20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kolektîvîzma li gundan: Zibare

Hin taybetmedî û kevneşopiyên civak û neteweyan hene ku nasname û wayê jiyana wan, fikir û felsefeya wan diyar dikin. Zibare yan jî karkirina kolektîf jî yek ji wan taybetmendî û kevneşopiyên kevin ên kurdan e. Beriya bajarvanî li Kurdistanê berbelav bibe û êdî kurd bi piranî bibin bajarî, li gundan kar û bar bi zibareyê dihatin kirin. Ev yek hem jiyana li gundan hêsan dikir hem jî têkiliyên civak û çandî xurt dikirin.

Welatiyên gundê Bogid coyên avê paqij dikin

Gundê Bogid û zibare

Welatliyên gundê Bogid ê ser bi bajarokê Aştî yê ser bi navçaya Koyeya Hewlêrê, hê jî bi çanda xwe ya zibareyê karên xwe yên li gund dikin. Bi hatina biharê re kar û barên gund jî destpêkirin. Gundiyên Bogidê jî dest bi paqijkirina coyên avê kirine. Coyên avê biharê tên paqijkirin, ji ber ku di zivistanê de coyên avê bi kevir û heriyê tên tije dibin.

Ne tenê gundiyên li gund, kesên ji gund çûne bajaran jî tên alîkariya kesûkarên xwe. Gundî diyar dikin ku ew dixwazin kevneşopiya bav û kalên xwe bidomînin da ku ev çand neyê jibîrkirin.

Welatiyê bi navê Behadîn Ebdula diyar kir ku ger ew coyên avê paqij nekin, wê av bi piranî ziha bibe biçe. Ebdula da zanîn ku niha kes êdî girîngiyê nade berhemên xwemalî û wiha got; “Sedem desthilat e, hikumetê her kesî bi mûçeyan ve girê daye.”

Welatiyên gund dibêjin ku berê 9 aşên avê li ser coyan hebûn û genim pê dihat avdan. Lê ji ber xemasariyê ew ji holê rabûne.

Li gund pirsgirêka avê jî heye. Welatiyên gund niha bi ava heyî her 10 rojan carekê, zeviyên xwe av didin û dibêjin ava wan kêm e û dibe ku havînê hîn kêmtir jî bibe.

Herî dawî, welatî Elî Ebdulrehman bang li îdareya bajarok kir da ku coyên avê nû bikin, ji ber ku debara piraniya gundiyan li ser çandiniyê ye.

HEWLÊR