Duşem, Hezîran 14, 2021

Komeleyên kurd dê konferansa ziman li dar bixin

Komeleya Kurd-Akad, Yekitiya Mamosteyên Kurd ya Almanyayê (YMK) û Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî dê li ser Zoomê konferansekê li dar bixin. Di konferansê de dê sê beş hebin û di beşan de bi mêvanên cudatir li ser mijaran bisekinin.

Konferans 15 gulanê de di navbera seatên 13:00-16:00 de dê pêk were. Ji bo kesên guhdar werger di heman demê de bi zamanê kurdî-îngilizî were kirin. Bername bi silavdayînê seat di 13:00’an de dest pê bike.

Bernameya konferansê û seatên beşan wiha ye;

Seat di navbera 13:15-14:15’an de bername bi rêveberiya endamê YMK’e Yûsûf Bilgîç de bi mijarên jêr dest pê bike;

Zimanê kurdî di konteksta siyasî û civakê de: Nakokî û derfet.

Zimanê dayikê: Barê jinan-Ziman wek nîşana nakokiyên civakî; siyasetzan û hîndekara Zanîngeha Bambergê Dr.Handan Çaglayan.

Di yekitiya netewî de ziman, ji navgîneke cudakariyê ber bi avakirina yekitiyê ve; Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen.

Seat di navbera 14:15-15:15’an de bi rêveberiya civaknas û hîndekara zanîngeha Bremenê Mûnevver Azîzoglû Bazan were kirin. Mijarên vê beşê ev in;

Dîasporaya kurd û ziman: Nîqaş û konsept.

Dersên zimanê dayikê: Ji kêm-perspektiviyê ber bi guherîna perspektîvan; Serokê YMK’ê ya Ewropayê Abdûlkadîr Ûlûmaskan.

Di konteksta kurdî de duzimanî: Kordînasyon û hevkariya di nav malbatê(dê û bav) û saziyan de; Ajo Al Amîn, Yekitiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê.

Beşa sêyemîn dê fîzîknas Hûlya Tûrgût rêve bibe. Ev beş dê di navbera seatên 15:30-16:30’an de ye û mijarên vê beşê jî ev in;

Di pergala perwerdeyê kurdî: Zehmetî û derfet.

Rojava-Zimanê kurdî û di pergala perwerdehiyê de sînorên wê: Hevserokê Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa.

Başûr-Li Kurdistanê perwerdeya bilind û bandora wê ya li ser ziman; Hîndekarê Zanîngeha Zaxoyê Dr. Khorseed Mohammed Rasheed Ahmed.      