Rojnameya Heftane

Koçberiya zaroktiyê

Berfê

Li wêneyê di destê min de qermiçiye dinêrim; li çavê xwe yê di wêne de, ew wêneyê ku ji ber zaroktiya min mabû, li porê xwe yê xelekî, hinarokên xwe yên bêhna geyakî sêvan ji wan tê… Li peyvên di vî wêneyî de veşartî ne digerim. Peyv bi çavmirçînkê dilîzin bi min re. Ez çavên xwe digirim û peyv xwe vedişêrin ji ber min. Dema ku çavên xwe bel dikim, awirên min li şeveke ku bi pîrwîran ronî dibe diterpilin. Peyv winda dibin di wêneyê destê min de û rûyê zaroktiya min belawela dibe.

Ev ji kengî ve ye ez li ber vê behrê rûniştime? Ji kengî ve ye pêlên wê ji rizdeya dilê min wer bûne û di bîra min de xeniqîne? Ev wêne ji kengî ve di destê min de ye û dewsa xwe di nîvê destê min de xêz kiriye? Kî dizane bê min çend zarokanî derbas kirine û di çend wêneyan de min temenê xwe qetandiye? Kî dizane bê min zaroktiya xwe di kîjan xatirxwestinê de winda kiriye?

Keleqijîna havînê ye. Ji germa serê çûkan dişewite. Li gund ti kes nemaye, ji bilî me. (Mîna qulingên ji refên xwe qetiyane û ji koçê re dereng mane. Lê ev, derengmayîneke bi zanebûn e. Ne kêmasiyek e, ji ber vê jî wê ti lêborîn neyê xwestin.) Hemû firax û livînên me li qemyonekê bar kirine. Kêf kêfa min e ji ber ku ez ê li qemyonê siwar bim û herim bajêr. Lê diya min û xwişkên min çima xemgîn in? Diya min çima digirî, gelo kesek miriye?

Xortek radihêje min û min datîne ser hêtên hewşa me. Ji aliyekî ve rûyê min maç dike, bi min şa dibe li aliyê din jî rondikan dibarîne. Ez jî kelogirî dibim, lê xwe digirim, nagirîm. Berî niha bi çend caran ew û hevalên xwe hatibûn mala me. Min ji wan pir hez dikir. Îro jî hatibûn, ji bo ku me bi rê bikin. Qaşo yên mêvan ew bûn, lê niha ew dimînin û em diçin…Piştî kêliyeke din hêstirên çavên xwe paqij dike, wênekêşa xwe dide hevalê xwe û tê li cem min disekine…Çerqq!!!

Wêne ji destê min dikeve, ez vediciniqim. Xeyalên min, bîranînên min serûbin dibin… Pêlên behrê bi qehr xwe li kevirên li ser rûniştî me dixin… Niha zaroktiya min bi kul e ji ber ku bişirîneke revok hatiye û li ber lêvên min sekiniye. Ne diçe xwe li ser lêvên min datîne ne jî bi temamî dûr dikeve ji lêvên min.

Rojeke tîrmehê ye firaxên me hemû li qemyonê bar kirine. Diya min, xwişk û birayên min jî li dolmîşê siwar bûne. Lê min destê wî xortî girtiye, naxwazim destên wî berdim. Min zanîbû ku ez berdim dê her tim destê min vala bimînin. Ez ê êdî qet nema karibim bi destê yekî din bigirim.  Ku ji destê wî qut bibim ma ez ê bê welat nemînim?

Wêneyê di kefa destê min de qermiçiye, zaroktiya min di hundirê xwe de hewandiye û li min dinêre niha. Ew zarokê rûgeş li ser sirgûniya min hêstiran dibarîne û li ser ciwaniya min a ku demekê di xeyalên wî de şîn bûbû. Ew lehengê li cem ê xeyalên xwe yên mîna welatekî giran avêtine ser milê xwe û rondika xwe ya dawî di nav mijgulên xwe de hiştiye, dibeşişe bi min re. Kenek li nîvê rê maye, ji paşeroja min û stranek ji teyibeke dilşikestî li serê baniyekî ji axê:

“Koçan bar kir, ez mame li waran

Ne gazîn ne qêrîn ne fîxan û

hewaran…”