spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komara Tirkiyeyê bûye dîroka komkujiyan

Li Tirkiyeyê piştî avakirina komarê gelek komkujî pêk hatin. Heta niha gelek komkujî pêk hatin lê hêj kujerên van komkujiyan nehatin ronîkirin û hesab ji kujeran nehatiye pirsîn. Herî dawî li GAR’a Enqereyê komkujî pêk hat û 104 qasidên aştiyê hatin qetilkirin, lê hêj hesap nehatiye pirsîn.

Di sala 1930’î de li Geliyê Zîlanê kurd bi komî hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên herêmê 47 hezar mirov hatin kuştin. Di sala 1937-38’an de kurdên elewî li Dêrsimê bi komî hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên herêmê herî kêm 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Di sala 1943’an de li Qelqeliya Wanê fermandarê qereqolê Mustafa Muglali 33 welatî qetilkirin. Di 6-7’ê îlona 1955’an de li Stenbolê nêzî 30 welatiyên ermenî hatin qetilkirin. Di 1’ê Gulana 1977’an de li Qada Taksimê nêzî 42 karkerên ku mafê kedê diparastin hatin qetilkirin. Di kanûna 1978’an de kurdên elewî li Mereşê hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî herî kêm 109 kurd hatin qetilkirin. Di tîrmeha 1980’yî de herî kêm 65 kes hatin qetilkirin. Di gulana 1988’an de li Geliyê Besta 16 kurd, di Hezîrana 1990’an de li gundê Bassa yê Şirnexê 27 welatî, di cotmeha 1992’an de li gundê Bedlîsê herî kêm 55 welatî, di 2’ê Tîrmeha 1992’an de li Sêwasê 35 rewşenbirên elewî hatin qetilkirin. Di 23’ê Cotmeha 1993’an de li navçeya Licê ya Amedê 30 welatî hatin kuştin. Di Tîrmeha 1993’an de li Wanê 24 welati, di Adara 1994’an de li gundê Şirnexê 38 welatî, di Adara 1995’an de di bûyerên taxa Gazî de herî kêm 23 kes hatin qetilkirin. Di 15’ê Çileya 1996’an de li navçeya Bassa ya Şirnexê 11 welatî hatin kuştin. Di Mijdara 1996’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê 17 welatî, di 15’ê Kanûna 1996’an de li Kerbarana Mêrdînê 12 welatî, di Gulana 2004’an de li Gundê Zangirtê yê navçeya Şemrexa Mêrdîn 44 welatî, di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê Şirnexê 34 zarok û mezin hatin qetilkirin. Di 11’ê Gulana 2013’an de li navçeya Reyhanli ya Hatayê 52 welatî, di 5’ê hezîrana 2015’an de 5 welatî, di 20’ê Tîrmeha 2015’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 33 ciwanên sosyalist û şoreşger hatin kuştin. Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li GAR’a Enqereyê 104 kes mirin. Di 20’ê Tebaxa 2016’an de jî li Dîlokê di dawetê de 56 welatî hatin qetilkirin. Ev tenê çend komkujiyên ku li Tirkiyeyê pêk hatin û têne zanîn. Ji xeynî van gelek komkujiyên din pêk hatin. 17 hezar mirov li kolanan û ji malên xwe hatin revandin û hatin qetilkirin. Di serdegirtina gundan de bi sedan welatî hatin qetilkirin. Ji serdema avakirina komarê heta niha bi sedan kurt hatin kuştin û hesab ji kujeran  nehat pirsîn.

Dadgeh li şûna kujeran darizîne komele girt

Piştî komkujiyên li Roboskê, Pirsûs, Enqere, Dîlok û Amedê pêk hatin gelê kurd derket kolanan û bertek nîşanî van komkujiyan dan. Herî dawî li Enqereyê komkujiyek mezin pêk hat. Kesên hatin qetilkirin kedkar bûn. Qasidê aştiyê bûn. Beriya 7 salan di 10’ê cotmehê DAIŞ’ê êrîşî mîtînga aştiyê kir û 104 qasidên aştiyê qetil kirin.

Gava em li va dîrokan mêze dikin em dibînin ku kesên vî welatî bi rê ve dibin sûdê ji êş û komujiyan digirin, dibin îqtidar û xwe bi van diparêzin. Di 10’ê Cotmeha 2015’an de, ji bo zarokên vî welatî hev nekujin û ji bo li welatekî hevpar bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn, bi deh hezaran mirov li Enqereyê bûn. Endamên rêxistina herî celad û barbar a Rojhilata Navîn û bi saya kes û peywirdarên hikûmetê yên di warê losjîtîkî de piştgiriya wan kirin 104 qasidên aştiyê kuştin. Bi sedan jê jî birîndar bûn. Îro salvegera komkujiyê ye. Piştî komkujiya Enqereyê, malbat ji bo edaletek xurt ketin nava tevgerê. Malbatan piştî 10’ê cotmehê xwe bi rêxistin kirin û Komeleya Aştî û Piştevaniyê ava kirin. Lê piştî OHAL’ê Dadgeha Huqûqê ya Asliyeyê ya Enqereyê li şûna kujerên 104 kesan darizîne û ceza bike, biryara girtina komeleyê da û kujer serbest digerin. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 7’emîn di danişîna 6’an de biryara girtina komeleyê da.

Piştî doz hat vekirin, der barê 36 kesan de doz vebû. Ji van kesan 19 kes hatin girtin. Dozê di sala 2016’an de dest pê kir. Heta niha 50’î harî heyeta dadgehê rûnişt û danişîn pêk hatin. Danişîn di Tebaxa 2018’an de bi dawî bûbû. Di dawiya dozê de li 9 kesan 101 carî cezayê muebeta giran hatibû birîn. Doza derbarê bersûcên firar Îlhamî Bali, Savaş Yildiz, Edremît Ture, Denîz Buyukçelebî, Yakûp Selagzi, Kasim Dere, Nûsret Yilmaz, Mûstafa Delîbaşlar, Walentîna Slobodjanjûk, Mûhammet Zana Alkan, Omer Denîz Dundar, Cebraîl Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kûtval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyîn Ûgûr Erman Ekîcî de jî li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Enqereyê didome.

Şahid tev derneketin pêşberî dadger

Di dosyeya der barê berûscên firar de heya niha 5 jin hatin guhdarkirin. Lê ji van jinan tenê jinek li salona dadgehê hat guhdarkirin. Heta niha îfadeya şahid Hevjîna Îlhamî Bali Hulya Bali û Şengul Buyukçelebî, Ayşenûr Încî û Demet Taşar û hevjîna Mûhammet Zana Alkan Buşra Şahîn hatin guhdarkirin. Lê li dadgehê nehatin guhdarkirin.

Danişîna herî dawî ku bersûcên firar û bersûc Erman Ekicî ji sûcê li dijî mirovahiyê tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê pêk hat. Di danişînê de îfadeyên Mûhammed Kasim Kûrt ku hatibû tespîtkirin bi rêya telefonê bi Emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Îlhamî Bali re hevdîtin kiriye hatin girtin. Danişîna dozê dê di 24’ê mijdarê de berdewam  bike.

71 caran li qadê kom bûn û edalet xwestin

Di meha 71’emîn a Komkujiya Gara Enqerê ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat de bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li ber GAR’ê ya komkujî lê çêbû, pêk hat. Xizmên qurbaniyên komkujiyê û kesên di komkujiyê de birîndar bûn tevlî bernameyê bûn.

Di ser Komkujiya GAR’a Enqereyê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, 6 sal derbas bûn. Kesên di komkujiya GAR’a Enqereyê de hatin kuştin îro jî wê bêne bibîranîn. Di pêşangehê de dê çûkên ku yeko yeko ji bo 104 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin xêzkirin bên pêşandan. Ji xeynî vê dê “Rawestgeha Aştiyê ya 10’ê Cotmehê” ku ji qulingê hatiye çêkirin jî bê pêşandan. Hatîce Kapûsûz ku jiyana kesên jiyana xwe ji dest dane bi xêz kiriye, anî ziman ku di meha Çileyê de dest bi vê xebatê kiriye.

Di ser Komkujiya Gara Enqereyê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, 6 sal derbas bûn. Dê îsal jî kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de ku DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de pêk anîbû, jiyana xwe ji dest dan bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn.

Di pêşangehê de dê çûkên ku yeko yeko ji bo 104 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin xêzkirin bên pêşandan. Ji xeynî vê dê “Rawestgeha Aştiyê ya 10’ê Cotmehê” ku ji qulingê hatiye çêkirin jî bê pêşandan.

Polîsan bîranîn asteng kir

Îro dîsa xizm û hevalên 104 kesên hatin kuştin li ber Gara Enqerê ji bo qurbaniyên komkujiyê bernameyeke bîranînê li dar xistin. Lê polisan pêşiya GAR’ê dorpêç kir û xwest bîranînê asteng bikin. Polisan, ji bilî xizmên qurbaniyan destûr neda kes tevlî bîranînê bibe. Komeke ku ji 30 kesan pêk dihat îttîrazê vê ferzkirina polisan kir û xwest bikeve qadê. Polisan mudaxaleyî komê kir û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.