25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleyên îxwanê demografiya Efrînê diguherînin

Bi desteserkirina axa Efrînê û desteserkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demografiya herêmê jî tê guherandin. Wekî bernameyeke desteserkirinê bi piştevaniya Tirkiyeyê û hin hêzên ereb ve kurd ji cihên xwe tên koçberkirin. Li şûna kurdan hêzên çeteyan û malbatên wan tên bicihkirin.

Niha jî komeleya ‘Ereb-Filistîn 48’ u komeleya ‘El-Eyş Bikerama’ û ‘Eyadî Beyda’ li gundên Elkê û Kefer Rûmê yên navçeya Şerayê avahiyên nû yên ava dikin. Li gorî çavkaniyan ev komeleyên Qatar û Kuweytê di navbera her du gundan de bi sedan darên zeytûnan bi temamî jêkirine û ji bo malbatên çeteyan dewsa avahiyên nû vekirine.

Bi heman awayî van komeleyan gundê Qîbare yê şêniyên êzidî ku girêdayî bajarê Efrînê ye ava ava kiribûn û tenê xelkê Xutayê lê bi cih kiribûn. Hejmara van avahiyên ku ji aliyê van komeleyan îxwanê û bi piştgiriya Tirkiyeyê ve li Efrînê hatine avakirin niha gihîştiye 18’an.