral û motîvasyonek pir bi coş hebû. Hemû çapemeniya Îtalyayê pir li ser çalakiyê rawestiya û derxist pêş. Bi berfirehî li ser armanca çalakiyê rawestiya. Hem çapemeniya Îtalyayê û hem jî rêxistinên civakî yên Îtalyayê eleqeyek mezin nîşan da. Hem ji bo çalakvanan û hem jî ji bo gelê Îtalyayê bû moralekî mezin.”

Di qada cîhanê de jî Înîsiyatifa ji Ocalan re Azadî hatiye avakirin

Koç, bal kişand ser çalakiyên pêşerojê û wiha bi dawî kir: “Di qada cîhanê de jî Înîsiyatifa ji Ocalan re Azadî hatiye avakirin. Dîsa her çalakvanên tev li rêwîtiya keştiyê bûn, dê li welatê xwe hem înîsiyatifê ava bike, hem jî dê tora înîsiyatifê zêde bike. Ji bo hemû sazî û rêxistinên welatên xwe tev li vê çalakî û înîsiyatifê bikin dê xebatê bikin. Dê li her welatî Platforma ji bo azadiya Ocalan bêne avakirin. Ya duyemîn ew krîterên ku ji bo azadiya Mandella ketin dewreyê ji bo Ocalan jî bikevin dewreyê. Her beşdarên çalakiyê anîn ziman ku dê li welatên xwe jî lêkolîn bikin û ji bo van krîteran têxin meriyetê dê xebatê bikin. Ya sêyemîn jî, ji bo paradîgmaya Rêber Apo li welatê xwe belav bikin dê têbikoşin. Ji bo dema pêş ev plan hat kirin. Hem ji bo azadiya serokê gelê kurd, hem ji bo rê li pêş qirkirina gelê kurd bigirin û hem jî ji bo PKK’ê ji lîsteya terorê derxin dê her yek li welatên xwe civînên berfireh çê bikin û xebatê bikin.”