20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîteya Kurdî ya Eurodramê hat ragihandin

Eurodram tora wergera şanoyan e û navenda wê Luksembûrg e. Bi salan e piştgiriya şanogeran û derhêneran dike ku metnên wan ji zimanekî wergerînin zimanekî din û bi vê re pirekê di navbera zimanan û şanoyan de çêbikin. Eurodram ku ev demeke piştgirî dide şanoyên bi kurdî jî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê ragihand.

Komîteya Kurdî ya Eurodramê ku beriya saleke bi koordînatoriya Mîrza Metînî ve hat damezirîn, ji bo serlêdanên metnên bi kurdî bangewaziyek nivîskî ragihand. Di bangewaziyê de hat gotin ku komîteyê ku hêdî hêdî kêmasiyên xwe temam dike, dê peyde pey dest bi xebatên xwe bike û wiha diyar kirin: “Xebata me ya pêşîn hilbijartina şanonameyan e û em hêvîdar in ku bi vê xebatê re em ê di navbera şanonûsên kurd û cîhanê de xeteke ava bikin. Komîteya Kurdî ya Eurodramê li benda serlêdanên şanonûs û nivîskaran e. Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê şanonameyên bi kurdî binirxînin ku di nava deh salên dawîn de hatibine nivîsîn, da ku hilbijartina demsala 2019-2020an diyar bike.”

Serlêdana dawîn a ji bo metnên kurdî di 15’ê çileya 2020’an de dawî bû û şanonameyên hilbijartinê dê di 21’ê Adara 2020’an de li ser bloga wan û malpera navneteweyî ya Eurodramê bên ragihandin.

Têkildarê koordînatorê komîteyê Mîrza Metînî jî di hevpeyvîna xwe ya Bianetê de behsa xebatên Komîteya Kurdî û armancên Eurodram kir.

Metînî diyar kir ku hedefa sereke Eurodramê hilbijartina şanonameyan, nasandina wan û nêzîkbûna zimanan, şanonûsan û wergêran e û wiha got: “Loma jî di demsala 2018-19’an de komîteya Kurdî hat avakirin da ku metnên bi kurdî ji bo pêşniyarê hilbijêrin û ew bo zimanên dîtir bêne wergerandin. Eurodram tenê hewl dide ku pirek di navbera şanonûsên kurd û cîhanê de çêbike. Her şanonûsek dikare bi berhemekê serlêdanê li Komîteya Kurdî ya Eurodramê bide.”

Kesên ku bixwazin bi Eurodram û komîteya kurdî re bikevin nav têkiliyê dikarin li ser van lingê xwe bigihînin wan:

Eurodram: www.eurodram.org

Eudram Kurdish: https://eurodramkurdish.blogspot.com/

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê