25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KOMAW’ê name ji PDK’ê re şand

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê yên li Sêmalkayê nêzî mehek ji bo stendina cenazeyên zarokên xwe di çalakiyê de ne û bang li PDK’ê kir ku bila bersivê bide daxwazên dayikan.

Nameya KOMAW’ê ya ji bo Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev e:

“Du meh berê di 28-29’ê Tebaxa 2021’an de li Xelîfanê we li pêşiya 7 gerîlayan kemîn danîbûn. Hakî Zîlan ê ku sax filitîbû vê îxaneta qirêj bi zelalî teşhîr dike, balê dikişîne ser hevalekî xwe yê birîndar û 5 hevalên şehîd bûye.

Berê jî 3 gerîlayên HPG’ê yên ku hatibûn nêzî vê derê, we dîsa kemîn li pêşiya wan danîbûn û we ew şehîd xistibûn. Hê jî we derbarê van 3 gerîlayan de tu agahî nedane! Li hemberî vê helwesta we ya neyînî Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku fedaiyên Kurdistanê ne, li ser sînorê Rojava – Başûr li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di çalakiyê de ne.

Banga me ji bo serokên PDK’ê yên li ser Rêveberiya Başûr in, ev e. Bersiveke rast bidin daxwazên Dayikên Aştiyê, gelê kurd ê bi dayikan re ne û bi dehan sazî, rêxistin û kesayetan û cenazeyên zarokên wan ên şehîd teslîmî wan bikin.

Em dixwazin bînin bîra we ku li hemberî wê ev pirs heye. Hûn ê yan guh bidin îrade û daxwaza Dayikên Aştiyê û gelên Kurdistanê û rêyeke rast hilbijêrin an jî hûn ê li gorî daxwazên mêtinger û qirker ên dewleta Tirk tevbigerin, rêya bêrûmet hilbijêrin û qetlîamên wan bidomînin?

Di şexsê Şoreş, Tolhildan, Axîn, Birûsk, Serdem û Serwer ên ku şehîdên Xelîfanê ne, em hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbat, heval û gelê Kurdistanê re dixwazin.”