spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma Teatra Sarya Baran

Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re gelek tişt pêş ketin. Ji siyasetê heta dîplomasiyê, ji qada leşkerî û gelek aliyan de pêşketîn çêbûn. Yek ji van pêşketinan jî li qada çand û hunerê bû. Gelek kar û xebatên çand û hunerê di bin banê sazî û xebatên hunerê de pêk hatin.Yek ji van jî avakirina komên şanoyê yên wek Teatra Sarya Baran bû. Koma Teatra Sarya Baran yek ji encamên şoreşê bû ku dest bi xebatên xwe kir.

Teatra Sarya Baran, koma şanoyê ye ku hemû listikvanên wê jin in. Li tevahiya Kurdistanê yekemîn koma jinan a şonoyê ye. Komeke xweser e.Tenê ne naverok, lîstikên vê komê jî ji çîrokên jinan pêk tê û lîstikên jin û zarokan ji xwe re esas digire. Derhênertiya komê, cil û berg, makyaj û kostûm, dekor û ronahiya wê hemû bi destên jinan, bi naverok û fikrên jinan tên amadekirin. Nizanim gelo komeke şanoyê a bi vî rengî li ser rûyê cîhanê heye?Ka em hinekî koma şanoyê ji nêz ve nas bikin.Kom di sala 2018’an di bin banê Kevana Zêrîn de-, bi 4 jinan tê damezirandin. Ev her çar jin piştî ku 6 mehan perwerdeya şanoyê dibînin dest bi xebatên xwe dikin.Lîstika wan a yekemîn a bi navê ‘ Jina Bi Tenê’ ya Darîo Fo’ye.Kom navê xwe ji du jinên şoreşger ên ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li ber xwe dane û canê xwe dane, digire. Heta niha bi lîstikên wek ‘Jina Bi Tenê’, ‘Diqîrim’, ‘Aştî (di)Baskê Çûkê De Ye’ û lîstîka ji bo zarokan a bi navê ‘Diziya Bexçe’ derketine ser dikê.

Teatra Sarya Baran ji bo van jinan êdî bûye dibistana şanoyê. Di sala 2020’î de kom tev li Mihrîcana Şehîd Yekta Herekolê dibe û xelata ‘Derhênera Herî Baş’ û ‘Lîstikvana Jin a Herî Baş’ girtiye. Li rojavayê Kurdistanê şoreş di nava şoreşan de pêk tê, yek ji vê şoreşê jî destpêka şanoya jinan e helbet. Derhênera şanoyê Sarya Golan ji bo şanogeriya jinan wiha dibêje: “Jin bi hebûna xwe hene, di nav jiyanê de çawa tev digere, çawa hez dike, aciz dibe, çawa dişkê û diafirîne, hemû hebûn û tekoşîna xwe bi awayekî estetîk derdixe pêşberî gel. Lîstikvananiya jinan ji jiyana wan ne dûr e, têkoşîna wê ya di jiyanê de, di hunerê de jî heman jiyan û tekoşîn e.”

Ji destpêka şanoya antîk heta şanoya Romayê, Şanoya serdema navîn, ya Ronesansê û heta şanoyê sedsala 21’emîn, qarakter û hebûna jinan di şanoyê de pir kêm e û di hin serdeman de jî qet siya jinan xuya nake. Yanî çawa ku di hemû lîstikên Eurîpîdîs, Sopoklîs û Aîskîlos de aktor tev mêr bûn û mêr di cihê jinan de dilîstin, ji vê hişmendiyê zêde tiştek neguheriye. Bila ev li vir be. Li aliyê din jî îro, di şanoya cîhanê de, her çiqas ku jin bi hejmarî zêde bûne jî li ser bingeha qarakterên Shakespeare û Molîere teşe girtine. Wekî Leydî Macbeth, Ofelya, Julîete, Kleopatra, Valere, Thîsbe, Marîana û hwd. Jixwe wek me li jor jî anî ziman, çawa ku bi rolên zayendperest jin di hemû qadên jiyanê de hatiye tunekirin, şanoyê jî nesîbe xwe ji vê bingeha baviksalariyê girtiye. Koma Teatra Sarya Baran ji nîvê Rojhilata Navîn û ji dilê Kurdistanê pêşengtiya şanoya jinan dike. Pêşengtiya şanoyeke jinjiyanî û feminîst dike.