20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Koçber bi mirinê qayîlin lê bi desthilatdariya PDK-YNK’ê ne qayîl in’

Di çend salên dawî de hejmara kesên ku ji başûrê Kurdistanê koç dikin her diçe zêdertir dibin. Herî dawî koçberên kurd ên ku li ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mane rastiya hikûmeta PDK û YNK’ê derxist holê ku kesên muxalîf nikarin li Başûr bijîn. Hikûmeta Başûr ku tenê di destê du malbatan de hatiye parvekirin, ji bo başûriyan tu xebatan nekiriye û kesên ku wan rexne dikin jî wek ‘terorîst’ bi nav dikin. Ji aliyê din ve başûrî ne tenê ji ber aborî, piranî ji ber zextên polîtîk mirinê didin ber çavan û berê xwe didin derveyî welat.

Em li ser sedemên koçkirina gelê Başûrê û nêzikatiya PDK û YNK’ê bi rojnameger Shaswar Mame re axivîn.

Rojnameger Shaswar Mame diyar kir mirov dikare koçkirina ji Başûr dabeş bike û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê ji nîvê sedsala borî heya niha 3 caran koçberiya wiha mezin çêbûn. Cara yekemîn di serdema rejîma BAAS’ê de bû ku gelek kes ji ber zextên rejîmê û piştî serhildana 1991’an bi milyonan kurd berî xwe dan parçeyên din ên Kurdistanê an jî welatên din. Dîsa di salên 90’î de ji ber şerê di navbera PDK û YNK’ê de bi hezaran kurd derketin derveyî welat. Ev pêla sêyemîn jî ya ku em di roja xwe de dijîn. Ev 10 sal in didome. Gel ji ber zext û zordariyên hikûmeta başûrê Kurdistanê ku 30 sal in ji bo gelê Kurdistanî nikare jiyaneke bi rûmet û baş ava bike, direvin. Kesên ku ji başûrê Kurdistanê koç dikin ji ber nebûna azadiyê, bêewlehiyê, bêîstikrariya siyaseta hikûmetê û ji ber ku nikarin debara xwe bikin koç dikin.”

PDK-YNK bi koçberiyê kêfxweş in

Rojnameger Mame bal kişand ser nêzikatiyên malbatên Barzanî û Talabanî ku li Başûr gendeliyeke mezin li pêşxistine û şîrketên wan bi rêya hikûmeta Başûr dest datînin ser mal û milkên gel û wiha axivî: “Gelê Başûr bi salan e ku dixwaze bi awayeke sivîl medenî vê desthilatdarê biguherîne û reformeke çêbike. Çalakvan hem bi hilbijartinan hem jî bi xwepêşandanan xwestin ev tişt bikin lê PDK û YNK bi çekan û bi encamên sexte van hewldanan vala derxistin. Di xwepêşandanan de bi dehan sîvil jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî hatin binçavkirin. Li Başûr rojnamevan û çalakvan tim di bin zextan de ne. Herî dawî ji ber çalakî û xwepêşandanan li Behdînanê 80 rojnameger hatin girtin û ev saleke ku  girtî ne. Her wiha di hilbijartina îsal a Iraqê de ji sedî 77 welatiyên Başûr dengên xwe nedan PDK û YNK’ê. Gelek welatiyan hilbijartin boykot kirin. Di vê encamê de derket holê ku êdî baweriya gelê Başûr bi hikûmetê nema ye. Mixabin ev mijarên ku em dibêjin sedemên sereke yên koçkirinê ne.”

Mame da zanîn ku kesên niha li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane ew kesên ku desthilatdariya PDK-YNK’ê qebûl nakin û ji ber vê koç kirine û wiha domand: “Ev kesên ku neçarî koçkirinê bûne tim li hemberî vê desthilatdariya PDK-YNK’ê di nav çalakiyan de bûn. Lewra mirov dikare bibêje bi çûyîna van kesan PDK û YNK kêfxweş dibin. Ji ber ku ew naxwazin di nav gel de tu kes serî li ber wan rake. Lê ji aliyê din ve ev penaber di qada navneteweyî de prestîja hikûmeta Başûr dixîne.”

‘Kêmasiyên xwe bi sucdarkirina penaberan vedişêrin’

Shaswar Mame bi bîr xist ku Tirkiye di derbaskirina penaberan de roleke girîng dilîze û mijara penaberan li hemberî welatên Ewropayê wek koz bi kar tîne û wiha berdewam kir: “Ew kesên ku derbasî sînorê Polonya-Balarûsê bûne ji ser Tirkiye, Libnan û Îmaratên Erebî bi awayeke qanûnî  xwe gihandine wir. Bêguman ev kesên ku ji ber zextên hikûmeta Başûr direvin jî piranî ji ser Tirkiyeyê re derbas dibin.”

Mame diyar kir li başûrê Kurdistanê gel li hemberî PDK û YNK’ê bi bertek in ji ber ku yên Başûr kirine vê rewşê ew bi xwe ne û wiha pê de çû: “Îro li herêma Kurdistanê PDK û YNK desthilatdar in. Ji ber wê jî nerazîbûn li hemberî herdu partiyan tên nîşandin. Di mijara penaberan de nêzikatiya van partiyan jî balkêş e. Hewceye ku ew li kêmasiyên xwe bigeriyana û biketana nav hewldana da ku dê çawa van pirsgirêkan çareser bikin lê ew bi rêya nûnerên xwe ji welatên Ewropayê re nameyan dişînin û dibêjin kesên li ser sînorê Polonya-Belarûsê ‘terorîst’ in û hin ji wan jin û zarokan revandine. Divê desthilatdar vî tiştê baş fêm bike, kesên koç dikin bi mirinê qayil in lê bi desthilatdariya wan ne qayilin. Bi sûcdarkirina penaberan dixwazin kêmasiyên xwe veşêrin. Ev mijara nameyê jî parlamentereke kurd Soran Omer qala vê yekê kir. Her çi qas ev name parçeyeke nêzikatiya wan nîşan bide jî hem rayedarên hikûmetê hem jî çapemeniya wan diyar dikin ku ew kesên çûne ser sînor ji ber tunebûna azadiyê û tundiyê neçûne. Ev jî raste rast hişmendiya hikûmetê derdixe holê.”

Bêdengiya dewletên navneteweyî

Her wiha Shaswar Mame got ku vê koçberiya dawî rastiya hikûmeta Başûr jî derxist holê ku êdî zilm û zordariya PDK û YNK’ê nayê tehemûl kiri û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê  rastiyê çapemeniya cîhanê jî dît. Penaberên li ser sînor di rewşeke xirab de ne lê hê jî di qada navneteweyî de bêdengiyeke heye. Hê tu dewlet diyar nekiriye ku ew ê van penaberan li welatê xwe qebûl bikin an na. Tenê ji bo vê rewşa trajîk rêxistinên mafên mirovan û çalakvan di nav hewldanan de ne ku di demeke kin de ev mijar bê çareserkirin.”