19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komek hunermendên kurd ji şerê navxweyî re dibêjin ‘NA’

Komek hunermendên kurd li dijî şerê navxweyî û der heqê geşedanan de ku li başûrê Kurdistanê diqewimin daxuyaniyek belav kirin û gotin ku ew şerê navxweyî naxwazin, banga Kurdistaneke azad, aştiyane li hemû aliyan dikin. Her wiha hunermendan xwest ku diyalogeke navxweyî di navbera aliyan de pêk were û aştiyeke mayînde çêbibe.

Daxuyaniya hunermendan wiha ye:

“Îro şert û mercên cîhanê ji bo kurdan û hemû gelên bindest pir xerab bûye. Derfetên jiyana azad roj bi roj kêm dibin ji bo me. Welatên serdest çavê wan lê ye ku kurdayetiyê ji holê rakin. Dixwazin me tune bikin. Lewma divê em îro xwe biaqil bikin û xeletiyên 30 sal berê dubare nekin. Dilê me hê jî ji ber wan şaşîtiyên berê diêşê. Em naxwazin careke din dilê me birîn bibe. Wek gelê kurd, me têra xwe êş kişandiye û derdê me besî me ye.

Ev sed sal in,  Kurdistana me ya xweşik bindest e. Me her tim li dijî dagirkeriyê li ber xwe da. Hîn jî keç û xortên Kurdistanê li çar alîyên welatê me li ber xwe didin. Îro em hatine wê astê ku endamên civaka me, li cîhanê, bi riya zanist, dîplomasî û hunerê temsîliyeta miletê kurd dikin. Em kurd bi saya keç û xortên xwe ji dinyayê re der heqê azadîxwazî û berxwedêriyê de bûn hêviyek.

EM JI ŞERÊ NAVXWEYÎ RE DIBÊJIN ‘NA’

Gelê me ji berê ve şer û nakokiyên navxweyî pesend nake û li hember vê mijarê pir hesas tevdigere. Her kîjan alî be bila bibe, em ê wekî hunermendên serbixwe yên kurd di vî şerê navxweyî de nebin alî û em bang dikin û em ji hêzên mezin yên Kurdistana xweşik re dibêjin: “Em wekî ferd û hunermendên gelê kurd, ji şerê navxweyî re dibêjin NA. Divê birakujî bi tu awayî dubare nebe. Em ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî rêya mizakere û diyalogê weke rêya rast dibînin. Em ji bo pirsgirêkên navxweyî bên zelal kirin û çareserkirin banga îtîdal û xwezanînê dikin. Kîjan alî qirîzên heyî kûr bike û hesasiyetên gelê kurd negire ber çav, li ber çavên kurda reş dibin û  ev yek berpirsiyariya her aliyan e.

BANGA AŞTIYA NAVXWEYÎ

Em aliyê aramiya navxweyî digirin û li ber çavê me aramî encax bi Kurdistanek azad pêkan e. Her kî dest bi kurdkujiyê bike ew ê xwe bikuje û hemû xweşîkî û xeyalên azadiyê jî bikuje. Emê nebin aliyê tu hêza ku gule berî kurdek bide.

Em bang li hemû hêzan dikin: Aniha dest bi diyalogê bikin. Dev ji îtifaqên dijî kurdan berdin û aştiyek navxweyi çêkin! Hunermendên Kurd dibêjin ‘Ji bilî aştîya navxweyî çi riya rast û xweşik tune’ ye.”

Navê hunermendên ku ku metnê îmze kirine wiha ne:

“Nalîn Aslan, Îbhrahîm Ethem Tuzer, Bager Kaya, Aram Taştekin, Denîz Ozer, Doğan Belge, ZAF, Kasım Taşdogan, Berrî Shemdîn, Miheme Porgebol, Serpil Odabaşı, Mustafa Demîr, Hêja Netirk, Aysel Borak, Aziz Yîgît, Araf Tiyatro, Bariş Seydwan, Bahoz Ozsunar, Erdal Kaya, Sakina Teyna, Egît Firat, Veysel Seçen, Hemeşa Yelboga, Şîrîn Ertaş, Şerîf Polat, Xodî, Sema Çidik, Gulan Mîzgîn Tekîn, Nesîp Erîpek, Vedat Zengîn, Adnan Ozhan, Zeynep Demirhan, Veysel Eren, Rozerîn Baltaş, Serdar Demîr, Diyar Alturk.”