25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Komkujiya Ermenan qebûl bikin’

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)  û baroya Amedê ji bo salvegera Komkujiya Ermenan daxuyaniyên niviskî weşandin.

‘Komkujiyê qebûl bikin’

Di daxuyaniya HDP’ê de hat gotin ku divê Tirkiye Komkujiya Ermenan qebûl bike û wiha hat gotin: “Sûcê ku nehatiye qebûlkirin dubare bû û heta îro hat. Sûcê mezin bê ceza ma, cihêkarî û sûcên nefretê bûne tiştên jirêzê. Komkujiya Ermenan beriya her tiştî meseleyeke însanî, hiqûqî û civakî ye. Ev karesata mezin nikare bibe amûrê serdestan û hesabên wan ên siyasî û rojane.”

Di dawiya daxuyaniya HDP’ê wiha gotin: “Di 106’emîn salvegera Komkujiya Ermenan de, em êş û azara gelê ermen û trajediya mirovî ya mezin di dilê xwe de hîs dikin û hemû qurbaniyên ku bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin, bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin.”

‘Komkujî were teşhîrkirin’

HDK’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir sûcê komkujiyê yê li ser gelê ermen û suryan hê jî didome û deşnîşan kir, ji bo ku dawî li înkara komkujiya ermen û suryanan were, divê heqê mexdûrên komkujiyê yê welatîbûnê bê dayîn, zengîniya wan a madî ku dest li ser hatiye danîn dîsa li wan bê vegerandin, înkara komkujiyê divê weke sûc were dîtin û îdeolojiya berpirsên komkujiyê were teşhîrkirin û şopên wê ji ser jiyanê rabin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Şopên wan tune kirin’

Şaxên ÎHD’ê yên Stenbol û Edeneyê jî daxuyaniyên nivîskî weşandin û diyar kirin ku bi komkujiyê tenê canê gelê ermen nebûye hedef û wiha hat gotin: “Li Îzmit, Eskîşehîr, Kayserî, Sêwas, Erzirom û Wanê li dijî hemû mal û milkê ermenan ên dîrokî û çandî yên li Anatoliyê dest bi talankirinê kirin. Mal, milk û nirxên dîrokî û çandî jî tune kirin. Hemû şopên wan tune kirin.”

Baroya Amedê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Em di 106’emîn salvegera ‘Felaketa Mezin’ de êşa wan hîs dikin. Tehcîra ermenan êş û felaketa herî mezin a civakê ye. Ji ber vê yekê 24’ê Nîsanê li hemû cîhanê roja reş e.”

‘Mafên mexdûran li wan vegerînin’

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî Komkujiya li ser ermenan daxuyaniyek nivîskî belav kir û xwest ev qirkirin wek komkujiya li ser ermenan were nasîn û tevahiya mafên ermenan ên ku mexdûr bûne li wan werin vegerandin.

Qetilkirina rewşenbîrên ermen

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê jî vê hefteyê di çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, berpirs bên darizandin’ de, rewşenbîrên ermen ku li Stenbolê hatibûn girtin û qetilkirin bi bîr anîn. Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli diyar kir ku 24’ê Nîsana 1915’an deqeke tarî ya dîrokî ye û got bi fermanda Wezîrê Karê Navxweyî yê hikûmeta Îtîhat û Terakiyê Talat Beg li Stenbolê 250 Ermen hatine girtin û qetilkirin.