spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma 99’an çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewir girt

Koma 99’an çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 198’an de didome, dewr girt. Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştar li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Wargeha Penabaran Mexmûr hatî destpêkirin, bi komek nû berdewam kir. Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 98’an Medîne Tok axivî.

Tok, di axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya ku li ser axa Kurdistanê tê kirin û wiha got: “Dagirkerên Kurdistanê wisa bawer dikin ku wê bi hevkariya xeta îxanetê û dewletên navnetewî wê îradeya gelê Kurd ya azad tine bikin û teslim bigire. Lê bi têkoşina 40 salan a li dijî desthiladarî û dagirkeriyê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan sîstema wan ji binî ve hejandiye. Tirkiye bi hemû hêz û teknolojiya pêşketî êrişê Şervanên Azadiya Kurdistanê dike. Li hember van êrişên hovan bi xeta şerê gelê şoreşgerî û pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ her roja hêviyên azadiyê mezintir dibe.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.