25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîteya Zindanan bang li çalakgeran kir

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan, di 27’ê mijdara 2020’î de dane destpêkirin, bi koma 50’yî, di roja 289’emîn de didome. Ji 14’ê tîrmehê ve girtî ji 15 rojan carekê bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku didome parve kir. Komîteyê xwest ku girtî di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bikin.

Daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya bi sernavê ‘Ji bo hevrêyên me yên jin û mêr ên li zindanan’ wiha ye:

“Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; Dem Dema Azadiyê ye’ salek li pey xwe dihêle, dikeve sala xwe ya duyemîn. Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’’î ya faşîzma 12’ê Îlonê de ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; Dem Dema Azadiyê ye’ pêngavek dabû destpêkirin. Armanca vê pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, hilweşandina faşîzmê û dawîkirina dagirkeriyê bû. Piştî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku di sala 2018’an de li zindanan dest pê kir û bi rojiya mirinê ya gulana 2019’an re, piştî 8 salan Rêber Apo bi parêzerên xwe re cara ewil hevdîtin pêk anî. Berxwedana hevrêyên me yên jin û mêr, dîsa şehadeta 8 hevrêyan di asteke mezin de tecrîdê hejand. Raya giştî ya demokratîk a li Tirkiyeyê xwedî li berxwedêran derket. Berdevkên AKP-MHP’ê jî gihîştin wê baweriyê ku dê nikaribin tecrîdê biparêzin. Piştre dîsa hevdîtinên parêzer û malbatan hatin astengkirin, nekarîn tecrîdê bidomînin û azadiya Rêber Apo kete rojevê. Êdî têkoşîna azadiya Rêber Apo tê dayîn.

Her tim di refên pêş de cihên xwe digirin

Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di sala 40’î ya faşîzma 12’ê Îlonê de têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê, azadkirina gelê kurd û Rêber Apo kiribû armanc. Di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd de, girtîgehan her tim di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe girtine. Ruhê 14’ê Tîrmehê û xeta têkoşînê bi dehan salan e weke xeta têkoşînê ya zindanan sûdên mezin dane têkoşîna azadiyê. Pêngava  ku di 12’ê Îlona 2020’î de hatiye destpêkirin, di esasê xwe de wekî têkoşîna gel a li çar parçeyên Kurdistanê hatiye destpêkirin. Jixwe gerîla bê navber di nava têkoşînê de ye, li navenda pêngava têkoşîna azadiyê de cih digire. Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di demek kin de gelê kurd û dostên wan xwedî lê derket, 4 parçeyên Kurdistanê û di serî de Ewropa, her cihê kurd lê dijîn, ji bo vê têkoşînê pêş bixin, ketine nava tevgerê.

Dê pêngav bidome

Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di esasê xwe de pêngaveke wisa ye ku ji bo civak û gerîla pêş bikeve hat destpêkirin. Ji ber ku têkoşîna azadiya zindanan mîna her demê ji bo sûddayîn û hêzdayîna têkoşînê ji bo xwe wekî erk dîtiye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kiriye. Mîna her demê hêz daye vê pêngavê jî; di rojevkirina vê de roleke dîrokî lîstiye. Tevî zextên zêde jî greva bidorveger domandiye. Di bandorbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de; di hejandina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de, ji bo tevlibûna gelê kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û dîsa derveyî welat, erka dikeve ser milan pêk aniye. Bê şik û guman armanca esasî ya pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye, ji bo bigihêje armanca xwe didome. Di vê wateyê de pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’, ketiye qonaxeke nû. Ev pêngav wê 2021’ê dom bike, ji bo gihiştina armancên xwe jî wê bûyerên girîng jî pêk bîne.

Dê hemû hevrêyên me têbikoşin

Hevrêyên me li zindanan bi dijmin re 24 saetan têdikoşin. Hemû hevrêyên me yên jin û mêr bi dehan salan e bi ruhê 14’ê Tîrmehê û şêweyê wê li ber her cûre zorî û zextan têdikoşin. Rastiyek li holê ye ku wê ji niha û pê de jî hemû hevrêyên me û dîsa hemû demokrat têbikoşin. Wê di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de berpirsiyariyên xwe bi malbatên xwe re bi layîqî pêk bînin. Wê gelê kurd di sala 2021’ê de her cihê lê ne pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hê zêdetir xurt bikin.

Zindanan roleke mezin leyîst

Dema em vê rastiyê li ber çavan bigirin, hevrêyên me yên li zindanan tim li dijî mêtinger-qirkirinê di nava têkoşînê de ne ku di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger, piştevaniyê dide, em têrker dibînin. Ji ber ku hevrêyên me li zindanan di pêkanîna pêngavê de û bihêzkirina wê de roleke pir mezin lîstin. Em di wê baweriyê de ne ku hevrêyên me yên li zindanan, çalakiya greva birçîbûnê di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de wê bi dawî bikin. Tu guman tê de nîne ku ev hevrêyên me yên di nava berxwedanê de ne, çalakiyên mîna grevên birçîbûnê yên bêdem û dîsa bidorveger, wê bi rengên cuda û xurt tev li pêngavê bibin. Ji xwe berxwedana wan a domdar, tim hêz daye têkoşîna şervanên azadiyê, hemû gel, ciwan, jin û dostên me. Hemû berxwedêrên jin û mêr ên li zindanan ji ber fedakariya wan a di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de pîroz û silav dikin; mîna her demê di têkoşîna we de ji niha û şûnde jî serkeftinê dixwazin.”