19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya Dêrsimê: Roza Şiyaye

Komkujiya Dêrsimê di dîroka nêz a Kurdistanê de yek ji wan komkujiyan e ku bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin, sirgûnkirin û asîmîlekirin. Tevî ku bi dehan sal di ser komkujiyê re desrbas bûne jî, bandora komkujiyê roja me ya îro jî berdewam e.

Îro salvegera Komkujiya Dêrsimê ya 83’yemîn ku di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryarnameya ‘Biryarên Tenkîlê yên Dêrsimê’ ya lijneya wezîran a meclisa dewleta tirk hat destpêkirin. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar lê li gorî gelê Dêrsimê yên bûne şahidên komkujiyê, herî kêm 70 hezar kurdên dêrsimî hatine qetilkirin. Gelek belge hene ku şahidiya vê qetlîamê dikin. Bi dehhezaran jin, zarok, kal û pîr bi gazên kîmyewî, bombebaranan û bi gelek awayên cur bi cur ên hovane li gund, şikeft, çeman hatin qetilkirin.

Ji ber kurdbûn û elewîtiyê, Dêrsim di çavê dewletê de keleha dawî ya kurdan a berxwedêr bû ku diviya destwerdan lê bihata kirin û ji holê bihata rakirin. Dewleta tirk tenê bi komkujiyê nema, piştî komkujiyê bi dehhezaran kurdên Dêrsimê ji warê wan dûr xistin. Ji bo wan asîmîle bikin bi hezaran keç û xortên dersimî di çerxa xedar a asîmîlasyonê de hatin helandin. Dewletê bi vê komkujiyê xwest Dêrsimê ji kurdîtî û elewîtiyê safî bike.

Bedrî Polat

 ‘Dayik, xwişk û birayên min kuştin’

Gelek şahidên komkujiyê hene ku yek ji wan jî Bedrî Polat ê 93 salî ye. Polat tiştên bi çavên xwe dîtine û jiyane ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ayşe Surme re got. Polat dibêje ku leşker bi ser gundê wan de girtine û tenê ji gundê wan 300 kes kuştine û wiha didomîne: “Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê dan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û ew kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin nav çem. Leşkeran dayik, xwişk û 2 birayên min ên biçûk li ber çavên min kuştin. Gotin qey ez jî hatime kuştin. Ez jî di nav miriyan de avêtim çem. Ez û zarokekî din ji avê xelas bûn. Min destê xwe danîbû ser serê birayê xwe. Leşkeran gule berdan û 2 pêçiyên min jêbûn. Min bi birîndarî xwe gihand gundekî. Heta ef derket ez li çiyê mam.”  

Gotinên Polat bi serê xwe nîşaneya wê yekê ne ku komkujî bi çi awayî hatiye kirin. Tevî ku 83 sal derbas bûne, dewleta tirk heta niha bi awayê fermî komkujî negirtiye ser xwe û ji ber komkujiyê kes nehatiye darizandin û cezakirin. Ev bi serê werê xwe nîşan dide ku dewlet tirk polîtîkayên xwe yên têkildarî kurdan neguhertine.   

‘Roja Reş’

Welatiyên Dersimê di 4’ê Gulana 2010’an de roja destpêkê ya komkujiyê wek “Roza Şiyaye” ango “Roja Reş” ragihand. Nûner û pêşengên rêxistinên Dersimê ji 2010’an roja 4’ê Gulanê qurnefîl bi çemê Mûnzûrê re berdidin û bi vî awayî kesên di komkujiyê de hatine kuştin bi bîr tînin. Her wiha ji bo bîranîna wan luqme belav dikin. 

Navênda Lêkolînan a Dersimê (DAM), Federasyona Komeleyên Elewiyan (DEDEF) û Federasyona Yekitiya Dersimê ya Demokratîk a Ewropayê (ADEF) ji bo bîranîna qurbaniyên di “Komujiya Dersimê” bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku roja 4’ê Gulanê bi saeta Tirkiyeyê 20.30 bi saeta Ewropayê 19.30 ji bo Komkujiya Dêrsimê li twîtterê çalak bin û her wiha li gorî şertên pandemiyê roja 4’ê Gulanê her kes saet di 19.37’an de mûman pêxe, zêmaran bêje û li ser medyaya civakî parve bikin.