Monday, September 20, 2021

Komên çekdar bûne bela serê Lîbyayê ye

Piştî şerê dijwar di navbera du komên çekdar de pêş ket gelek kes hatin kuştin, dîsa mijara hebûna komên çete û milîsên girêdayî aliyên cuda ketin rojeva Lîbyayê.  Der barê mijarê de Endamê Konseya Serokatiyê Abdullah El Lafî got ku rewşa Lîbyayê ji ber hebûna van komên çekdar ne baş e. El Lafî got ku sedema derketina van şer û tevliheviyan lewaziya dezgehên ewlekarîyê yên Lîbyayê dide xuyakirin û parçebûna di nava artêşê de sedemeke din ê van tevlihevî ye. El Lafî der barê şerê ku roja înê de, di navbera du komên çekdar de derket jî wiha şîrove kir û got: “Ew şerê ku derdikevin tê wateya ku ew komên çekdar desthilata konseya serokatiya vî welatî nas nakin û her aliyek ji wan komên çekdar girêdayî aliyekî cuda ye.

El Lafî herî dawî wiha got: “Divê demek ji bo derketina hemû komên çekdar û hêzên biyanî were dayîn û di demeke destnîşankirî de ji axa Lîbyayê derkevin. Divê hilbijartinên Lîbyayê di dema xwe ya destnîşankirî de werin lidarxistin.