Thursday, June 24, 2021

Komkujiya Ermenan planeke rêxistinkirî ya Îtîhat Terakiyê bû

Dewleta Osmaniyan, 24’ê Nîsana 1915’an dest bi girtina rewşenbîrên ermen ên navdar kir ku pêşengiya gelê ermen dikirin. Ev roj wek Qirkirina Ermenan hat qebûlkirin.

Peyva ‘komkujî’ cara yekemîn di sala 1944’an de ji aliyê Rafael Lemkin ve hatiye bikaranîn. Di sala 1948’an de, di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye nivisîn. Lemkin gotiye; “Min ev peyv ji bo Komkujiya Ermenan bi kar aniye.”

Niha, li Tirkiyeyê gelek kes dixwazin vê komkujiyê bixin stûyê kurdan.

Mixabin, ji ber hin bangeşeyên şaş ên cemaetên ermenan kurd jî wek tewanbar tên dîtin. Lê geştiyar û gerokên ewropî yên serdana Kurdistanê kirine, di vî warî de bi çavdêriyên gelek baş vegeriyane û van îdiayên neyînî diderewînin. Di esasê xwe de, ol û bawerî ne tê de, ji gelek aliyan ve wek urf û edet, xwarin û vexwarin, rabûn û rûniştinan de, kurd û ermen pir dişibin hev.

Pêşî di dema Sultan Abdulhamît de, paşê ji aliyê Cemiyeta Îtahat Terakî ve rik û neyartî, tovên nîfaqên di navbera van her du neteweyan de, bi zanebûn hatiye reşandin. Beriya 1860’î, di navbera kurd û ermenan de pêwendiyeke dostaniyê hebû. Ermen bixwe ji vê rastiyê re şahidiyê dikin û dibêjin: “Heger fesadiya tirkan nebûya, di navbera me û kurdan de tu pirsgirêk tune bû. Têkiliyên me wek du birayan, bi şêwazeke aştiyane didomiya.”

Heta di pêvajoya Komkujiya Ermenan de, di gelek bûyeran de hat peyitandin ku kurdan fermana ku tirkan ji bo Komkujiya Ermenan dabû, bi cih neanî. Bi selametî ew derbasî sînorê Rûsyayê kirin. Kurdên Dêrsimê ji 25 hezaran zêdetir ermenan bi vê şêwazê ji mirinê xelas kirine. Rapora vê bûyerê di rojnameya ermenan a bi navê ‘Jadagamart’de hat weşandin.

Dema em li dîroka sedsaliya (qirna) dawîn dinêrin, sirgûna ermenan ji meha gulana 1915’an dest pê kiriye, heta meha cotmehê dewam kiriye, paşê yên gihîştine Sûriyeyê li vir hatine bicihkirin. Gelo yên li vir ji aliyê kê ve hatine qetilkirin? Dibe ku li rê, der û dirb, deşt, zozan û çiyayên Kurdistanê bûyer ji kontrola dewletê derketibe lê em dizanin ku li Sûriyeyê, ew dem di bin kontrol û serperiştiya ‘Artêşa 4’emîn’ de bû. Ev jî tê wê wateyê ku dixwazin vê komkujiyê bixin stûyê kurdan û bi tevayî xwe jê paqij bikin, destê xwe jê bişon.

Komkujiya Sûriyeyê dê bixin stûyê kê?

Ermen bi darê zorê li çol û çepelên Dêrazorê hatin sirgûnkirin. Di sala 1917’an de ew îmha û tune kirin. Hemû belgeyên van bûyeran li naverastê û aşkere ne. Li Sûriyeyê 500 000 (Pênc Sed Hezar) ermen hatibûn bicihkirin. Gelo çi hat serê wan? Çi bû bi wan? Ev bûyerên hovane, hemû di bin qontrola ‘Artêşa 4’emîn’ de qewimîn. Rastiya wê ev e. Partiya Îtahat û Terakî plana Komkujiya Ermenan saz kir û bi şêwazeke sîstematîk ev plan di nav du salan de pêk anî.

Çeteyên Teşkîlati Mahsûsa ku di bin serperiştiya Bahaedîn Şakir de bûn û Bahaedîn Şakir di heman demê de endamekî rêxistina Îtahat Terakiyê bû, di tunekirin û Komkujiya Ermenan de bi rol û risteke girîng rabû. Waliyê Erziromê yê wê serdemê Tahsîn Beg, bixwe lê mikur hatiye û şahidiya van bûyeran kiriye.

Walî û qeymeqamên bajar û bajarokên ku li hemberî vê fermana Îtahat Terakiyê rabûne, nepejirande, li ber xwe dan û bi cih neanîn, yek bi yek hatin kuştin. Qeymeqamê Licê Husên Nesîmî jî yek ji wan e. Ji ber ku helwesta xwe ya li hemberî komkujiyê bi neyînî nîşan dide û daxwaza fermana nivîskî ya komkujiyê, ji waliyê Amedê Dr. Reşît dike, pêşî ji peywirê tê dûrxistin û paşê bang lê tê kirin ku were Amedê, di rê de, li nêzî bajarokê Karazê wî bi şêwazeke hovane tê kuştin.  

Waliyê Basrayê Ferîd Beg, qeymeqamê Bişêriyê Sabît Beg, rojnamevan Îsmaîl Mestan, bi heman hincetan tên kuştin. Qeymeqamê Midyadê yê wê demê, ji ber ku li hemberî Komkujiya Ermen û Suryanan bû, bi fermana waliyê Amedê tê bidarvekirin.

Her wiha ji ber ku ji cînayetên Dr. Reşîtî re muxalifiyê dike, waliyê Mêrdînê Hîlmî Beg jî ji peywirê tê dûrxistin.

Li Amedê, rojekê Dr. Reşît bang li serokeşîrê Ramanê Emînê Perîxanê dike jê re dibe je; “Binêre, ez ê qefle bi qefle ermenên dewlemend teslîmî te bikim. Çiqas malên wan ên biqîmet, wek zêr, pere, mucewher hebin wê bi xwe re bînin. Tu yê wan, li ser çemê Dîcleyê, bi kelekan ber bi Mûsilê ve bibî. Dema tu gihîştî cihekî xewle, tu yê wan bi tevayî bikujî. Laşên wan bavêjî çem. Ji bo ku bi ser avê nekevin û neyên dîtin, zikê wan biqelêşî û bi kevir û kuçikan dagirî. Pereyên wan, zêrên wan tu yê bigirî bînî, nîvî bila ji te re be, nîvê din jî bidî min da ku ez jî li ser hesabê Hîlalî Êhmer (komeleyeke alîkariyê ye) qeyd bikim. Bes, divê di navbera min û te de bimîne û tu kes bi vê sirê nizanibe, kes pê nehese. Bizanibe ku kesek pê bihese, tu jî ez jî mahf dibin.”

Dr. Reşît, paşê bi vî pereyî li Stenbolê koşkekê distîne. Rojnamegerê navdar Suleyman Nazîfê ji Amedê, di rojnameyê de dinivîse.

Armanc ji Komkujiya Ermenan kêmkirina nifûsa wan bû. Rûm hatin koçberkirin, ermen jî hatin qetilkirin. Ji ber ku ji bo rûman welat hebû ew hatin sirgûnkirin. Mixabin wê demê, ji bo ermenan welatê ku ew koçber bikinê tune bû.