20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma 15’emîn grev dewr girt

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan didomin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye di meha 3’emîn de ye.

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir,  nêzî 2 meh in didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev mehek zêdetir e didome.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) û Komeleya Înîsiyatîfa Maf têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê saziyan serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî da û destnîşan kir ku li zindanan îşkence, tecrîd û binpêkirinên mafan ên din zêde bûne û heke daxwazên girtiyan bi cih neyên dê xetereya li ser jiyana girtiyan zêde bibe.

HDP’a Mêrdînê, li dijî tecrîdê daxuyanî da çapemeniyê. HDP’ê di dorpêça polîsan de daxuyanî da û pankarta “Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin” hat vekirin.

Girtî Îlyas Arat ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimîne, beşdarî koma yekemîn a çalakiya greva birçîbûnê bû. Dayik Azîze Arat, ji bo xwedîderketin li girtiyan banga çav û guhên xwe negirin li raya giştî kir û wiha got: “Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê li gel zarokên xwe bin. Gerek bike em ê li derve, ew ê li hundir li ber xwe bidin.”

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ya şaxa Enqereyê Mûstafa Karabûdak, anî ziman ku ji ber ku pêşî li ber diyalogê hatiye girtin girtî dest bi greva birçîbûnê kirine. Karabûdak, diyar kir ku ji ber van çalakiyan fikarên wan elewiyan hene û xwest rojek berî rojekê pêşî li ber diyalogê bê vekirin.

Nûnera kovara Alinteriyê ya Enqereyê Zarîfe Çamalan destnîşan kir ku heger li Tirkiyeyê demokrasî, hiqûq û edalet hebe divê ji bo girtiyan nêzîkatiyeke wekhev hebe û tecrîd bi dawî bibe. Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî anî ziman ku divê her kes bibe dengê girtiyan û wiha got: “Daxwazên wan daxwazên me hemûyan e û daxwazên mirovane ne. Lewma li derve divê em daxwazên greva birçîbûnê biqîrin.”